Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: berve damezrandina raweyek nû

 


Sernivîsa rojnameya DENG - Hijmar 91 

 qonax , bi her ê ku radike – ji layên navdewletî û herêmî de- ji nîşander û wateyên pevketinine dibe ku bihevxistî bin an guvêşekine curbicur dibe ku dijwar bin, û bandore wan a rastexwe hebe – bê guman – li welatê me Sûriyê, nemaze welatê me jî di dilê bûyerî de ye, ev giş di dema ziyadbûna stemê de li hundirê welatî, tiştê ku li hêzên demoqrat û welatparêz erk û berpirsyarîne nû û girîng disepîne, û di pêşiyê de lêveniherîn di siyaset û şêweyên karê xwe de


paşê jî karê rijd ji bo amanca damezrandina raweyek nû tevî hemî alozî û tajêçûn û tevderbasbûnên wê yên ramyarî û çandî û civakî, ya ku ji yekemîn mercên wê ye: dewamiya praktîk a berhemine çandî û zanyarî yên nû ku li gorî qonaxê û erkên wê tên, û kar di layê danîna bingehên pêwîst de ji bo peyker û çarçovene ramyarî ji cureyek pêşkevtî, divê werin encamdan di riya diyaloga rijd û perpirs re, diyaloga ku tunnedike hemî durvên tekoşînê yên ji cureyê şerê sar ê serdem jê derbasbûye, û were qerebûkirin bi çespandina prensîpa nerîn û nerîna din, a ku bikartê di gel prensîpên guhertina cîhanî, ji bo jiyanek ramyarî nû û kirdar, ku bingehê wê demoqrasî be bi hemi wateyên rajeya civakê  di çavgêrana wî de ji bo şaristanî û pêşkevtinê, û berjengên wê avakirina dewleta maf û yaseyê ya ku tunnedike têkdrîtiyê û têkdanê û durvên kedxwarinê û cudakariya neteweyî û ayînî û olî ..h.d, û pêktîne prensîpa alugorkirina aştiyane ji desthelatê re di riya sinduqên pişkavêjtinê, û aşkere dakokiya azadiyên giştî dike (wek azadiya rêkxistina ramyarî û sendîkayî û azadiya nerînê û derbirînê û belavkirinê) û misogerdike dada pêwîst di dabeşkirina samanê de, û ev giş di riya karê li gorî destûrekî serdemî û guncanî yê danpêdanê dike bi curbicuriya neteweyî û ayînî û ramyarî û wekheviya temam di maf û erkan de, û misogerkirina mafên neteweyî yên demoqrat ji gelê kurd re di çarçeweya yekîtiya welatî de û wek ku xizmeta pêşveçûn û pêşkevtina wî dike..
    Û di gel wê, em dikarin dupatebikin têkeliya diyaliktîkî di navbêna armancên hêzên welatparêz bi cemawerên xwe ji çavgêranên yasayî re ji bo subehiyek baştir de, û navbêna amadekirina merc û rêkên pêkanîna wan, çimkî guhertina xweztî pêknahe tenê bi xweztina wê, ango bêyî çandeyek serdemî ye guhertinî û bêyî amadekirina erkên wê û paşê sinûrkirina helgirê wê û xurtkirina rola vî helgirî bi hemi wateyên viyan û xurtiyê.. û jiyanek demoqrat avanabe bi heman hişmendiya desthelatdarî ya dûrkirinî ya ku stem li dûv tê, ji ber ku demoqrasî ew e naveroka guhertinê û dûriyên wê yên çandî û zanyarî û mirovane he ne.. û guhertin pêknahe bi bergerê û xweztina guhertinê ji hişmendiya ku qayilnabe, nemaze hemû bi hewceyî mîratekî demoqratî dîrokî ne, ji ber jêrdestkirina stemê ji dehsalan de.. û ji vir de, û ji bo ku kar rijdî be di vî layî de, dive nîşanebibe ji yê dibe ku bibe wek bingehên birêkevtinê û bi taybetî di biwarê niştimanî de û di biwarê neteweyî yê kurdî de.
 
1- Li ser astê niştimanî yê giştî:
- Yekkirina têgihîşteyên zanyarî, û jê têgihîşteyê guhertinê, û neveroka kiryara guhertina li dar di cîhanê de û têkeliya wê ya xurt bi yê ku dive di hundirê welatê me de bibe, û sûdwergirtina ji şarezayiyên kombûyî di riya nimayişa nimûne û durvên guhertinê re yên li cîhanê bûyî, jê nimûneyê pêkhatî ji hundirê parta desthelatdar de wek Yekîtiya Sovyet a berê û Bulgaryayê, û durvê pêkhatî di bin pestana milletan û hêzên opozisyona welatparêz de wek ku li Ewropaya rojhelat, û şêwazê din bi maytêkirina serbazî ji derve de wek ku li Îraqê û Afganistanê û dewletên Bulqanê.
- Ji bo ku karê di riya guhertinê de nebe şêweyekî kudetayî, leşkerî, pîlanî.. û ji bo ji nû de encamdana stemê nehe kirin, divê giş venasin ku ti hêzek siyasî di welatî de nikare bi tenha xwe bibe helgirê xuristî ji kiryara guhertinê re, û paşê ew ê nikaribe bibe şûngirê tenha, ango kêşeya guhertinê divê arîkariya kedên hemî hêzên niştimanî û cemawerên wan ên baweriyê dikin bi guhertinê û bi hev û du re helgirê bingehîn ê kiryara guhertinê pêktînin, ji bo bikaranîna veguhestinek cureyî ji raweyê stemê bo raweyê  demoqrat.
- Ji bo paraztina cure ji çendîtiyê û dabînkirina mafên hemî pêkhateyên niştimanî, û ji bo biryar nekeve dest yek kes an alî, ramyarî be an neteweyî be an ayinî be.. divê venasîn bibe bi prensîpa diyalogê û yekkevtina niştimanî di pêşangeha wergirtina dozên niştimanî û çareserkirina pirsgirêkan de û danîna rêkxistinên pêwîst ên destûrî û yesayî û kargêrî û aborî ..h.d.
- Venasîn bi prensîpa curbicuriya neteweyî (erebî, kurdî, siryanî ..) û ya ayinî û ya ramyarî, û qebûlkirina danîna wê di destûrê welatî de.
- Yekkirina helwesta ji çareserkirina doza kurd li Sûriyê, li gorî nerînek demoqrat, wek prensîpên komelnasiyê û siyasetnasiyê, û prensîpên yasaya navdewletîn di mafên gelan de, bi pêkanîna wergirtina gelê kurd ji mafên wî yên neteweyî û demoqrat re di çarçeweya yekîtiya welatî de û pişkdariya di pêşveçûn û pêşxistina wî de.
- Çareserkirina dozên jêknegirtin û ciyawaziya di bîrûbaweriyên hêzên niştimanperwer de li ser gellek kêşeyan di herdu biwarên navdewletî û herêmî de, nemaze helwest ji tekoşînên li dar di Felestînê û Libnanê û Îraqê de, û yekkirina têgehîştinê û helwestê ji hêzên navdewletî yên piştgiriya guhertinê dikin û yên din ên piştgiriya terorîzmê dikin re, û sinûrkirina têgehîştinê û helwestê ji karên şiddetê û bi taybetî  cudakirin di nêvanî terorîzmê û berxwedanê de, ango xwedûrkirin ji hevdijiya di navbêna dozkirina guhertinê û sekinîn li gel rêza li dijî wê..
 
2- Li ser astê neteweyî yê kurd:
- kar bi qasî karibûnê ji bo belavkirina giyanê demoqrat di navbêna rêzên partên me yên siyasî de, û di têkeliyên partan û têkelî bi yên din re de, li dûrî hişmendiya jêrdestxistina biryara ramyarî, û çespandina prensîpa nerîn û nerîna nerêk, û xistina şêweyê diyalogê li şûna hişmendiya têkoşînê ya bi dehsalan maye bêyî sûd, û lêvenerîn di bername û şêweyên kar û xebatê de, û hêlana şêweyê êrîşkirin û bixayîndanana yê din, çimkî ew mentiqê diyalogê û têkgehîştinê sinûrdike û xizmeta doza me nake bi çi durvî be..
- Venasîn bi prensîpa damezrandna raweyê nû  bi rêkevtin û dewamî û karî bi layê niştimanî re di riya diyaloga rijd û kirdar de, û dakokî li ser: dîtina çareyek demoqrat ji doza neteweyî ya kurd re ku misogerdike wergirtina milletê kurd ji mafên xwe yên neteweyî re, nahe ji bilî di navbera raweyê niştimanî yê giştî re, ango ew dozek neteweyî û niştimanî ye di heman demê de, û erkên niştimanî jî berpirsyariyek e li ser mila rengên şevengê niştimanî û her yek bi qasî karibûna xwe..
- Lêvenerîn di hevbendiyên kurdî – kurdî yên heyî de an verêkxistina wan li gorî qonaxê û sîmayên wê û xuristiya wê, wek ku tê pêkkirin bi damezrandina raweyê nû di riya diyalogê û domandina karî re ji bo encamdana lêvegera kurd li ser bingeha niherîna hevbeş a ku danûstandina wê cihekî girîng bir ji guhdana layên xemxur de..
    Û wilo, damezrandina raweyek nû, cureyî û serdemî, di pêşiya erkên me yên niştimanî û neteweyî de ye, nemaze em li ber qonaxek pêwîst û veguhestinine hêvîkirî ne, ji dijwariyê ye pêşbînî bi hûrikiya encamên wê, lê dibe em xwe jê re amadebikin û dirjangên wê bişopînin di pêvajoya têkeliyên heyî de di riya adgar û sîmayên wê yên bingehîn re, yên – bê guman – dê li dawiyê berê xwe bidine xizmeta gelan û dozên wan ên çarenûsî û çavgêranên wan ji bo subehiyek baştir a ku jiyana wan dabîndike û azadiyên wan diparêze, di seqamgêrî û îmnahiyê de..
 DENG
--------------------------------------------------------------------------
* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya parta Azadî ya Kurd li Sûriyê
** hijmar 91 – meha Avdarê – 2008z
--------------------------
Ferhengoka sernivîsê:
Ayîn - دين
Aborî - اقتصادي
Adgar - ملامح
Ast - صعيد
Alugorkirin - تداول
Berpirsyarî - مسؤولية
Bixayîndanan - تخوين
Berjeng - سمة
Ciyawazî - تباين
Çavgêran - تطلّع
Çespandina - ترسيخ
Çarçove - إطار
Damezrandin - تأسيس
Diyalog - حوار
Dakokî - تأكيد
Derbirîn - نعبير
Dabînkirin - ضمان
Dirjang - مضاعفات
Danpêdan - إقرار
Dabeşkirin - توزيع
Disepîne - يفرض
Erk - واجب
Guncan - توافق
Guvêşek - مخاض
Herêmî - إقليمي
Hevbendî - تحالف
Hêlan - نبذ
Hevdijî - تناقض
Helgir - حامل
Hûrikî - دقة
Helwest - موقف
Jêrdestxistin - هيمنة
Jêknegirtin - خلاف
Îmnahî - أمان
Kirdar - فاعل
Kudetayî - انقلاب
Kargêrî - إداري
Komelnasî – علم الاجتماع
Lêveniherîn – إعادة النظر
Maytêkirin - تدخل
Merc - شرط
Nerêk - مخالف
Nimayiş - استعراض
Nimûne - نموذج
Nîşander - مؤشر
Opozisyon - معارضة
Praktîk - عملي
Peyker - هيكل
Pêşbînî - تنبؤ
Prensîp - مبدأ
Pestan - ضغط
Pîlan - مؤامرة
Pêkkirin - انسجام
Pişkavêjtin - اقتراع
Pirsgirêk - معضلة
Perpirs - مسؤول
Qonax - مرحلة
Qerebûkirin - تعويض
Rijd – جاد، جدّي
Rêkevtin - وفاق
Raje - خدمة
Rawe - حال
Siyasetnasî – علم السياسة
Saman - ثروة
Seqamgêrî - استقرار
Sinûrkirin - تحديد
Sûdwergirtin - استفادة
Şûngir - بديل
Şareza - خبرة
Şêwe - أسلوب
Şeveng - طيف
Tajêçûn - تشعب
Têkdrîtî - عبثية
Têkdan - فوضى
Têgihîşte - مفهوم
Venasîn - اعتراف
Veguhestin - نقلة
Xwedûrkirin - تحاشي
Xemxur – معني
Yekkevtin - توافق

 ------


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark