Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Doza helbesta min û Hejiya .... 2 helbest

 

Doza helbesta min


Mehmûd Badilî

    Li pêş xwe binêre ..
li dor xwe binêre ..
şûna pêkên te..şûn mayên te ne
bixwîne..
veçire..
birêse..
eniya bilindî bi rûmet...
doza helbesta mine.
        *    *    *
    Li pêş xwe binêre ..li dor xwe binêre ..şûna pêkên te..şûn mayên te nebixwîne..veçire..birêse..eniya bilindî bi rûmet...doza helbesta mine.        *    *    *

Kevirê xwe....
bavêje gola dilê min
xêzên bê dawî bixwîne
qermîçekên rûkê mine....
li binya xwe biner....
di nêv wêneyên wan xêzan de
t`ê xwe bibîne
di sînga dildarê xwe de.
       *    *    *
Li paş xwe binêre ...
deryake kûre...
pîrek zêrîne û kalekî mîre...
her kes dibîne..wek ku nabîne
Xura piştê naşkê
û çavê birçî têr nabe
ku bi destê xwe...
xwêdanê venemalîne.
        *    *    *
Mexabin....
rengê evîna xwe tu nasnakî,
dilê tijî evîn...
canê bi ahîna te hate sotin
û çavên li dûriya te...
rondikên xwînê barandin
kezeba şewitî .. peritî
hêvîya sergul te ne parastî ...
bi hişê xwe û hestê xwe
tu derbas nebû kûraya min.
             *    *    *
Çep û rast bixwîne
çavê bi tenê
dest û lingê bi tenê
tariya demê
û pertavên şevê...
movikên Jînê
û girêkên vînê
xewnên zarokan
û hêvîyên ter û xav
gundên nav guhertî
û çêşta derd û kulan
evîna rast û durist
bi yek carê...
                  nabîne û nabîne...
         *    *    *
Serê xwe rake...
asîman perçake...
wekî min çake...
rengê du çavên te ne
û sitêrên gewr û zer
gulzara memikên te ne
û heyva sipî boz...
rengê sînga teyî
mexabin ….
di bin postê reş de..dinale
di tariyê de..
bê rûmet maye û maye.
          *    *    *
Li rewşa dêmên min binêre...
mêye, yan nêre ...
ne giringe...
ji ebriwê xwe bi Pirrse
bo çi...?
şûrê rastiyê îroj koye...
herdem koye...
û dadî biliyaye..
wek min fedyoke
wek te tirsoneke
bê heyv û roke
qapaxên çavên te ne
jîna mine  ...
gewrayî nedî ye
wek neynika evîna me
ji ber dilopa
bê rû maye, û maye.
        *    *    *
Li dîdara xakê biner
xurista vîna me ye
geşbûna jîn û zemînê ..
xwîn û xwêdana me ye
Pembo bê av û xwêdan sipî nabe
û genim bê tav û baran...
zer û bel nabe
evîn bê canfidayî geş nabe
ne tirse...
mû şîn naye
di mista dest de...!!!
mista xwe bixwîne
heyştê û yek xêr û xweşiye
û hîjdeh şerxwaziye
Sûnd bi tewafa laleşê
″giha di bin keviran de namîne″
                                  û namîne..
                *    *    *
Li şevbuhêrkên evîndaran biner
dîroka Mem û Zînê
Siyamend û Xecê
û Ferhad û şêrînê
Veçire û bixwîne...
qelşê destê cotkaran
ariya kincê karkeran
Bi Pirrse
li sitêra bi tenê
bo çi jar û meste
li kişwera jînê
wek min wendaye
li ezmanê evîna te.
        *    *    *
Carekê tenê binêre
avjeniyê di çavê min de bike
her tê nasbike
çavên bi tenê
qotê serê xwe qet nabîne
ku tu xwe nebîne
kes te nabîne....
wiha,
dilê min te nacivîne
û ......
″Xura pişta te naşkê
             ku tu bi destê xwe ne xurîne″.

-------------


Hejiya

Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
 
Dil û can ..
hejiya
tev çiya
Dadî
û mirovanî ..
xak û ezman ..
hejiya
jiyan westiya ...!!!
Zivistanê ...
dixsiya di hestê xweyî bêhiş de
hilorkir ...
şevê xemla tariyê
li gerdena sozê kir
havînê bi germî beravêt
kirasê pîlanê
li bejna roniyê kir
Faşista Turk
û kîna merezdarî
xwelî li dêmên dozê kir
xewnên mezin bi dardakirin
û xewnên bi çûk ..
sînor jêra lêkirin
azadî sergûn kirin.
       *   *   *
Belê  ….
hemî rengê xebatê
li bejna me tê...
agir...
evîn...
Tevde dibin av ..
 diherikin mîna xwînê
dibin ba..
rengê bahozê dîn dibin
û ..  carna ...
xunavê dêjînin
dibin berbang ..
û rojek zelal ..
em dibin gulzara biratiyê
û neyar xwîna çiyan
tev xunva birûmet dinoşin
         *   *   *
Ho ″Ahora mez da″
bihna xwîna me ..
hêstirê daran ..
û nalenala gund û bajaran
tu nakî ...
Bo çi tu deng nakî ?
rabe...
rojê sed carî ″Anahîta″
tê kuştin,
û îroj girtin û şewitandin.
lûsa me bûye zindan
dadî, bi sêdara şevê
                       bidarvekirin ..
Bêje :
dê çawa em ê nebin
agir.
dil,
laş û rewan ...
tev hatine sotin
roj bi rojê ..
agirekî nû xwe
li rewanê me dipêçe
bi hezara keç û xort
mina ″Evcîniya″
bo welat xwe kirine qurban
″Leyla″
  ″Zîlan″
û rûmeta agirê ″Mezlûm doxan″
şoreş...yekîtî,
evîn û zanîn
Dê em jî karibin
bi kevir kaniyê xwe
li ser dîwarê çaxê
wênebikin navê xwe
pertûka berxwedanê bixwînin
di kezeba asîman de
 vekolin azadî, azadî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark