Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bawerî bi rêjîma turkiyê nayê

 


  Mehmûd Badilî

Hemû rasteqîn û destnîşanên dîrokî li ser dirêjahiya demê û ji alîyên siyasî, rewşenbîrî û civakî ve çesipandiye ku bawerî bi rêjîma turkiyê naye, nebûna vê bawerîyê jî bêtir li kiryar û rêgehên vê rêjîmê digel danûstandina wê bi pirsa kurdî re di hindirê turkiyê de bi taybet û bi pirsa kurdî re li ser asta kurdistanê bi gelemperî vedigere.


Pirsa kurdî û xwestekên miletê kurd li serxetê ( bakurî Kurdistan ) di gelek qûnaxan re derbasbûye – bêguman her qûnaxek taybetîyek wê heye – lê qûnaxa herî balkêş piştî heyştiyan ji sedsala bîstan destpêkir, dema Partiya Karkerê Kurdistan di rêya şerê çekdarî re doza serxwebûna kurdistanê kir, û bi rengekî zanistiyane û ligorî terazûyên cîhanî û herêmî xebata xwe ber bi bilindbûnê ve dijî rêjîma turkiyê ajot, P.K.Kê bi zanebûn xwe nêzîkî derûna miletê kurd kir, ji hêlekê ve dema şoreşa xwe bi rengekî kurdistanî lidarxist û diruşma serxwebûna kurdistanê hilda, û ji hêlek dî ve dema ramanên marikisî – lînînî hilgirt, jiber qatê herî fireh û mezin ji miletê kurd tevde karker û cotkar in, û hokarê ku bêtir bû alîkar taku şoreşa P.K.Kê berdewam bike ew nakokîyên ku di navbera rêjîmên herêmê yên Kurdistan dagîrkirine de hebûn ( Sûrî û Tirkî ) (Iraq û Sûrî) (Îran û tirkî).
lê piştî helweşandina sovyat û rêxistinên sosyalistî terazûyên cîhanî tev hatin guhertin û rewşeke cîhanî nuh bi seroktiya Amerîka destpêkir, pêre hemî kêşe û alûziyên rojhilata navîn jî gurr bûn, rawestandina şerê Iraq û Îranê, dagîrkirina Kuwaytê ji hêla Seddam, rêzgarkirina Kuwaytê di rêya Amerîka û hêzên cîhanî re, raperîna 1991 li başûrî Kurdistan, êrîşkirina leşkerên turkiyê ser sînorê Sûrîyê, girtina serok Ebdullah Ocelan, helweşandina rêjîma Seddam, rewşa dewleta Iraqê ya federal û demoqrat û rewşa başûrê kurdistanê, raperîna 12 avdarê li binxetê 2004 an û alûziya çekên atomî yên Îranê….t.d, îca di nava van bûyeran û gelek guhertinên dî de pirsa kurdî jî – heger ne ligorî daxwaza me jî be – lê pareke pak ji peresendin û pêşveçûnê ji hêla cîhanî û herêmî bidestxist, hema serkevtinên başûrê kurdistanê û rêzgarkirina parçeyekî mezin ji xakê wê ku nuha miletê kurd bi rengekî federal û demokratî di çarçewa dewleta Iraqê de desthilata xwe bi xwe dikin serfiraziyeke pirr buhaye li ber dilê her mirovekî kurd. Bêguman ev serkevtinên vê dawîyê bi nisbet pirsa kurdî li dilê rêjîmên ku Kurdistan dagîrkirine nehat û naye jî jiber bandora wê bi rengekî yekser yan ne yekser dê li pirsa kurdî di hindirê her dewletekê ji dewletê wan de jî bike, çiku miletê kurd li ser dirêjahiya dîrokê, kêlîkekê jî xebata xwe bo destxistina mafê xwe yî netewî ne rawestandiye, daxwaza miletê kurd bo azadî û jiyaneke aştiyane herdem berdewam e, lê digel vê û wê jî de, dîsa wek hemû carên berê, pirsa kurdî ji siyasetên berjewendiya cîhanî re dibe qurban, hema Amerîka bi xwe yaku îro bi tevger û siyaseta xwe serektiya cîhanê tevî dike, sebaret bi pirsa kurdî re siyaseteke dulaneyî ( dusereyî ) dimeşîne, li hêlekê piştgêriyê dike û li hêlek dî çavê xwe jê digire, wek ku niha çavê xwe ji vê cenga bi qirêj yaku toraniya turkiyê bi behaneya tunekirina PKKê di hindirê kurdistanê de ( li başûr û bakur) lidarxistiye.
destdirêjkirina Turkiya toranî û êrîşkirina leşkerên wê ber bi başûrê kurdistanê ve gelek armanc jê re heye, sedema sereke û bingehîn ku berpirsyarên wê jî eşkeredikin, armanca ku P.K.K ê biyekcar tunebikin, û ev armanc bi xwe bêçareye, jiber ji bêtirî sîh salî ve hemû rêjîmên turkiyê yên li pey hev hatine ev armanc yekem pêngav di bernameyê wan de bû, teva şer û cengên mezin li hember Gerêlayên serê çiyê yên leheng û mêrax û bi hemû çekên giran û nûjen lidarxistin lê herdem destvala ji şer derdiketin, bêguman herdem ziyana herî mezin ji hemû alîyan ve li rêjîmê bi xwe vedigeriya, û rûpela dewleta turkiyê bi gunehkarî û kuştin û komkujiyê li cem rêxistinên mafên mirovantiyê dihate dagirtin ku ev rûpel bi xwe îro bûye sedema sereke ku nahêle turkiyê derbasbî yekîtiya ewropî bibe. Hin armancên dî yên veşartî jî ji vê destdirêjkirinê re heye, bêguman turkiyê wan eşkere nake lê bi rengekî diplomasî bi encama têkilîyên wê yî xurt bi civaka cîhanî re û bi taybet bi Amerîka re dixwaze wan bicîbîne, hin ji wan di van çend xalan de em ê xuyabikin:
1em- Rêjîma turkiyê li pêş çavê xwe dibîne ku rewşa başûrê kurdistanê roj bi roj ber bi pêşveçûnê ve diçe " desthilat, perleman, spah, ji bilî pêşkevtinên di warê abûrî û avahiyê de ", tirsa turkiyê ya bingehîn ji vê pêşveçûna ku çêdibe,  ku sibê desthilata herêma kurdistan di paşerojê de cîhekî baş di civaka cîhanî de bigire û bi rolek xurt bandorê di siyasetên herêmê de bike û bandora xwe li pirsa kurdî di hindirê turkiyê bi xwe de bike, destdirêjkirin û êrîşkirina turkiyê ya bê sînor bi vê hejmara mezin ji leşkeran wek nameyekêye gef û kîna xwe têde dide xuyakirin û wek ku dibêjin binerin va em li ber pozê we ne gelekî lingê xwe ranedin.
2em- Pirsgela bajarê Kerkûkê ( bajarê betrolê ) ku herdem turkiyê dide xuyakirin ku nasnameya wê turkumaniye, îça nedûre ku turkiyê dixwaze astengiyan li ber rapirsîna ku dike çêbibe deyne taku kerkûk venegere  sînorê xwe yî xweristî û nekeve di bin desthilata herêma kurdî de, jiber turkiyê û civaka cîhanî tev dizanin ku Kerkûk bajarekî kurdistaniye, û gava ev bajar li kurdistanê vegere wek ku dilê wê lê vedigere.
3em- Turkiyê bi vê destdirêjkirinê nameyekê ji yekîtiya ewropî re jî dişîne, dixwaze ji wan re bide xuyakirin ku turkiyê xwedî roleke pirr giringe di herêma rojhilata navîn de û dikare bandorê li gelek kêşeyan bike, îca jibo derbasbûna hindirê yekîtiya ewropî dixwaze guhdana dewletên endam bi giringiya hêz û hebûna xwe vegerîne.
4em- Turkiyê dixwaze pirsa kurdî kêm û kulekî bike, vê pirsê wek kêmnetew dihejmêre û li ser vê bingehê danûstandinê pêre dike, ango ew li pirsa kurdî nameyzîne wek ku pirsa miletekî xwedî xak û mafe, pirsa bêtirî /40/ melyon mirov in, pêpar in ji hemû mafê xwe yî netewî û demokratî.
Birastî divê em qenc li hember vê êrîşkirin û destdirêjkirinê rawest in, û divê miletê kurd li herçar barçê kurdistanê bi hemû hêz û karînên xwe dijî wê kar bikin, û bêtir ji /20/ melyon kurdê hindirê turkiyê têt xwestin ku ew jî tev rabin û piştgêriya P.K.Kê û girêlayê serê çiyê bikin, çiku dewleta turkiyê ji alî hindir ve pirr qelse û gelek nakokî hene tevgera kurdî dikare sûdeyê jê wergerîne, jiber sedemek ji sedemên hêza turkiyê dema berpisyarên wê dibêjin P.K.K ê rêxistineke terrorist e û tu kes ji kurdê turkiyê pêre nînin, ev kar bi xwe pîlaneke, rêjîma turkiyê dixwaze pirsa kurdî ji cewherê wê yî bingehîn rût û tazî bike, û vê pirsê bi gerêla tenê ve girê bide, û wek ku wan xistiye bala xwe dema gerêla yên serê çiyê tunebikin her ew pirsa kurdî jî tunedikin, nizanin ku pirsa 20 melyon kurd tucarî tunenabe, belê bêtir gurrdibe, ev ji hêlekê ve, ji hêlek dî ve divê destihilata herêma Kurdistan bizaveke berdewam bike taku leşkerên devbixwîn ji başûr derînin, jiber destdirêjkirina turkiyê metirsiyeke pirr mezine li ser desthilata herêmê û tecruba wê yî federal û demoqratî bi taybet û metirsiye li ser pirsgirêk û hebûna kurdan bi tevayî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark