Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tevgera Kurdistanê ya 1925-an tê dadgehkirin…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Tirkiye, 50 sale ku îdia dike ku dewleteke demokratîk e û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê. Hezar mixabin Neteweya Kurd di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê hîn ji hemû mafên xwe yên þexsî û grubî yên neteweyî bê par e.
Ev statûya ne mirovane û neheq têre nake, ji bona ku kurd zimanê xwe yê zikmakî bi kar tînin û kurdî dinivîsînin, li ser dîroka xwe diaxifin û lêkolîn çê dikin, ji dîrok û serokên xwe yên milî re xwedî derdikevin, pirtûk, kovar, rojnameyên kurdî diweþînin, ji derveyî îdeolojiya fermî ya dewletê, ji derveyî dîroka fermî ya dewletê bîrûreyan tînin ser zimên, tên dadgehkirin û cizakirin.


Komelaya Kurd a Diyarbekîrê, di 03. 07. 2005-an de, ji bona Tevgera Kurdistanê ya 1925-an ku Þêx Seîd Efendiyê Pîranî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Begê Bidlîsî û gelek kesên din yên hêja jê re serokatî dikir, panelek bi dar xist. Min jî ev panêla birêvebir. Di 30. 11. 2005-an de di derheqê min de li dageha asliyeyê ya Diyarbekîrê doz vebû.
Ev doza, sê sal e ku bi kurdî dom dike. Dozgerê Komarî di derheqê esasî de bîrûreyên xwe diyar kir û cizakirina min daxwaz kir. Min jî li hemberî bîrûreyên dozger parêznameya xwe bi kurdî di 12. 06. 2007-an de pêþkêþî dadgehê kir.
Dozgerê doza min ji bona ku hate guhertin, di 04. 03. 2008-an de dozger jinûve di derheqê esasê de bîrûreyên xwe diyar kir 3u dîsa xwest ku ez ciza bibim.
Dirûþmeya dawî dê 06. 05. 2008-an, saet 09. 30-yî de li Dadgeha Asliyeyê ya 8-emîn ya Diyarbekîrê pêk bê.
Ez û parêzerê min Sabahaddîn KORKMAZ, emê parêznameya xwe ya dawî pêþkêþ bikin. Ezê parêznameya xwe kurdî pêþkêþ bikim û ezê nemeþruiyeta dadgeha kolonyalîs bînim rojevê.
Ez di wê baweriyê de me ku doza encam bide. Dozger dixwaze ku ez ciza bibim. Ev doza jî, dozeke hiqûqî ne, dozeke siyasî ye. Ceribandina dadgeha Diyarbekîrê di deheqê min de nîþan dide ku ezê ciza bibim.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark