Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pîvanên Niþtimanî li gor pêdiviyên rêjîma Sûrî!!!

 


Dr.Zara Brahîm

Pêþwaziya hovane ya hêzên ewlekariya Sûrî li bajarê Qamiþlo, hember wê þahiya þaristanî ya gelê Kurd di êvara newroza îsal de,þêweyek komkujî bû digel hestên nijadperestî yên ku wê têgeya( hemwelatiyê) û ( niþtimaniyê) di nirxînin.
Ta roja îro, tu dengê berpirsiyar û nûnerên welat û herêma Qamiþlo yên fermî, ne hatine kirin di vê derbarê de, û tu lêpirsîn jî pêk nehatine kirin.


  Ev bêberpirsiyariya rêjîmê tê wê watê ku li cem wan kuþtina kurdan çiqas hesane, ji ber ku ev ne cara pêþiye ku van komkujiyan dikin dijî gelê kurd bê ku kes ji wan xwedî lêderkevê û lêpirsînê bikin ta ku gunehkaran dad bikin bi kêmanî.
Ev karên þofînî hatin þermezarkirin ji aliyê gelek kes û hêzên niþtimanî di hundirê Sûrî de,çikû çavsoriyek heþkere bû dijî miletê kurdî sivîl.
Bi rastî ev diyardeyeke pir metirsîne di paþarojê de ji bo gelê me, ta ku êdî hayedar be û xwe bi parêzê, û bi taybet ev dibe barê bizava siyasî kurdî tê ku karibe bi karê vê parastinê rabê.
Tevgera kurdî bi mêranî þîniya þehîdan li dar xist, lê pêwîste ku karên doza lêpirsînê û xwedîlêderketinê berdewam bike û bighijê rêxistin hêzên mafên mirovan ê cîhanî, ta ku gunehkaran dadbikin û tu bûyerên din di rojên ku tên de ne wên serê kurdan. Loma ev metirsiya han, tevgera kurdî dixe bin barekî lezgîn de ku yekîtiya xwe xurt bike û zû þêweyek hevgirtinê damezrênê û nakokiyên navxwey deynê alîkî din, gotina xwe ya siyasî hember rêjîmê bike yek û dozdariya mafê kurdan heþkere diyar bike, û rê li ber parçebûnê bigre, ji ber ku hemû pîlan pêk tên dijî gelê kurd bi giþtî.
Pêwîstiya lêvegerê yan çi þêwe be ji yekîtiyê, di navbera tevgerê de girigiya xwe têne ziman berî her karî û nabe ku kesek van bûyerên adrê yên dawî di ser guhê xwere bavêje eger em dilxwaz û hezkiriyê netewa xwe bin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark