Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Avabûna Dadgeha Îstiklalê û Îlankirina Qanûna Teqrîr-î Sikûn û Darizandina Panêla Tevgera 1925-an

 


Îbrahîm GUCLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Di dîroka neteweya kurd de, 4-ê Adarê xwediyê wateyeke gelek girîng e, ji bona gelê kurd rojeke gelek tarî û nexweş e. Piştî  Serihildana Neteweyî ya Kurd a 1925-an,  di 4-ê Adara 1925-an de ji bona ku gelê kurd ji Kurdistanê koçber û sirgûn bibe Qanûna Teqrîr-î Sikûnê ji meclîsa tirkan derket. Di hemendem de  Dadgeha Îstiklalê jî ava bû.
Piştî Qanûna Teqrîr-î Sikûnê bi sed hezaran kurd ji gund û bajarên xwe hatin koçberkirin û ev koçberiya di çarçeweke jenosîdê de hat meşandin. Demaografiya nufûsa Kurdistanê hat guhertin.


Dadgeha îstıklalê, serok û têkoşerên Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925-an darizand û cezayê îdamê da Sêx Seîd Efendiyê Pîranê û hevalên wî. Ev dadgeha, dadgeheke leşkerî û nehuquqî bû.

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê  di 03. 07. 2005-an de ji bona ku serok û şervanên Tevgera Kurd ya 1925-an bîr bîne panêlek bidarxist. Di vê panelê de Dr. Mehmeh Emîn Sever, Şêx Kasim Firat, Şerefxan Cizirî axevtevan, ez jî rêvebirê panelê bûm. Di encama panêlê de di derheqê min doz vebe. Sê sala ku ez ji bona vê panêlê têm mehkemekirin.
Min, dema ku dozê dest pê kir,  ji dadgehê wergerekî kurdî daxwaz kir ku ez bîrûreyên xwe û parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim. Dadgehê jî ev daxwaza min pejirand û ji Zanîngeha Dîcleyê wergerekî kurdî daxwaz kir û wan jî werger şand. 3 sal in ku doz bi kurdî dom dike. Di destpêkê de min parêznameya xwe biniviskî û kurdî pêşkêşî dadgehê kir. Ez, vê parêznameyê li jêr pêşkêş dikim.
Îro jî (04. 03. 2008), di ev roja ku Dadgeha Îstiklalê avabibû, ez jî hatim mehkeme kirin û dozgerê komarî mûtalaaya xwe ya dawî da û cezakirina min daxwaz kir. Dozgerê komarî di mûtalaya xwe de dibêje ku: “Komeleya Kurd a Diyarbekirê ji bona salvegera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî, ji bona ku wan bîr bînin panêlek bidarxistin. Îbrahîm Gûçlû di vê panelê de behsa naverok û armanca Tevgera Kurd ya 1925-an dike.  Di axiftina xwe de ji Kurdistanê û neteweya kurd behs dike. Bi vê yekê jî di navbeyna kurd û tirkan de kategorîzebûneyekê çê dike. Ev jî dibe sedem ku Kurd ji Tirkan re dijmin bin. Ji bona ku Îbrahîm Gûçlû jî mirovekî naskirî, diyar , serokê komeleyê ye, nerînên wî li ser gel jî xwdiye tesîrek û bandoreyekê ye. Ji bona vê jî, divê ji xala 216/1-emîn û 53-emîn a Qanuna Cezayî  bê cezekirin.”
Min û parêzerê min Birêz Sabahaddîn Korkmaz jî, ji bona ku werger li dadgehê amade nebû, me daxwaz kir ku werger bê û em parêznameya xwe pêşkêş bikin. Dadgehê jî biryar da ku di 06. 05. 2008-an de werger bê dadgehê, em jî parêznameya xwe pêşkêş bikin.
Ezê parêznameya xwe ya dawî jî, bi kurdî û niviskî pêşkêşî Dadgeha Îstiklalê ya îro bikim. Lewra tê zanîn ku piştî serîhildanên neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê jî, dadgeha derheqê welatparêz, siyasetvan, rewşenbîrên kurd de wek dadgeha îstiklalê vatiniya xwe aniye cîh. Gelek kêyfî cea li ser kurdan barandine. Piştî salên 1959-an jî bi deh hezaran kurd hatine hepis kirin û hatine cezekirin.  
                               *****

Tevgera Kurdistanê ya 1925’an, mafê çarenivîsiyê gelê kurd diparast. Tevgereke neteweyî û rewa bû…
Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya     8-emîn re,
Komeleya Kurd a Diyarbekirê, di 5. 3. 2005’an de ava bû. Komeleya Kurd a Diyarbekirê, di destûra xwe diyar kiribû ku ji dîroka neteweya kurd re jî xwedî derkeve, neheqiyên dîrokî yên li neteweya kurd bûne deşîfre bike û ji bona ku ev neheqiyan ji holê rabin xebat bike.
Di vê çarçewê de Komelaya Kurd a Diyarbekirê  di 03. 07. 2005’an de di derheqê Tevgera Kurdistanê ya 1925’an de panelek amade kir. Dr. Mehmet Emîn Sever, Kasim Firat, nivîskar Şerefxan Cizirî wek axevtevan, ez jî wek rêvebirê beşdarî vê panelê bûn.
Di panelê de min pirs pirsiyan, panelîstan jî bersîv da. Di panelê de li ser qerektera Tevgera Kurdistanê ya 1925’an, sedemên vê serîhildanê, encama serîhildanê hat rawestandin, kesên ku ji vê tevgerê re pêşengî kiribûn hatin diyar kirin.
Di ser panelê  re demeke dirêj derbas nebibû ku dozgerê komarî di derheqê panelê û min de lêpirsîn dest pê kir, di 30. 11. 2005’an de doznameya xwe amade kir. Di doznameya xwe de daxwaz kir ku ez bêm ceze kirin. Di doznameyê de ji panelîstan nayê behs kirin, ew jî diyar dike ku ji bona panelîstan dozger gihîştiyê encamê ku ne hewceyê di derheqê wan de doz vebe. Min ev helwesta dozger baş û hiqûqî dît. Diviya bû ku ji bona min jî, ji aliyê pîvana wekevî, azadiya fikir û baweriyê de doz venebibûya. Lê dozger xuyayê ku dema ku navê min dîtiye, hewce dîtiye ku doz veke.
Dema ku  mirov dîroka Tevgera Kurdistanê ya 1925’an bide ber çav dibîne ku piştî 82 salan ev tevgera jinûve dadgeh dibe. Dîsa neteweya kurd ji hemû mafên xwe yê neteweyî, civakî, çandî û.w.d. bêpar e. Piştî 82 salan dîsa diyar dibe ku di şertên Tirkiyeyê de guhertinek nehatiyê holê.
Heger piştî 82 salan paneleke di derbarê Tevgera Kurdistanê ya 1925’an de dadgeh dibê, ev jî diyar dike ku Komara Tirkiyeyê nikare pirs û pirsgirêkan çareser bike, bes pirsgirêkan zêdetir dike. Komara Tirkiyeyê her çiqas dibêje ku ez dewleteke demokrat û hevdem im; dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewrupayê jî, di qerektera xwe ya otorîter de guhertinekê nake; li hemberî neteweya kurd û mafên wê, reflekseke şowen, kevneperest, nedemokrat nîşan dide.
Ji bona vê ez diyar dikim ku di sala 1925’an de dema ku serokên Tevgera Kurdistanê ya 1925’an ji aliyê Dadgeha îstîklalê de hatin dadgeh kirin û ceza kirin, li wan neheqiyeke mezin û dîrokî pêk hatibû, divê ev biryaran ji holê rabin; nûha jî dadgehkirina min ne di cîh de ye, ne hiqûqî ye. Li dijî maf û azadiyên fikrî û bawerî ye.
Şertên awarte…
Em îro dîsa li Tirkiyeyê di şertên awarte ya siyasî û rejîmê de dijîn. Di 7 Nîsan 2007’an de sererkaniya Tirkiyeyê daxuyaniyek pêşkêşî reya giştî kir. Bi vê daxuyaniyê li Tirkiyeyê krîza siyasî dest pê kir û di encamê de serokkomar nehat hilbijartin. Dîsa bi daxuyaniya sererkaniya Tirkiyeyê ya 7 Hezîran 2007’an de krîza siyasî kûrtir û firehtir bû. Nûha wusa diyar dike ku Tirkiyeyê li hemberî hemû kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê şerekî nefermî îlan kiriye, bi sed hezaran leşker li herêma Kurdistanê hatiye bi cîh kirin. Li sê bajaran, li Şirnax, Heqarî, Sêertê bi fermî ”herêma ewlekarî”, di eslê xwe de “herêma temponî”, “rêjima awarte” hatiye îlan kirin.
Di sedsala 21’emîn de jî  gelê kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yê neteweyî bêpar dijîye. Desthilatdariya neteweya tirk, îdeolojiya Kemalîst, ola îslamî, mezheba sunî, elîteke bi îmtiyaz dom dike. Bi vî awayî demokrasî ava kirin, hak û hiqûq saz kirin, di navbeyna hemvelatiyan de wekhevî pêk anîn ne mimkûn e. Divê neteweya kurd, hemû grubên etnikî yên li Tirkiyeyê dijîn xwediyê mafên neteweyî bin. Ji bona vê jî kêmtirîn sîstemeke demokrat, federal pêwîst e. Wê demê li cem neteweya tirk, neteweya kurd dikare deshilatdar be, xwe bi xwe îdare bike, jiyana xwe bi biryarên xwe ava bike û birêve bibe.
Rola tevgerê û jê re xwedî derketin…
Tevgera Kurdistanê ya 1925’an him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo neteweya kurd, bûyereke dîrokî û girîng e. Ev tevgera,  piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, neteweya kurd hat înkar kirin, mafên neteweyî ya gelê kurd qedexe bûn, derket holê. Armanca vê Tevgera Kurdistanê ya 1925’an, parastina mafê çarenivisiya neteweya kurd bû. Tevgereke neteweyî, civakî, kîtlewî/gelemperî, rewa/meşrû bû. Vê tevgerê, dixwast ku Kurdistanê azad û rizgar bike.
Ev tevgera, dîroka neteweya kurd e. Ji vê tevgerê û serokên vê tevgerê re xwedî derketin him wezîfeya her kurdekî ye û him jî wezîfeya Komeleya Kurd a Diyarbekirê ye.
Amadekirina Doznameyê ne hiquqî ye..
Min di qonaxa lêpirsînê de xwast ku kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakî bîrûreyên xwe pêşkêşî dozgerê komarî bikim, ji bona vê min wergerekî kurdî daxwaz kir. Hezar mixabin dozger ev daxwaza min pêk neanî, îfadeya min negirt, doznameya xwe amade kir û pêşkêşî dadgeha we kir.
Dozger bi vê yekê jî ranewestiya, wergerê kurdî daxwaz kirin, wek tawanekê diyar dike.
Ji bona vê gelek aşkereyê ku doznameya ku hatiye amade kirin gor pîvanên hiquqî nehatiye amade kirin. Divê ev doznameya ji holê rabe, lêpirsîn jinûve dest pê bike, heger pêwîst be,  doznameya nû amade bibe.
Axiftina min û panelîstan rast nehatine wergerandin…
Axiftina min û panelîstan  ji aliyê  kesekî ku navê wî  Necmeddîn Ûrkût e, hatiye wergerandin. Ev kesa kî ye, karîyera wî çi ye, nayê zanîn. Li cem vê yekê dema ku min werger ji çav derbas kir, min dît ku axiftina min û panelîstan rast nehatine wergerandin. Dema ku teks ji çav derbas bibe, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku gelek ciyên axiftina min û panelîstan ji aliyê werger de jî nehatiye fehm kirin, ji bona vê jî hatiye diyar kirin ku “nayê fêhm kirin”.
Divê ji bona vê, axiftinên me jinûve ji aliyê kesekî ku kurdî baş dizane ve bê wergerandin, ji bona vê dadgeha we biryarekê bide.
Divê ev doza ji holê rabe… 
Tiştekî gelek baş e ku di derheqê panelîstan de dozger doz venekiriye. Gor pîvana wekhevî û tevayîbûnê divê di derheqê min de jî doz venebibûya. 
Pirsa din ya girîng jî  ew e ku bîrûreyên ku min di derbarê Tevgera Kurdistanê ya 1925’an de aniye ser zimên, divê di çarçeva azadiya fikir û bawerî de bê şirove kirin. Ez jî baş dizanim ku bîrûreyên ku min anîne ser zimên, ji derveyî bîrûreyên fermî yê dewletê ne. Ji vê jî xwezayî tiştek nabe. Lewra reya dewletê ew e ku Kurd neteweyekî xweser nîne, ne hewce ye ku  neteweya kurd xwediyê maf be, xwe bi xwe birêve bibe, qedera xwe bi biryara xwe tespît bike, desthilatdar û serwer be. Ez jî li dijî ev reyên dewletê me.
Lê gor azadiya fikir, mirov dikare fikrên cihê, him  ji dewletê, him jî ji desthilatdaran ferqtir biparêze.
Di derbarê vê pirsê de Dadgeha Ewrupayê biryarên gelek girîng û dîrokî dane. Gor biryara Dadgeha Ewrupayê, fikrên ku civatê şok bikin, di civatê de hejandinê pêk bînin parastin, gor Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê di çarçewa azadiya fikir de tê mûtalaa kirin.
Di vê derbarê de Dozgerê Komarê ya Diyarbekirê Sileyman KARACA, di 28.01.2005an de  ji bona min û 263 hevalên min, biryareke gelek girîng da ku di derbarê me de doz venebû. Di vê biryarê de “azadiya fikir” terîf dibe. Ji bona vê gelek biryarên Dadgeha Ewrupayê jî wek nimûne tên nîşan dan.
Ji bona ku dadgeha we jî, vê biryarê bide ber çav, ez pêşkêşî we dikim.
Fikrên min şiddetê jî teşwîk nake. Min bîrûreyên xwe di salona girtî de aniye ser zimên. Unsura tawana ku di xala 216’an ya qanûna cezayê de hatiye terîf kirin jî, pêk nehatiye. Qanûn, behsa “telûkeya nêzik û vekirî” dike. Di ser panelê re 2 sal derbas bûye. Raperîneke civata kurd girêdayî van nerînên  neqewîmiye.
Ji bona van sedeman divê ev doza ji holê rabe.
Diyarbekir, 12. 06. 2006

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark