Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hevalê riya dirêj, bavê lorîn

 


  M.Berazî

Ew çi roj bû pismamê delal,
Ew çi bêtar bû hevalê þêrîn,
Ew çi mirin bû birayê hêja,

Ew tevde di rojekê de bûn , roja înê, îna reþ 11.05.2007 li nêzikê katjimar 12 nîro, dema ev bêtara ha bi serê zarok, jin, xûþik û bira, pismam, heval û dostên te de qewimî. Ew rojeke reþ bû me hemîyan, roja ku te ji nav me barkir û xatir ji ti kasî nexwest.


Hêja yê min Bavê Lorîn, ev bû salek ku te ji nav me barkir û tu çû. Te ji nav me barkir, lê te bare giran li ser Milan hiþt.
Hevalê delal, bire tu di wê bawerê de bî, ku ew riya me bi hevre ji xwe re danî, em hin li ser wê rêne û em te ticaran ji bîr nakin, ji ber tu di dilê medayê, ne ji bo ku tu pismamê min ez van gotinan dikim, lê ji bîrneke ku em hevalên hev ên riya dirêjin.
Bavê Lorîn, bawer bike tu li ber dilê hevalên xwe gellekî þêrînî, hevalên te, ên te bi wan re þev û rojên xebatê derbaskir, hevalên ên tu îro ji wan re hewce darî, hevalên te, ên dibêjin ku Bavê Lorîn saxba wê willo gotiba.
Hêdî pismamê min mebesta min, ne ewên ku dixwezin xwe bi navê te biþon û pakbikin.
Hêja yê min bona Kurdistan, bi hêrs mekeve, ev serbilindî ye li bam e û ew vî tiþtî baþ dizanin.
Hevalê hêja,
bira tu baþ zanibî ku hevalên te dîsa îro li te civîyane û bûne mêhvanên mala te. Îro em tev li bat e civîne, de ka serê xwe ji gora reþ rake û tevî me bibe û wî kenê xwe yê þêrîn diyarî me bike, ka serê xwe rake û ew gotinên me di dawîya þevanda, li wan civînên ku dirêj dibûn heta roja din, ji me re bike. Ka ew pêkenokên ku hevalên  wek Beþîr…ji me re digotin û tu li ser wan gellekî dikeniyê, bî wî kenê xwe yê dingbilind. Ka ma te ew rojan ji bîrkirin, na ez nebawerim, lê çibkim tu nikarî li min vegerînî, ji ber dilê te roja 11.05.2007 nêzî katjimar 11:55 nîro sekinî û nema lêxist.
Hevalê hêja bira tu bawerkî em e riya ku me bi hevre danî berdewamkin, ne ez tenê, tev hevalên ku te baweî bi wan dikirin.
Li dawîyê, te xatir ji me nexwet û te ji nav me barkir, lê em hevalalên te, tucarî  te ji bîrnakin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark