Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ta kengî ev hovîtî?

 


  Ebdulbaqî Huseynî / Oslo  

Eve serê çend-deh salane ku rêjîma Ba´as li Sûriyê bi wî hizrê xweyî paŝverû û ŝofînîst planin dijwar li himber kurdên welêt, kurdên Kurdistana rojava dimeŝînin, da ku wan carekê esmîle bikin, û carekê wan tunebikin. Lê sebir û arama kurdên me herdem bitundî û li himber van planan radiweste, û hebûna xwe diparêze.
Em li bûyerên kevin venagerin, ligel ku xwîna ŝehîdên 12 Adara 2004 hîn li ber çavên mene, û hilma canê wan li ezmanê Qamiŝlo û hemî bajarên kurdî li Sûriyê dizîzike.


Doh rêjîma Baas a hovane, di ŝeva Newrozê 20.03.2008 de dîsa kîna xweyî reŝ û fikrê xweyî ŝofînîst berdewam kir, dema ku hêzek ji hêzên wêyî ewlekarîyê li ber komek ji xortên kurdan derbasbûn û dîtin ku kêfa xwe ji hatina Newrozê re tînin, gulle berdane wan. Di encamê de, sê xort kuŝtin û pênc birîndarkirin.
Hêzên ewlekariyê çavbarnebûna xwe dane xuyanî, dema ku dîtin kurd bi cejna xweyî netewî ŝadibin, rêjîmê xwest ku Newrozê bi xwînê bide rengîn. Û wekû hemî medyaya cîhanê da ragihandin, bê çawa vê rêjîmê bi vê kîna xwe heyŝt kurd kuŝtin û birîndarkirin.
Rêjîma sûriyê bi van karên xweyî hovane û kirêt, temenê xwe kindike, ji ber ku em tev dizanin bê rêjîma sûriyê di çi aloziyê de derbasdibe, û çiqasî rewŝa weyî cîhanî xerabe. Lê mixabin zilamên rêjîma Baas guh nadin vê rewŝê, tu dibê ”di guhê gê de ne”, ji ber hemî karên wan li Rojhilata Navîn de dide xuyanî bê çendî mirovin nezanin û tu tiŝtî ji siyasetê fêmnakin û hemî herêm jê neraziye. Û weku em tev dizanin çiqasî kiryarên nemirovane û bêmirês li Libnan, Felestîn û Iraqê kirine û çawa hemî ereb helwestek jê standine. Li vir em
jibîr nekin ku piŝtî çend rojan wê kongera ereban li Ŝamê li darkeve, û eger rêjîma Ŝamê hinekî ji helwestên xweyî xerab neguhere û bi taybetî derbarî kêŝa Libnanî û hilbijartina serokekî bo Libnanê, wê demê wê ev rêjîm baceke mezin deynê û wê xwe bi tenê bê dost û heval di Rojhilata Navîn û cîhana erebî de bibîne.
Herwiha di warê hundirîn de, û ji ber zordariya rêjîmê li ser hemî niŝtimanperwerên sûriyê çi kurd çi ereb heye, wê rêjîm bi tenha xwe bimîne û welat (Sûriya) ber bi tehlûkê de here.
Îca li pêŝ vê rêjîmê tu elternativ namîne ji bilî ku li xwe mukir were, û laborînê ji gelê sûriyê bixwaze, da ku ji nûve, gel û hikûmet karibin welatekî ŝaristanî ji nûve ava bikin.
Herwekî di rewŝa cîhana erebî de û li seranserî cîhanê gereke rêjîma sûriyê hemî rûpelên xwe ên siyasî ji nû ve vepexirîne û ji nû ve serastbike, wekû siyaseta cîhanê dixwaze, ne wekû çend mirovên nezan di rêjîma sûriyê de plandikin.
Em vegerin bûyera ku doh li Qamiŝlo çêbû û li rewŝa hemî kesên di vê êrîŝê de zor li wan hat  binerin, bêguman hemî kesên kuŝtî û birîndar welatiyên mene ,ji xelkên meyî qehremanin, dil û hizrên me li bal wanin, û bitaybetî malbata dost û hevalê min nivîskar Ibrahîm Yûsif ku du xortên wî zor li wan hatiye, yek ji xortan (Kerem) ku fîŝek li serê wî ketiye û hatiye birîndarkirin, û yê dî (Aras) ku ta nivîsandina van xêzan di nav lepên hêzên ewlekariyê de ye.
Belê ev hemî xwîn baca azadiyê ye, baca rizgariya mafê netewiyê ye, baca hebûnê ye.
Xwîna ŝehîdan û birîndaran ev Newroz bi rengê erxewanî xemiland, û cendekên wan bûn ardûyê helwesteke mezin, bêçiqasî ev meletê sivîl ê bê çek û top, dikare li himber gulleyên rêjîma Baas û hêzên weyê ewlekarî pêdarbin, û tucarî serê xwe natewînin, ta ku nasnameya xweyî netewî bidestbixin.
Evin ŝehîdên serbestiyê û serfiraziyê ne, evin pêŝeroja netewa kurd li Rojavayî Kurdistanê ne.
Û bila gelê Sûriyê bi hemî netewên xwe zaninbin ku azadiya mirovan û rizgarkirina ji rêjîmên dîktator, tucarî bi hesanî naqede. Helwest, pêdarî û xwepêŝandan gerekin!.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark