Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Şeva hicran di koçika Qamişlo de

 


Piştî bi oxirkirina avdara şad û şîn,û piştî newrozeke bi xwîn, koçika Qamişlo ya çandeyî xelekeke dîtir tevlî xelek nameya xwe ya berdewam kir û şeva hicranê bi hunermend û awaz daner mamoste HISÊN  TOFO re li darxist .
Koçika qamişlo ya çandeyî êvara 6/4/2008ê ji jînkirina şeveke foliklorî re terxankir , bi amade bûna gurûpek rewşenbîrên kurd û nûnerên hin komên foliklorî li qamişlo, di gel hin mamoste yên mozîkê , koçikê mêvandariya mamoste HISÊN  TOFO kir.


hêjî gotinêye TOFO yekemîn awazdanerê helbestên seydayê cegerxwîne û berhev karê foliklore û ev demeke ne hindike bi vî erkê xwe yê pîroz hin sitranên kurdî ji winda bûnê qurtal kirine , û şeva hicranê yek ji naze şengên awazên wî ye , ji helbesta cegerxwîne .
Û bi deng û tembûra xwe TOFO amadeyên koçikê kişandin ta ku hin ji amadeyan bi dengê xwe beşdarî kirin, û şeva koçikê rengîn kirin , jiwana;
1- mamoste Se ;Ed  ferso yê ku gurûpek ji sitranên foliklor û hin ji nalînên nemir mihemed şêxo pêşkêşî civatê kirin.
2 - mamoste BERZAN   ku bi dengê xweyê çiyayî du sitran verêsîn                 (ehmedo ronî + ehmedê mala mûsa )ku şevê û mihvanan nema xwestin xatira ji hev bixwazin .
3- mamoste DILXWAZ  BEHLEWÎ yek ji nifşê nû jî bi helbestekê têkilî bi wan hunermendan re kir û nifşê nû ji foliklor bê par nehişt
Li dawiyê mal avahî ji amadebûyan hatin wergirtin û sipasî hatin dan di navbera mihvan û koçikê de , û heta şeveke dî û rengekî dî xoşî û şadî ji were û pêşveçûn ji çand û hunera kurdîre .
 
Qamişlo 6/4/2008
  Koçika Qamişlo ya çandeyî
  k.qamislo@gmail.com  

 








 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark