Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Cejin tengijîneke ziyanbexş bû !!

 


  sernivîsa rojnameya DENG *

   Gellê Kurd di Sûrî û tevayê kurdistanê û belaviyê de.. pêşewaziya cejna xwe ya netewî (Newroz) bi dijkirin û tengijîneke ziyanbexş boy gunehbariya bê rê ku dezgehên rejîma serdest li Sûrî bidest kirin, gulleyên zêndînî teqmen û ewişandî.. û bi heremekî berdane hevkomeke kurdî ahengînî jîwarî li taxa rojava ji bajarê Qamişlo.. şahîgêrek bi hatina Newrozê, di şeva 20/21-3-2008 an de .. ku sê ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan (Mihemed Zekî Remezan - Mihemed Yihya Xelîl - Mihemed Mehmûd Hisên) avriwa pakrewaniyê wergirtin, û hejmareke dîtir jî birîndar bûn .. birînên hina dijwar bûn ( Kerem Birahîm Yûsiv, Mihemedxêr Îsa, Riyad Hisên, Mihyedîn Hecî cemîl).


   Di sibeha 21 ê de cejin bû xwepêşandaneke gêleşok.. dehên hezaran ji keç û kurr û hevalên gellê Kurd di kejaweke qelebalix de boy naştina pakrewanan li gorepana Hilêliyê li Qamişlo beşdar bûn, gazî bi pakrewaniyê û pakrewanan dan.. durişmên gunehbarkirina gunehbariyê û kujerên gunehbar hilgirtin , da ku li tomarên rejîmênî reş hejmareke mezinî dîtir ji xwîna ku buhara kurdî bi kovanî û bobelatan giran dike  biwerde ( bêhtir bibe), û kejaweke dîtir bi rista kejawên pakrewanên herma bigihêje (pakrewanên serhildana 12ê avdarê û Şêx Maşûq , û pakrewanê newrozê Silêman Adî sala 1986.. daku pakrewanên newrozê bibine çar), û boy pitirbûna hingavt û birîndaran.. û qewarê sosretan mezintir bibin. Û hêjayî gotinê ye cemawerê gelê kurd li Sûrî û hêzên wî yên ramyarî vehesîna xwe xuyankirin di derheqê helwesta hêja de ya serokê herêma Kurdistanê kak Mes''''''''''''''''ûdê Barzanî di derbarê gunehbariya desthelata Sûrî, ew helwest cihê rêzgirtinê bû ji hemiyan de.
   Evê rejîme - bi têkderî- xwest ku rivîna Newrozê vemirîne, û çavê gellê Kurd bişkîne.. berdewamkirina konevaniya serkutkirin û tolvekirinê.. an bişaftin û bicihanîna yasayên awarte û ramyariya şofînîst dermafî wî de bi vêna paşxistina berdewamkirina têkoşîna wî boy mafê netewî dîmoqrat tevlî giriftara xak û gel, an jî lêdana yekîtiya niştîmanî ji Ereb û Kurd û Asûr û hemû rengên şevengê Sûrî û hevdijkirina wan xwebixwe mîna hercar, lê gumansar ma, û rivîna Newrozê bi evê  serreqiyê  gûrtir û geştir dibe û teysîna wê bêhtir dibe.. çiku ew bi hevgaran re rivîna azadiyêye, omîdan nûh dike, û gireftara kurdî bi dîrokê re pê şayik û ravekirî dibe, çiku tengasî û bobelat ne îroj û ne duhî .. ne li vir û ne li wir..  gellê me venaguhêre ..belê bi hêztir dike ..vîna jiyanê û xurtebûna xwe jê vetîne rijdîtir berdewamkirina têkoşînê  berbi pêkanîna çavgêranên xwe di jiyana azadî bi rûmet de, û yekîtiya niştîmanî di navbera pêkhatên civata sûrî de hevgirtîtir dibe her ku rejîm azardanan bi şevengên vê civatê bêtir dike û mafê wê pêşêl dike.., çiku pêkhatên Sûrî bi kevnetorê xweyî dîrokî bijarekiriye di gûncan û hevmilliya parastina vî welatî de û hevsozên berdewamkirina karin boy pêşxistin û balakirina kizweta wî.
   Dibe ku pir pirs têne bîra her niştîmanekî aza li Sûrî ji ber evan rahatinên barûte, gelo bi rastî ev rejîm şêdarê veşartina rasteqînêye hercar bi hêsanî tevî ku tawanbarî bi evî qewarî ne bêhtirî karên bêpirsyarî an reftarên ketanene, despêk bi pakrewanê yekem û ta bi evanên newrozê û birîndarên wan jî ? nemaze ku her kesê dûr û nêz ji civaka Sûrî ..wateya dadkirinên nerêtî û egerên (sedemên) berdewamkirinê ji dehên sala de xweş dizanin, û berdana gulleyên zêndî bêyî biryareke yekser ji dadgêrekî nerêtî an şûnkarê wî çê nabe , nemaze tiştê ku bû û dibe di nav salan de dûbare dibe û ne bûyreke bûhûrî û derbas bû .. gelo ev rêjîm di evan nîrên zortengiya konevanî de ku wê ji çarhawîr de dorpêç dikin ..çi dike ? ma bi rastî berjewendiya wê di azardana gellê Kurd û zindankirina niştîmanperweran deye ? ma berdewamkirina dadkirinên nerêtî û yasaya tengavî û yasa û dadkirinên awarte ji berjewendiyêd wêne ?  ma birastî belengazî û  birçîkirin û ewarekirina hejmarên pirr ji civaka Sûrî ..berjewendiye ? gelo berjewendiya wê pexşirandina gendeliyê û pitir kirina bêkariyê û belavkirina perjengên nelirê di civaka Sûrî deye..şitî dana sirkiran û pitirbûna gunehbarî û diziyê ? ma ev qonqx bi hemû nêşan û lêwerên xwe lêdana herçi hêzên niştîmanî (kurd-ereb- asûr ..h..w..) dixwaze ? ma xurtkirina rola Sûrî di rêya bêçarekirin û lawazkirina zarwêd wê re tekûz dibe ? û ku bersiv erênî be , ka berjewendiya welêt û berdestkirina fakterên pêşketin û werarê? ? an rêjîmê delîveya dûrketina xwe ji civakê naskiriye û ji hemû pêkhatên netewî û olî û konevanî bi dûriyekêye , û xweş dizane ku rasteqîna wê ji hemû sewiyan de berçav bûye da ku serxweş maye û qereqoşkî lê dixîne.., nexasma ku ewê her pêwîstî û giringiyên serraskirina konevanî û abûrî û civakî wenda kiriye…û ew rahatin û ramyarî tenê derbrrîna nejadê (gewherê) çanda wê di salên bûrî dene , a ku li ser nepenî û bêparkirina kesê dîtir ava bûbû, çiku ew çand hewdeliyeke netewî û olî û êdolojî bû , ji xwe pêve tev xiniz û gawir û rêşaş didîtin .., û ta kengî wê ev rêbaz berdewam be ? ?
   Bila rejîm xweş zanebe ku serkutkirin û tunekirin wê ji leperûjkên qeyranên asê û tevderbasî levherbilî ku peydakiriye rêzgar nakin ..û nerîna bigiştî ji rasteqînê venaguhêrin , herweke ku cemawer ji şopandina niştîmaniya berferehî azadî û dîmoqratî û hevjîna biratî xwaz dernayê, û ew nekare şêna têkoşeran bistîne .. belê bi hêz û rijdîtir dike  berbi pêkanîna omîdên evê civakê û têkurkên rewayî  di avakirina jiyana konevaniya nû de ligor bingehên dîmoqratî û hîmdeyên hevbeşiya rast ji saman û deslatdariyê ..bêyî serdestî û zordarî di rêya dewleta maf û yasayê de, pêkanîna wekheviyê piraktîk di navbera hemû şevengên civaka Sûrî de ligor bingeha destûreke hevçerxî û yasayên dîmoqratî.. ku deslatdariya dewletê di rajeya welêt û niştîman de be ..ne jêdera hezîta û bizdandinê be , merdênî û azadiya wî biparêze û mafê wî yê niştîmanî û netewî û konevanî û civakî  misoger bike tevlî ku newroz bibe cejneke netewî ji kurdan re û fermî ji hemû gellê Sûrî re, û çareserkirina giriftara gelê kurd pêk bê çiku bi bijareyî bûye giriftareke niştîmanî , û mafê dîmoqratî bigihêje hemû rengên şevenga Sûrî , di çarçoveya yekîtiya welat de biberferehkirina delîveyê li ber tevayên gell da ku bibin çavkaniyên avdana welêt û saziyên dewletê bi hêzên pêşxistinê .. da ku hemû li bin siya wan pişterast û bi aştî bijîn , .
   Li dawî , pakrewanên me li henkûfî avriwa hermayinê û buhuştên berferehin, wê navên wan li ser rûpelên dîroka ku em pê serbilindin… biçirisin , xwîna wan jiyanê çê dike û dara azadiya me av dide, û rasipêrek di stiwê hemû ciwanmêran deye, û birînên birîndaran xelatên avriwa hermane..bi mêranî stedine û gellê kurd bi hêzên konevanî ve soza berdewamkirina rêya azadiyê û jiyanê dane daku armanc û nêrînên ku ji jiyana xwe buhayê wan dane pêk bên, boy ku ev gel bibe mîna gellên cîhanê ji her kostek û merbendan azad be ..mafê wî bi tevayî bi deskeve di welatekî de ku bi her wateyên pêşketin û geşbûnê bêhnê dide ..

----------------------------

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya parta Azadî ya Kurd li Sûriyê – Hijmar 92 – Nîsana 2008 z, 2620 k.
E – mail : rojnameyadeng@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark