Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tenê Carekê ..

 


  Ronî ELÎ

Tenê carekê ..
Di xewa þevê de
Li êrîþa çavên te
Þiyar bûm
Li bejin û bala te
Haydar bûm
Li dengê dilê te
Guhdar bûm
Û di rûpelê sînga te de,
Kevoka bêbextiyê,
Bi diranan Serjêkir


Li ser wan tîrkevanan,
Konê pîrhebokan,
Bi tayên bêpariyê,
Hûnand û lêkir
Di gola heyînê de,
Ordega zivistanê,
Bê veger bi rêkir ..

Tenê carekê ..
Dil xwe dizî
Ji axaftinên di quncikan de derket
Ji bin bandora avsaneyan reviya
Û di gerden û biskên te de,
Wenda bû
Kovanên kulîlkên Avdarê,
Di gobega çavên te de,
Di neynûk û lêvên te de,
Berda û rijand
Sorgulên li ber serê nemiran,
Morikên berê keçikan,
Û hêstirên jinebiyan
Bi ser mijgul û çîçekên hinaran de
Reþand û barand

Tenê carekê ...
Srûda hêviyan
Di bin guhên te de
Hate lîlandin
Dahola nêçîrvanan
Li ser dêmên te
Hate kutandin
Û çivîkên dilketinê
Bi tev hêrsa min
Ji bin zimanê te
Hatin firandin ..
Di wê keftleftê de
Tarî û roniyê de
Xew û þiyariyê de
Hew li bîra min hat
Da bipirsim :
Tu kî
   Û
      Çî
          Û
Ji kijan alî ..??.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark