Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sirûda xemê

 


Gulnar Eli

Tinê me
Bêkes
Mûm ronahî dide
Taristana þevên biyanî
Yadgaran bi rondikan vedimirîne.
Di gel toqîna
Taristana þevên dirêj dimînim
Bi xewê, dê xewa xwe birevînim.
Ger mijîlanek
ji cavên min neket,
dê dengê giriyek hêdî
bibihîzim.


Li dawiyê min zanî
Ew nebez
hêj dawiya  awaza bû te miþt ba dike,
ji bo çavên te
sirûda gazinda dinivîse
Te ji bîr kir?
Yan te  bi jibîrkirinê xwe  rizgar kir?
Te xemla me pêça
mîna pêçana pertûkan
ez bûm xewn.
Di nav domanê de,
winda dibim
Te xanî li min kavil kir
Ma tu nizanî..
tu bûyî  hêvî
û ji bo te
min ji jiyanê hez kir,
min ji xwe hez kir.
Di temenê gencatiyê de,
di dil de, tu bûyî evîn,
di þevê de ronahî,
di bêdengiya min de
xem te belav kir
Ser perasiyên xwe ciwantirîn
wate min ji bo te vekolan.
Dara evîna te
bi bayê peyvên min naheje..?
hevokên qêrînê ji wan dibarin,
te nalerizînin?
Ji asoyê agirê tu pê pêçay
bû baxçê buhêþta min.
Tu hez nakî
A................x
Ez bûm  sîper/ leylan.
Te dil kir bajarekî dorpêçkirî
Dil girtîxana hêviya ye,
ma tu nizanî,
yek ji wan hêvîya
goristana min singa te bû!?
Berhemên dara min, bûn
xem
azar
jan
û ramûsanek negihayî
Dil dijî, ez pê birîndar
Evro ji min dixwazî xemla duhî
Çirisîna çav û…
Ez li benda xemla te me,
kevokek baskokirî
di cihê xwe da bêdeng im,
rondikan dibarînim.
Tu dê di dil da
her sirûda xemê bimînî
Li benda te deminîm,
bawer im dil dê bizivire,
ji te hez dikem,
gazi te dikem
ta xwezî di gewriya min da zîl bide,
gula dêmî biçilmise
gulav winda bibe.
Eger dilê te hiþiyar
an jî mirî be.
Eger tu di derya evînê de
melevan an jî mest bî.
Eger tu di temenê min de leylan  þîn vedî,
ji çavên te Peyalek  xem bibare
dê  vexwim.
Tu barkey bê xatirxwastin
gazinde bimire
dê bimînim ..
ji te hez bikem
ji te hez bikem
ta henasên min 
binax
û winda bibin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark