Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Asahiye berseva «Helbesta Normale» ya mamoste Konê Reş

 


  Dilbirîn Goran

Asaheye şeş hezar sal ji bo jiyanê
li berxwedanê û serhildanê bihne kirin
agiri Zeredeşt li ser çiyayen Zagros û Ararat
bê vemrandin
wargihê Mad û Gûş
wargehê Lor û Gor
wargehê Kêqubad û Kêxusro
wargehê Zîlan û Heyderan
Kîkan û Milan
Sûran û Botan
bê parçekirin..


Li ser gelên
turk û ereb û ecem
bê dabeşkirin..
Bi kevêr û kûçên
çiyayen Kurdistanê
zindan û girtî xane
bo keç û xûrtên
kurda bên avakirin..
Asahiye belê asahiye
şêx û pîr û salar û serdarên
kurdan bêne sêdarkirin
şêx Seîdê Pîran
paşaye Rewandûzê
şêx Abdelselamê Barzanî
Qazî Mehemed bêne xeniqandin..
Belê asaheye, asaheye
kurdin Şikak bo devera
Xurasan bêne bi dûrkirin
kurdên kurdistanê
bi turkên çeyê bên navkirin
zimanê dayik û nasnama
kurdî bêne qedexekirin..
Asaheye, belê asaheye
Ger ji nûv de
tovê jiyanê li vî warî
bêne çandên
ala komara şehîd
li başûrê Kurdistan
bên hildan û bilindkirin
sirodê Ey Reqîb
li xwendingehên
kurdistanê bi dengekî
bilind bê xwendên..
Rojnama kurdistn li
kurdistanê bê çapkirin..
Asahiye belê asahiye
şerê nav malên kurda
bê Kerin
hêser ji cavê dayeka
bê rijandin
keç û bûk bêne reşpûşkirin
bira bi destê bira
bêne kûştin
yek ji wan biraye min..
Asahiye belê asahiye
serûkê kurdan li Koçka sipî
bi cilê kurdî
bê pêşwazî kirin
li perlemana uropa
bê dawet kirin..
Belê asaheye, asaheye
ku her tişt bê kirin
asaheye xewn bibin rastî
rastî bêne çemandin..
Belê asaheye ku
hinek bêne xelat kirin
henek bêne reswakirin..
Qey qedera me ye..
em bibin gogê lîstokê
çep û rast li me bixin..
Asaheye bi xebatên
mêrxas û xwîna egîdan
kaxên qeyserî bêne avakirin
dergehên rêzdaran
li birayên şehîdan nehêne vekirin
hêvî û ûmîdên car û belengaza
di qefesên sîngên wan de
bêne zîndan kirin..
Belê asaheye, asaheye
şewreşên Bedirxan û Barzan
bi xiyanetkar bê hejmar tin
melayê Xetî û Bekoyê ewan
bibin şewreşvan
Edrîsê Bedlîsî û Ehmedê Xanê
û Hacî Qadir bibin nezan..
Gurgindi  pîstên merîde jî
bibin alim û li Îstinbol û
Şerm alşêx bêne dawet kirin..
Asaheye belê asaheye
golik û gavan bibên zana
hozanvan nehêne naskirin
dilê perr ah û keder
nehêne tîmarkirin
şerîf û saedûlê hûtirbibin rêzdar
rêz liwan bêne girtin..
Asaheye, asaheye
ger rojek (Dilbirînê Goran )
bê wendakirin û bin axkirin
hêvî û ûmîda jiyanê
di dilda bê veşartin
asaheye belê asaheye
susên û alaal û beybun û nêrgiz
bêne qetandin û çilmisandin
evîna Mem û Zîn
Ferhad û Şêrîn
bê jibîrkirin..
Belê asaheye, kekê Konê Reş asaheye
ku asahey di zikê asaheye bê givaştin
belê asaheye.

Zaxo/Kurdistan

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark