Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Adara me careke dîtir bi xwînê derbas dibê

 


Berzo Mehmûd

Di roja 20 adara sala 2008an de, Qamişlo ji sibihê ve  kara xwe dikir, xemal xwe girê dida. Xort û keçan, zarok û kalan, yên ku li ber dergehên malên xwe diçûn û dihatin, yên ku mûman pêdixin, yên ku dîlana li dar dixin, yên ku pîrozbahiyê lev dikin, bi vî awayî jî xlekên me li Qamişlo, pêşewaziya newroza xwe dikirin, da ku bi şeveqa sibiha roja bîst û yekê re her malek berê xwe bidê çolê û cejina xwe bikê.


Lê ev kêfan han li ser destê rûreşê şaristaniyê neçû serî, ku ev jî li zikreşên deselatê nexweş hat,  çawa ku deselata Sûriyê ji berî sê rojan ve xwe ji newrozê re amade dikin bo ku xirabiyekê li dar bixin. Ev amadekirina hêzên deselatê ne wek salên berê ye, vê carê leşkerên xwe pir kirine, tifingên xwe jî rût kirine, heçku ji Kurdan re dibêjin, îsal ne salên berê ye, îsal çavsorî di rûdêmên wan de dibare, çilo li kolanên bajarê Qamişlo wek gurê har digerin, bi taybetî li kolanên Kurda, bi zîlên leşkerî derbas dibin û ziq li xelkên dinêrin, heçku şer û teqênî di bala wan de heye, helbet di guhê wan de hatiye xwendin ku îro hatine jibo ku cejna Kurdan xira bikin. Di êvara Newroza îsal de şofîniyên deselata Sûrî bi awakî çavsorî êrîş berdane ser komên ciwanên kurd, û li kolana Qamişlo-Amûdê, dehma mizgefta Qasimo kom bûne, ku van leşkeran berê tifing û reşaşê xwe dane erd û asman, berê tifingên xwe li xanî û belkonan rast kirin, û fîşekên xwe bi ser koma miletê bêçek de teqandin û reşandin û li encama vê êrîşê sê xortên Kurd hatine kuştin û heft xort jî birîndar bûn. Weha diyar dibê ku tenê karê dirinde û hovane dikarê kela şofîniyan hînik bikê. Gelo ev hovîtî li kîjan welatî peyda dibe, nemaze di demeke weke îro de ku dengê aştiyê dengê giftûgoyê pirtir xwe di nav cîhanê de digirê. Di vê dema ku internêt û mobayl û alavên ragehandinê li her derî hene ku vê bûyerê ji xelkên cîhanê re diyar bikin, di vê demê de dengê fîşekên nexêrxwazan, dengê fêşekên mejiyê tuximperestan dijî miletê meyê aştîxwaz bilind dibe. Baş e, ev çi wata dide mirov ku deselatek xudan hikûmet bi vî karê han wilo hişkere miletê xwe bikujê?! Ne ji ber tiştekî, tenê çima ku kêfê bi cejina xweyê netewî dikê. Cejina netewîya Kurd li dijmin bû bela û derd, li wan nexweş tê, lewre ev şer şerê kurdîtiyê ye. Şofîniyên Ereb Mafê netewî ji xwe re helal dibînin, lê ji heman maf ji Kurdan re hheram dibînin, heçku ew in ku maf didin xelkê, ew in ku neteweyan çêdikin, ev yek bi xwe dijî qanûna Xudê ye, yê ku ev milet dane ser ruwê dinyayê. Bi rastî gelek sedemên vî karî çê bûn ya serekî ew bû ku deselata Sûrî bi hişekî dijminkarane li kêşeya Kurdî dinêre, û weha dibînê ku çareserkirina kêşeya kurdî bi riya devê tifingê, nemaze ku deselata Turkî jî di şerê xwe de li Zabê şikest. Vê yekê acizbûnek bi wan re çêkir, û di bala wan de ye ku nameyekê ji kurdan re rêbikin û têde dibêjin: Eger hûn serê xwe hil din, emê we bikujin, û va me hûn kuştin. Bi rastî ev bîr û mentalîta ku rijîma Basê Sûrî ji xwe re girtiye, welat ber bi karên dijwar de dibe, ber bi metirsiyeke bêsînor de dibe. Helbet, nameya tirsandina Kurda ne ji niha ve ye, ev yek ji roja ku deselata Erebî hatiye ser hikim, bi karê çewsandina miletê me radibe, êş û azariyê bi serê Kurdan têne. Bi ser wilo de jî deselata Sûrî di civat û masmidiya xwe de basa regezperestiya Cihûwan dike, lê li kîn û zikreşiya xwe ya neteweperest napirse, ka çi bi serê kurdên hejar dike. Kuştina Kurdan li nik deselata Sûrî bûye karekî hesanî, û ti hisaba ji kurda nake. Bi rastî ev yek gelek xirab e. Ev karê dirinde ticarî nakeve xizmeta aştî û yekîtiya welatê Sûriyê de. Ya dîtir jî deselat bi vî awayî ticarî kêşeyên milet çareser nakê, û kurd ticarî serê xwe li ber guleyên wan natewênin, û jê natirsin, û em li ser doza xwe jî bi viyaneke xurttir berdewam in.  
Lê ya giring ew e ku Tevgera Rizgarîxwaza Kurdî li Sûriyê hemberî vê yekê, karê yekîtiya hêzên xwe bike, û rê li ber dijminê aştiyê teng bike, da ku bikarê doza mafê miletê xwe bicî bêne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark