Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Radyoya Aştî li Stockholmê dest bi weşanê kir

 


 

Radyoya Aştî ku li Stockholmê weşana xwe ji sala 1990 virde bi zimanê Kurdî dike, careke din dest bi weşana xwe ya li ser rêka înternetê kir. Guhdar dikarin her rojên yekşeman demjimêr 20:00-22:00 li gor dema Ewrûpayê 21:00-23:00 dema Tirkiyê 22:00-24:00 dema Kurdistanê bi awayekî zindî guhdariya radyoya Aştî li ser www.radioasti.org FM 88,9 MHZ bikin.


Xwediyê Radyoyê
Li ser dîroka weşana radyoyê û rêvebiriya wî, di malpera wê de zaniyariyên pir alî hene. Bi kurtasî wisa hatiye nivîsîn:
Radyoya Aştî, dengê Komela Kurd ya demokratîk ê kultirî li Stockholmê ye. Radyoya Aştî li havîna sala 1990 bi alîkariya Barzan Şahsiwar û Hiwa Zandî hat avakirin û heta niha jî programa xwe berdewam dike.
Radyoya Aştî di hizr û ramanên xwe de bê layane û rê dide hemû hizr û bîrên cuda. û ci ferq û cewziyekê naxe navbera rêxistinên siyasî yên Kurd ku fikrên xwe pêşkêş bikin.
Berpirsê radyoyû Komîta Karger e û aboriya xwe ji Komelê distîne.

Karmendên Radyoyê:

Berpirsê giştî: Heci Kardoxî
Nûcegihan: Dilbirîn Şerefdîn.
Gotar xwendin: Dr. Huseynê Xelîqî

Programên Radyoyê:

- Gorara heftê
- Agahdariyên civakê
- Panorama heftê
- Debatên siyasî, civakî, bernamên tenduristiyê…
- Di gel guhdaran û stranên daxwazkirî
- Dîtinên Mêvanan; guhdarên delal hun dikarin , têbînî, bîr û rayên xwe li ser bernamên diyar bikin û ev dê bibe pal û piştek ji bo pêşvecûna me.
- Navnîşan: Hagerstensasen, Medborgarhuset, Sparbanksv 31, Tel, 0046-8-191000, Mobil: 073-5908885 e.
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark