Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: CEGERXWÎN (FESTÎVALA HEWLÊRÊ)

 


Rezoyê Osê

   Di rojên 10-12/2/2008 festîvaleke/mehrecanek mezin li şarê Hewlêrê pêk hat. Ev çalakiya herî mezin bû, ku bi navê helbestvanekî Kurd hate lidarxistin. Xwedanê festîvalê wezareta rewşenbîrî bû, komîta rêveberî û amadekirinê çalakdar bû û mêvanên wê ji Kurdên hemî cih û warî bûn.
   Piştî ku wezareta rewşenbîrî, bi serdariya birêz Felekeddîn Kakeyî, biryara lidarxistina festîvaleke bi navê Cegerxwîn da, komîtek bo birêvebirina kar û barên wê hate binavkirin, da xebata xwe bike.


Xebata komîta festîvalê:
   Piştî ku komîte, bi biryara wezîrê rewşenbîriyê hate binavkirin, kar û xebat jî ketin çerxa xwe de.Wilo, vexwendiyên festîvalê, ji herçar goşeyên cîhanê, hatin binavkirin û rojên çalakiyan jî hatin diyarkirin. Ji her mêvanekî hate xwestin, ku xebata xwe li ser berhemên seyda Cegerxwîn pêşkêşî komîtê bike, da bikevin ber pîvanê û yên pejirandî ji wan
destnîşan bibin, û yên serkeftî cihê xwe di programê de bibînin. Ne tenha wilo, lê komîtê belavokek li ser jînenîgariya seyda Cegerxwîn û berhemên wî çap û belav kir, da bibe pirtûka danasînê û herweha programa çalakiyên hersê rojên festîvalê, nivîsandî, berdest kirin.
   Dervî van karên rêvebirî, komîte bi karên organîzekirinê jî, bi hevkariya wezareta rewşenbîrî, rabû û hem pêşewaziya mêvanan kir, hem jî ew bi cih û qonax kirin. Bilî vê yekê pêşangeha kirt û mirtên seyda Cegerxwîn amade kir û jêmayên seyda tê de bi cih kirin. Ji cil û bergan, belgename, destnivîs, mohir û alavên karên torevanî û gelek tiştên din.
   Ev çalakiya gewre û giring bin navê dîwana sisiyan, ya seyda Cegerxwîn, hate destnîşankirin. Û wilo, bi tîpên mezin li gel wêneyê Cegerxwîn hatibû nivîsîn:

Kî me ez?
Festîvala Şaîrê Mezin ê Kurd CEGERXWîN
Roja pêşî  10.02.2008:
   Piştî mêvan gihiştin hola çalakiyan, programê rojê kat 10 sipêdê dest pê kir. Wilo, festîval bi xulek rawestan ji bo giyanên nemirên Kurd û Kurdistanê, kete çerxa xwe de, da piştre festîval bi nav bibe. Destpêk jî bi xwendina firdikekê ji helbesta "Kî me ez? ", li gorî navlêkirina festîvalê hat. Hinga dor hate ser tîpa Duhokê ya mûzîkî, da bi saz û awazên xwe festîvalê bixemilîne. Vê tîpê, bi sazekî şêrîn û rewan dest bi komekê ji helbestên Cegerxwîn kir.
   Piştî çalakiyên tîpa Duhokê ya mûzîkî, parêzerê Hewlêrê hate pêşkêşkirin, da bixêrhatinê li mêvanên xwe bike. Li pey gotina parêzerê Hewlêrê, name û birûskên vexwendiyên ku derfeta amadebûnê bi dest nexistibûn, hatin xwendin. Ji wan :
-  Birûska Osman Baydemir serokê şaredariya mezin ya Diyarbekirê.
-  Biroska malbata nemir Qadî Mihemed.
-  Birûska Nivîskarê navdar Yeşar Kemal.
  Wilo jî, di her navbirekê de, hin birûsk dihatin xwendin.
   Gotina sendîka Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji hêla Dr. Izeddîn Mustefa Resûl ve hate xwendin. Dr.I.M.Resûl şahnaziya xwe anî zimên û got, ku di vê roja pîroz de, di roja vekirina festîvala Cegerxwîn de, Y.N.K. hatiye damezrandin.
   Di vê rêvebirinê de, dor hate ser wezîrê rewşenbîriyê birêz Felekeddîn Kakeyî, da bixêrhatinê mêvanên wezareta rewşenbîrî bike û serkeftinê ji kar û barên festîvalê hêvî bike. Êdî dorê dide birêz Fadil Samir, da gotina Yekîtiya Giştî ya Nivîskarên Îraqê pêşkêş bike. Piştre gotin dighe cîgirê wezareta rewşenbîrî ya Îraqa Federal birêz Fewzî Atrûşî, da ew jî vê gavavêtinê pîroz bike û serkeftinê ji kar û xebatên rewşenbîrî re, bi piştgirtineke xurt, hêvî bike.
   Wilo, danê sipêdê bi xwendina hin biroskan û xwendina hin helbestên vebijartî, ji dîwanên seyda Cegerxwîn, bi dawî hat.
   Danê êvarî bi çalakiyên rewşenbîrî kete çerxa xwe de. Di vî danî de, beşdarî ji herçar parçên Kurdistanê pêk hat. Lêkolînên li ser berhemên Cegerxwîn, li gel dîtin û analîzekirina beşdaran, hatin pêşkêşkirin. Ji wan: Dr.Sadeddîn Mella, Dr. Fadil Omer, Rezoyê Osê. Wilo jî lêkolînerekî ji Kurdistana rojhilat û xwendevanekî ji zankoya Ankarê, ku magîstera xwe li ser berhemên Cegerxwîn amade dike beşdarî kirin.
   Piştî xwendina berheman bû dema pirs, guftûgo û bersivan li ser naveroka wan. Wilo, roja pêşî bi dawî hat û bû çaxê lihevpirsîn û hevnasînê.

Roja navîn 11.02.2008:

   Li roja didiwan ji çalakiyên festîvala Cegerxwîn, grûpekê ji rewşenbîrên Kurd berhemên xwe pêşkêş kirin, ji wan:
-  Dr.Kamîran Berwarî /Hizr û boçûnên netewî li ba Cegerxwîn/.
-  Selwa Gulî /Jin di helbestên Cegerxwîn de/.
-  Konê Reş /Hin helbestên min li ser Cegerxwîn/.
-  Şewket Sindî /Çi hişt seyda bibe Cegerxwîn/.
-  Mihemed Hemo /Heft şîretên Cegerxwîn/.
-  Perwîz Cîhanî /Evîna yar û war di helbestên Cegerxwîn de/.
   Piştî raxistina van berheman, dîse pirs, guftûgo û bersivan rola xwe di demê de sitandin û rûniştin têr kirin û xemilandin.
   Danê êvarî taybetmendiyeke xwe hebû. Ew jî ne li bala kesekî bû, ku ji nişka ve serok Mesûd Barzanî derbas holê bû. Bi derbasbûna wî re herkes rabû ser piyan û bi çepikan bixêrhatina wî kirin. Wilo jî, li dawiyê, ew ber bi oxir kirin. Lê çalakiyên beşdaran bi hatina serok ranewestiyan û normal di çerxa xwe de geran.Xwedan berhem ev bûn:
-  Elî Şemdîn /Qîr û halanên Cegerxwîn/.
-  Nozad E.Bamernî /Taybetmendiyên Cegerxwîn di berhemên wî de/.
-  Wezîrî rewşenbîrî birêz Felekeddîn Kakeyî ev festîval, di gotina xwe de wisa da pesindan, û got: "... Ev festîval serkewtin e bo herêmî Kurdistan û serkewtin e bo netewî Kurd..../.
-  Ehmedê Hîto /Bi zargotinekê dest bi axaftina xwe kir û got: " Min got, te got, Golikê çêlek dot"/.
-  Arjen Arî /Cegerxwîn Kurmancî û Soranî/. Wilo, helbestvanê navdar Arjen Arî ev dan bi nivîsa xwe bi dawî anî.

 Roja dawîn 12.02.2008:
   Di vê rojê de du çalakiyên mezin û balkêş hatin pêşkêşkirin.Yek ji wan tîpa balêtê ya Slêmaniyê pê rabû. Ew jî skêçeke balêtî bû, şêwe pêlane bû, di rengê asîmanê hişîn de bû û deryake bê binî û bê kenar bû. Ev balê bi navê Helebçe bû, ku pêlên ademîzadan rê nedidan hev û di ser hev re bê westan diqulipîn. Ji kartêkirina banbilind û pisporî temaşevan tev rabûn ser piyan û bi çepikên germ ev tîpa hêja ,li ser vî karê serkeftî pîroz kirin.
   Piştî van çeplelêdanên gur û germ û piştî sipasiya komîta rêvebiriya festîvalê, fîlmekî dokomental li ser seyda Cegerxwîn hate pêşkêşkirin. Têde gelek movikên jiyana seyda hatin berçavkirin.
   Fîlim bi pêşwaziya gelê Qamişlo ji gewdê seyda re û bicihkirina wî dest pê kir, da êdî qûnax bi qûnax li şopên seyda bigere. Ji serxetê, ji Binxetê, ji Ewropa û penaberiyê tanî bi hevpeyvînên bi dost û hendemên wî re. Piştî temaşekirina fîlim, rê ji nirxandinan re hate vekirin, da kesê bixwaze behweriyên xwe derbarî vî karê hunerî bîne zimên.Wilo, hersê rojên festîvalê bi dawî hatin, da çalakiyên seredan, ger , seyran û xatirxwestinan bi rola xwe rabin.
   Belê, bi lidarxistina vê festîvala seyda Cegerxwîn, li ser asta Kurdistanê, zindî bû. Dimîne, ku senterek bo torevaniya Kurdî bête avkirin, da hemî torevanên Kurd cihê xwe tê de bibînin û bibe binekova lêkolînên tore û çanda Kurdî.

-------

Jêder: kovara PIRS ê jimara 41

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark