Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KURD BISERKETIN

 


Salih Bozan

Kî çi sedemên vekişandina ordiya Tirkan ji xwe re dibêje, bira dbibêje, lê rastiya li ber çavên tevahiya cihanê ewe, ku Kurd biserketin, leşkerên Tirkan dêlên xwe kirin nav şeqên xwe û ji ber cengîrên gerîlayên PKK reviyan.
Hîro kes nikare vê rastiyê veşêre. Gerîlan kulmên xwe di pozê leşkerên Tirkan xistin û dev û bêvilên wan tiji xûnkirin. Gerîlan kulmên xwe li pozê Nûrî Elmalikî û hevalmendên wî xistin, dev û bêvilên wan jî tijî xûnkirin. Û ji cihanê gîşkî re diyarkirin, ku ew ne têrrorîstin, ew xwediyên dozeke bi rûmetin.


Ez gerîlan pîroz dikim, ew kec û xortên ku yekcaran di roj-tv de derdiketin, min digot vana ji xwe re piropagandê dikine, ew bi rastî mîlîtanên azadiyênin, hîro gelê Kurd bi wan serbilindin.

Ez gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê pîrozdikim, ku rabûn ser piyan û singê xwe dan ber qurşînên polîsên Tirkan, û gotin naaaa .. em êdina serî xwe ji we re danaxînin.

Ez wan Kurdên ku poşman bûne, çima dengê xwe dane Erdoxan; û eşkere dibêjin bira destên me bişkestiyana û me dengên xwe ne dana AKPê. Ez wan pîrozdikim, ku li dawiyê hişyarbûn, û dilên wan bi jana gelê xwe şewitîn.

Ez gelê Kurd li Kurdistana Îraqê pîrozdikim, ku bi fen û fûtan ne hatin xapandin, û derketin kolanan dijî vê êrîşa gemarî, ji bo bibêjin Kurd yekin.

Ez serokê herêma Kurdistana Îrakê birêz Mesud Berezanî pîrozdikim, ji bilku Kurdên Kurdistana Tirkiyê ji bo Kurdistana xwe re nekir qurban.

Ez gelê Kurdistana Suriyê pîrozdikim, ji bilku tim ji doza kudî re amadene, û kurdewariya wan viqas germe.

Ti carî di dîroka Kurdan de rojeke weha derneket holê, ku Kurd di berxwedanê de viqas fedekaribin, bi listikên hawirdoran nên xapandin, û yekîtiyeke hêzdar avabikin, ji bo ev rojên teng ser xwe re derbaskin. Ev bi tevahî tê wateyê ku Kurdên me ne belengazên berê nin, Kurd ne yên weke berê sîlan bixwin, û ser xwe de bigrîn, kurd êdina ji sitemkarên xwe rehmê naxwazin. Kurd hîro xudan vineke serbixwe ne, û kesek nikare vê vîna wan serkunûva bişkîne.

Di van rojên dijwar de, hemû dijminên Kurdan cêngeke dine qirêj ya sîkolojîk dimeşandin. Nemûne, hinek şofînîstên Ereb pir kêf xweş bûn, û bi hêvîbûn ku ordiya Tirkan Kurdan di bin potinên xwe de bipelixinin, ji boku kurd weke berê di bin solên şofînistên Ereb, Tirk, û Farisan de ser xwe de biqîrin, û gazincên xwe bi qedrê bikin.

Lê daxwazên wan di wan de şikestin, û ji wan re hat bêlikirin, ku bi xeynî aştiyê, demokrasiyê, û biratiyê, bira ji hîro pêve kesek bi Kurdan re ne axive.

Kurd ne bes ji bo xwe karin di riya azadiyê de dilopa xûna xwe ya dawiyê birjînin, belam ji bo azadiya gelên Tirk, Ereb, û Fars jî xûna xwe dirjînin. Vê rastiyê bira hemû sitemkar bizanibin.

Kurd ku êdina biratiya gelan dixwazin, ne ji belangaziya xwe ye, a ji bilku ew dîndarê jiyaneke azane, ne bes ji xwe tenê re, a ji gelên din re jî.

Ez li Kurdan gîşkî vê roja dîrokî pîrozdikim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark