Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Romana Tirsa bê diran bi tirkî derket

 


  Ji weþanên EVRENSEL li Stenbolê, romana nû ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv (Tirsa bê diran) bi tirkî hate weþandin. Rahmî Batûr roman ji kurdî wergerandiye tirkî.
Roman bi giranî li ser tirsê radiweste. Tirsê xwe berdaye nav hestiyên kesên romanê, herweha seranserê wî Welatî ji xwe re kiriye hêlîn. Bi taybetî ew tirsa dîrokî ya ku miletê Kurd li Sûriyê ev zêdeyî çil saliye di nav pencên wê de dinale, bêyî ku dengê wê nalînê here tu kesî.


Têkiliya Mûsayê biçûk-kesê sereke yê romanê- bi tirsê re, di meþeke þagirtên dibistanan de, dest pê dike. Wêneyê serokê nemir ji destê wî dikeve û ev ketin dibe bûyereke siyasî ku encamên wê mohra xwe li kûrahiya dilê wî dixîne. Hetanî ku duwazdeyê Adara 2004 an tê û mîna bahozekê qedera hemû kesên romanê diguherîne. Qado direve derve, Mûsa jî li pey þopa Saykisê Ingilîzî, hevalê Pîko, sînoran derbas dike. Li kampekî penaberan, li Elmanyayê li zarokekî kor, ku lawê Qadoye, rast  tê. Hevalê wan î din jî Simko li welatê tirs û lalbûnê bêdeng dimîne.
Roman bi giranî li ser jînanîgariya wan her sê kesan radiwest e.
Hêjayî gotinêye ku pirtûka Tirsa bê diran pirtûka duyeme ya Helîm Yûsiv, piþtî mirî ranazin, ku bi tirkî tê weþandin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark