Ewanan di vê daxûyaniyê de bi tundî destlatên Sûriyê bi van hêrižên hovane tawanbar dikin, herweha jî tevgera me ji raya gižtî û ji rêjîma žoven re rastrast dibêje; " Eger çiqas qorbanî pir bin, gelê Kurd û bizava wê ya siyasî di berevaniya mafên netewî yên gelê Kurd de bi hemû alav û žêwazên dêmokratiyê dê berdewam bikin. Eger çiqas ji gelê me bi destên destladarên Sûriyê jî pir werin kujtin, gelê me natirse, ewê bi pîdarî berevaniya doza xwe ya dadmend bike ...". Lê beriya ku tevgera me van gotinên jorîn û zor watedar ji me, ji cîhana dêmokrat û siyasî re bêje; ewê ji gelê xwe re got; " Em mîna protêstekê li dijî vê tawanbariya qirêj, rewža žînîya gelemperî radighînin û em îsal cejna NEWROZ ê li hemû herêmên Sûriyê û li dervayî welêt nakin ."
Ez jî mîna pir kesayetiyên rewženbîr û siyasetmedarên serbixwe û ne serbixwe bi du çavên vekirî li van helwest û biryaran temaže dikim. Tevgera me li aliyekî dibêje; gelê Kurd û tevgera xwe dê têkožînê bi hemû awayên dêmokrat berdewam bikin, ewanan ji dayina qorbaniyan natirsin. Di baweriya min de, ev nirînan dê gelek cihên pesnê bana, û ewanan dê wek helwestên žehnazî û dîrokî di eniya tevgera me de bihatana çespandin, eger tevgera me evan nirînên jorîn bi ahengên NEWROZÊ li hemû herêmên Kurdistana Rojava, li hemû herêmên Sûriyê û li dervayî welêt bixemilandana û bi agirên NEWROZÊ çakoçên KAWAYAN avdana.
Pir mixabin tevgera me bê ku ji gelê xwe re sedemên çênekirin yan ne lidarxistina çejna NEWROZÊ zelal bike, bê ku ewa di gotareke din yan di daxûyaniyek din de ji gelê xwe re ronî bike;1- kanî ji bo çi pêwîste Newroz netê kirin ? 2- Kanî zirar û ziyan çi ne ? 3- Ma gelo kî pirtir sudan ji vê biryara me werdigre, gelê Kurd ? yan rêjîma Bes? 4- Ma gelo, eva biryara armanca destlatên Sûriyê pêk nîne ?? Û bersivên hin pirsên din pir pêwîste werin dayin.
Lê ez jî di vê nirînê de me ku destlata Sûriyê bi mebesta çavtirsandinê, xûna sê xortên me li ber agirên mûman rijandin, ta ku tevgera me sed û pêncî hesabî ji xwe re bike û gavekê pêž de û du gavan di paž da bavêje û bi vî rengî hêz û vîna tevgera me sist bike. Dewleta Sûriyê û dezgehên parastinê bi girtin û lêdanan ezmûnan bi tevger û gelê me dike, ezmûna herî mezin, lêdan û kujtina Kurdan di 12 avdara 2004 an de bû.Gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistana Rojava û li dervayî welêt raperîn û pirotêst kirin, dengê xwe li dijî Dehakên sedsalên bîst û yekê bilind kir.Lê dîsan mixabin tevgera me ji ber jarbûna xwe nikanî bû vîna gelê Kurd baž derbibiriya û dengê gelê me ji sernûva nizim bû . Eger çiqas Kurdistana azad pêždikeve, eger çiqas helwestên serkirdayetiya herêma Kurdistanê der mafên gelê Kurd li her sê bežên din bi erênî têtin diyarkirin, ewqas destlatdarên nijadperst li Sûriyê ji žiyarbûna gelê Kurd li Sûriyê ditrisin, lewra jî ewanan dê herdem çavên tevgera me, çavên gelê me bi hêrižên xwe yên dirinde bitirsînin. Tevgera me bi vê biryarê bi xwe waneyek kêrhatî daye destlatên Sûriyê, ji ber wê jî, rêjîma Sûriyê niha zane ku çawa bizava me li Sûriyê biçerçewîne, ewa niha zane ku çawa çalakiyên partiyên me kêmtir bike û ji wan re sînoran dîne.
Dibe ku tevgera me ji xwe re hin pîvanên siyasî kiribin û gotibe; eger me Newroza xwe mîna berê li herêmên Kurdistanê, li herêmên Sûriyê kiriba, dê wê hîngê Erebên herêman bi alîkariya dewltê hêrîžî me kiribana û dê tevgera me jî nikanîba di bin vî barî de raba.. Eger em bêjin, ev texmîna rast be; ma gelo dîsan rast e ku em nehêlibin ku gelê me Newroza xwe bike ? Eger dewleta Sûriyê her sal beriya Newrozê yan di roja Newrozê de li kolanekê pênc û žež Kurdên me bikuje, ma gelo emê dîsan Newrozê nekin ? Ma gelo rêjeya Ereban li herêmên me çiqas in ? Kê gotiye ku ewanan dê li her derekê kanibin hêrižî gelê me bikin ? Eger em ji hêrižên Erebên žovînîst ditirisin, ma gelo li welatên ewropî jî peyrewên rêjîma Bes xurt in ?
Ma gelo Ragîhandina Žamê di vê derbarê dê bê deng bimîne ? Rêxistinên mirovane û dewletên cîhanê dê bêdeng bimînin? 37 melyonên Kurd dê li dijî hêrižên Sûriyê bê deng bimînin ? Ma gelo Sûriyê niha ji vê yekê pir amede ye ? Çima em weha jî texmîn nakin û nabêjin; "Eger mižk axê dikule, li nav çavên xwe dike ." yanê belkî zordariya dewltê di vê demê de li Ereb û Kurdan bibe sedema pêkanîna dêmokratiyê ?
Ez jî dibînim baž e ku tevgera me bi hižmendî û bi pilanên hunerî gavên xwe di hundir welatê Sûriyê de bavêje, lê pirsa min ev e; ma kîjan helwesta pirtir hižmendî û pîvayî ye ? Ta niha ez di vê baweriyê de me ku eger tevgera me di 21 avdarê de zemawenda pakrewanan bikira û cejna Newrozê jî bi awayên žaristane bi amedebûna Erebên dêmokratîxwaz pîroz bikira, dê rastir ba û ev helwesta dê wateya berxwedanê û xweragiriyê pirtir bida nîžankirin û pilanên rêjîma Bes beravêtî biba
Li dawiyê ez dixwazim bi riya van çend gotinan pirs û vepirsînan ji tevgera me û ji layengirên biryara tevgerê bikim, mebesta min tenê nasîn û zanîna rastiyê ye û hezar silav li giyanên pakrewanên Kurdistanê