Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

M.Qasim û simînerek li ser (pirsgirêka têkildariyê di navbera kurd û misilmantiyê de)

 


  bi amadebûna jimarek ji nivîskar û dîroknas û pisporên di warê ayînê de ,nivîskar û perwerdekarê navdar mamosta Mihemed Qasim (Kurê Cızîrê) li koçka gulana çandî mêvandarbû , piştî rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanên azadiyê (şehîdên newrozê li qamişlo)
Şevbêrk bi mijara (pirsgirêka têkildariyê di navbera kurd û misilmantiyê de) dest pêkir


Di simînarê de kurê Cizîrê anî ziman kurdên netewperest di bêjin kurd bi şûr û darê zorê bûn misirman lê li gor nêrîn û boçûnên min û bi teqezkirina D.Azad Ehmed di govara diyalogê (elhîwar) de û gelek nivîskarên dî kurda misirmantî bê şer û şûr pejirandiye , û di lêvegera pirseke bi vî rengî : gelo çima kurd bûne misirman ji misirmana bêtir û bûne markisî ji markis bêtir û miletên misirman teva dewletên xwe avakirin ji bilî kurda ... eger çi ne ?
Rêzdar m.qasim bersiv wiha bi kurtayî da : di pêvajoya dîrokê de kurda kesayetiya xwe ya netewî ava nekirin û ev li cem lêkolîneran pirsgirêkeke di cihê aloziyê de ye , ji vê egerê û egerne dî pêwîste ku lêkolînerên kurd van alozî û arîşeyan berçav û çareser bikin da ku paşerojeke xweş û şad ji gelê kurd re diyar bi be , û di lêvegera pirsa erebîtî di misirmaniyetê de û bandora wê ya ziyander li ser neteweyên dî yên misirman , bi rêz M.Qasim bersiv da û got : ehmedê xanê çîroka mem û zîn û helbestên xwe tev bi kurdî di afirandin û kesî jê re ne di go tu çima wilo di kê ? , û navê zarokên min tev bi kurdî ne , lê bi rastî ereba bi hişê xwe yê êlperestî misirmantî di kirin , ji encama wa kiryaran ziyaneke ne baş gihandin misirmantiyê û neteweyên dî bi teybetî miletê kurd.
   piştî gengeşeke dirêj li ser mijarê mamosta m.qasim teqezkir li ser pêwîstiya peydabûna zimanê diyalogî di dan û standinê de û giringiya rêzgirtinê ji nêrîn û boçûn û baweriyên hemî mirovan re . 
Girkê-legê : çarşem 26/3/2008 ê z : 
amadekirin:
gulana çandî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark