Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.comGulîstana min a rengîn
Bi perda reþ nuxamtin
Kirin tarîstan
Þevistan .
Bi cobarin sor avdan
Jêr û jor
Bi sal û heyaman
Li pey hev
Kirin xwînistan
Kujistan .
Gerandin li ser
Bager û bahoz
Barandin berf , teyrok ,
Kirin berfistan ,
Siristan .
Rê li ber jînkirinê girtin
Qad û ezman dotin
Dev mane jihev
Tenê maye rev
Kirin birçîstan ,
Revistan .
Dest hemî birîn
Kuþtin hemî kar
Þivantî ,
Gavantî ,
Keraxî . . .
Tiþtek nehêlan
Bû tiralistan ,
Bû bêkaristan .
Roj çemberkirin ,
Ezman dagirkirin ,
Þev bû diyarî
Mejî rawesta
raman xetimî
bû nezanistan .
di quncikên dilde
çandin tirs ,
terror ,
hovîtî . . .
kuþtin bawerî
kirin tirsistan .
deng ziwabû ,
bînahî .. ava reþ pêde hat ,
perda guh teqa . . .
bû lalistan
koristan
keristan .
bayê mirinê ajotin
zindî kirin mirî ,
hiþk bûn dar û ber ,
bihar . . .avêtin nava êgir
havîn bû aþê seriyan
pehîzê konê behiyê veda
qesaban .. dikanin nû vekirin
kotekiyê serî hilda
welat bû mirinstan ,
zoristan .
biyaniyê di kêferata dojehê de
bi xwe haybû
çav bellbû
berê xwe da dapîr û bapîran
li bîranînan bû mêvan ,
bêhna çiyê hilkêþa
çêja axê çêjand
lewra . . .qîr . . .ji nîva kezebê berda
banga wî dengveda
bijî axistan
bijî pîristan
bijî vegeristan .
* * * * * * * *
Dêrik – 2008 .