Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: ji nişka ve…. bizava spêdeyekê

 


     Bêkes Reşîd
   Bo… Dayik û Bavê min.

Beyî hemû planên spêdeyê
Dûr ji hertiştên ko heye rojekê bibin rûxar
Ji kargehkî re
Ji xameyekê re
Ji lîstika rewanekî re
Yan jî


   …demekê bibin encameke hendesî
Bi riwekî ziwa
Bi riwê xwe yê hercar
Çi tiştê ko bê berdan û avêtin
Li wê odeya xwe danî û hêla
Odeya ko bixwe jî encama hêlên xwe windakirbû
Riwê xwe wilo hêla
Bi bizava ko bayê spêdeyê
   …bigihîne sînorê dawî ji ziwayiyê
Bayê wê spêdeyê fêrî hevaltiya herkesê aware bûbû
Spêdeyê bi pêpelûkekê destpêkir
Çend pile, daketinek û nependiyek
Mîna tewijmeyên hin qederan
Bi hestê xwe yê berdewam
Yê ko ji şewqên di spêdeyê de tim ciz bû
Ji mal derket
Derket û meşiya
Talanê jî di wê bîskê de destpêkir
Talana hertiştê wî
Diz jî
   … ew rêyên dirêj, avayiyên nakok
   … şiyarî, bîranîn, awir û çi tiştê ko bibe mînak
Hiljendin tenê bi ser diket
Tiştin derbasdibûn
Tiştin pêve dihatin nûsandin
Her yek bi pelandineke cîwaz
Tiştin ji ba dibirin
Tiştin li ba dikirin
Tişt li hev diketin
Gavên wî piçûk diman
Lê…
Biyanî mezintir dibû
Ti bertek ji qidoş nedibû
Ti vedengê, ti pistîniyê valayî lê nedîtin
Çi dibû, kesekî nizanîbû
Ma tu çilo dizane?
Derdorê pê li nêrînên wî dikir
Pê li mijûlbûna xwe dikir
Bi rabirdûyê re dikiliya
Diçû, dilukumî, ditewizî…
Ba pê re diza…!!
Hindek ji ayendenasiyê hembêzdikir
Spêdeyê riwê xwe vedşart
Spêdeyê tiştek dikuşt
Di bîskekê de pêrgî hev dibûn
Dixwestin hev ji bîrê bikin…!!
Belkî ji mêj ve ew spêde ne wilo bû!!
Belkî jî
Ew spêde hê nebûbû.


10/02/2008.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark