Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

rojnamevan Ekrem mella di mêvandariya koçika Qamişlo de

 


Di berdewamiya  karê xwede û li dawiya biharê xeleka miha gulanê koçika qamişlo ya çandeyî şeva 20ê mihê terxankir ji rojnamegeriyê re bi mêvandariya mamoste yê rojnamevan EKREM MELLA xwedyê bawernameya macistêr ê di rojnamevaniyê û şîrovekirina siyasîde derçûyê kolîja mosko û bi amadebûna gurûpeke berçav ji rewşenbîr û nivîskarên kurd li bajarê qamişlo simînarek li darxist.


Mamosteyê rojnamenivîs bi simîreke li dor midyaya (xwendek û meyzek) civat kişande bi alî berpirsiyariyeke giring di jiyana çand û wêjeya kurdî de
Di simînarê de mamoste Ekrem amaje bi arîşe û astengiyên midyaya kurdî kir û têkiliyên wê bi alavên ragihandinê re û çawabûna rewşa rojnamevaniya kurdî da xwiya kirin .
 Mamoste di xalekêde bal kişande ser astê gotarên rojnameyên eliktironî û di têbûrîneke bilez da ronîkirin pêdiviya bi kar anîna babetên bi mefa û bi ked divê riya şaristanî û pêşketî re da milletê kurd li gor serdema cihaniya nûjen bête vejartin .
Herweha mamoste Ekrem tekes kir li ser azad kirina gotara çapkirinê ji çavdêriya birjewend perest û ezezîtîyê .

Li dwiyê babetê dîvçûnê hate vekirin û amadeyan jî bi ramanên xwe civat têr û zengîn kirin ya bû cihê sipasiya wan ji rêveberiya koçikêre , û ta xelekeke dî ji şevên koçika qamişlo ya çandeyî bi mijareke nû û mîvanekî dîtir bihêviya tanahiyê ji hemiyan re .

20 /5/2008 qamişlo
 koçika qamişlo ya çandeyî
K.qamislo@cmail.com












 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark