Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: REWŞA HUNDIRÎ GIRIJÎTIR DIBE

 


  SERNIVÎS
   Bê guman, rista li dar ya astengiyên li dûv hev di welatê me de ji mejiyê stemê re encama xuristî ye ya avakirî li ser xizmeta xweyî ya kesî an partî an deshelatî an asayiîî an ya wan hemiyan. û ji kîsê berjewendiyên cemawerî, û ji bo parastin û berdewamiya r i j ê m ê b a z i n e y a berhemgirîna deshelatê û samanê tê ferehkirin û belavkirina hişyariya zanistîî ya li hevrêjê, di pêvajoya rêxistinek ronakbîrî de saz û têkardike di wî rexî bi xwe de, loma astengî giştî û têkrayî bûn ji hemi biwarên jiyanê re, û şêwaza wê tundtir dibû herku pestanên navdewletîn lê ziyatir dibûn û liva ramyarî pitir dibû di rexê hilsana guherînî de, û licihmana van astengiyan jî ziyatir dibeye di dema dawîn de û ruxsarên wan xuyadibin di hemi biwarên jiyana rojane de, û dibe ku yên herî aşkere xuya bin di van layan de:


ji layê ramyarî de:
   Siyaseta serkutkirinê ya avakirî li ser rewşa jêrdestkirinê û desthelatdariyê hîn berdewam e, ew a ku xwe bi cih dike di bin baskê benda 8 ji destûrî ya rê dide parta «Elbe`is» a fermandar ji bo serkirdayetiya dewletê û civakê bike û li gorî pîvana wê rewşê yaseyên helbijartinên giştî deyine, û herikandin fermanên nerîtî û yaseya neasayiyan û hemi yase û dadgehên awarte yên devan digirin û azadiyên giştî qedexedikin, wek azadiya rêkxistina ramyarî û sendîkayî û azadiya derbirînê û belavkirinê, û zindankirina xwediyên niherînê û helwesta ramyarî ya têvel, li şûna guhdarkirin û danûstandinê bi wan re, û dawîntirîn van rahatinên serkutkirinê: helbeya vepirsînan û girtinan ya ku gihêjte bi dehan ji pêşewa û kesatiyên «Ragehandina Dîmeşqê ji bo guhertina demoqras» şeva 9122007ê – ji ereban û kurdan û siryanan – piştî girêdana civata niştimanî di 1122007ê de û hin ngirtî mane, ji wan: Dr. Fîda`I Elhoranî, Dr. Yasir El`êtî, Dr. Welîd Elbunnî, Dr. Ehmed Tu`imê, mamoste Elî El`ebdella, mamoste Ekrem Elbunnî, mamoste Cebir Elşofî, mamoste Fayiz Sara, mamoste Muhemmed Heccî Derwîş, mamoste Merwan El`îş, û di rojên borî de jî hate girtin mamoste Riyad Sêf serokê emîndariya Ragihandina Dîmeşqê, û mamoste Telal ebû Dan.. û hemi bi eynî sedemê.. û pêzanînên heyî dibêjin ku tawanên derewîn bi hindekan ji wan hatine girêdane, wek têkelî bi derve re, lewazkirina derûniya netewê, û damezrandina komeleyekê bi akama vajîkirin qewareya dewletê, û belavkirina ramanên nijadperest, û wek wan ji tawanên derewîn yên ku hilnagirin ji bilî behaneya tolvekirinê bi wan.. Di gel vê yekê jî siyaseta şovenîst û rahatinên nijadperest di rexê gelê kurd de li dar e, çi bi berdewamiya yase û pêrabûnên awarte, wek yaseya serjimêriyê û projeya kembera erebî û siyaseta erebkirinê, û berdewamiya siyaseta guhnedanê û bêparkirinê ji sadetirîn mafên netewî û demoqras.. 
ji layê ragehandinî de:
   Nediyariya yaseyek hevçerx a ku ragehandinê û rojnamegeriyê rêkdixe, an bi kêmanî kerasekî ji serbixwebûnê lêdike li rex rexnekirinê û daxuyaniya niherîna têvel. Loma ragehandina dîtî û ya bihîztî û ya xwendî dimîne di bazineyekê de ji sariyê û nelivînê, û ji yek wêneyê nabihure, çi di veguhastina nûçeyî de, û çi jî di şirovekirin û şîkirina wê, ew nabihure ji belavkirina hişyari û çanda hişk a ji cureyê durişmî yê axaftinî û hevokên şoreşî yên rojgarî û vala ji rexnekirinê, û ji pesn û mezinkirina berpirsan.û xeber û ciwên ji yê din re tije ye, û hildana lome û berpirsyariya paşketina welatî ji rêza pêşkevtinê û pêşveçûnê li ser mila yên ku nav li wan dike wek dijminên hinder û derve, kesek be an girûpek be an welatek be..
   Û tevî pirbûna wêneyî ya rojnameyên fermî û bereyî, dimînin yek rû û şêwaza klasîk a wekhev.. ma dibe ku – wek mînak – nîşankirina newekheviyê bibe? di naverokên ramyarî yê rojnameyên rojane de (Althawra, Tishreen, Albaath) ji rûpelên pêbilandinê.. dimîne ragehandin li Sûriyê dûr e ji xemên cemawerî û nehameta wî, tenê ew arastekirî ye ji bo çespandina çanda stemê û xurista wê, ne tiştekî din.
   Ji layê civakî de:
   Rewşa civakî li dirjangine tûj rast têye, ji encama lihevrsthatina gellek girjîbûnan, jê: têçûna tûj di siyaseta nirxî û mûçeyî de li dijî berjewendiyên cemawerên fereh ên bi hewceyî hêza kirrînê ji ber ziyadbûna bêkariyê û tengbûna derfetên karî, ji kêmbûna kargeh û fabrîkeyan, û ziyadbûna kontrola sermayeyê rajeyî yê ne berhemhinêr, û nediyariya piştevaniya baştir ji berhênanên pêwîst re, û ziyadbûna mêjeriyê û nirxê diravî ji karmendiyê re dema ku hindek derfetên karî di dewletê de têne dîtin, û di gel wê tê dîtin belavbûna fereh ji gunehbariyê re bi rengên wê yên curbicur ji ber astengiyên tevderbas û  hevbend, û  belavbûna dizînê û eşkerebûna telvîna birêvebirî di dezgayên dewletê de, da ku pê re ziyadbibe hîbodî û dizîn û vedizîn bi alîkarî û piştevaniya layên ewlekarî û desthelatdarî, da radeya ku tê gotin: « diz an bertîlgir nîne bêyî pişta ku wî diparêze û pê re parvedike ji desthelatê»..
Ji layê fêrkirinî de:
   eşkerebûna diyaroka dakevtina ive ya radeya fêrkirinê di herdu qonaxên fêrkirinê de: bingehîn û neserekîn, ji ber asayîbûna piraniya seyda û fêrkaran di xemsarîkirin û guhnedana erkên xwe yên fêrkirinê de di katjimêrên domandinê de li dibistanên fermî û nemaze li parêzgehên dûr wek parêzgeha Hesikê û gundên wê, veberdana fêrkaran bo xulên fêrkirinê li şûna şirovekirinê û ronîkirinê di demên domandina wan de. Ev jî xwendekaran neçardike di her saleke xwendinê de – nemaze ya dawîn – ku bi kotekî berê xwe bidine van xulan û hema ji hemi babetan re û di rêya amojgehên taybet bo van xulan re an di malan de û bi nirxne aşopîn yên fêrkar distînin ji xwendekaran an ji xwedankerên wan ji bilî heyvaneya xwe, ango guhnedana fêrkarî di karê xwe de di kata domandinê de û nediyariya zêrevaniyê û mêjerkirina rijdî dihêle xwendekar berê xwe bide wan xulên taybet, û berdana zarokên xizanan û yên xwediyên destkevta birrî ji xwendinê re..
   Ji layekî din de, û tevî ferehbûna biwarê fêrkirina zankoyî ya giştî û ya taybet li welêt, lê parêzgehên wek Hesikê û Reqqayê û hindekên din bêpar in ji guhdana bi vî layî, nemaze gava em welatê xwe bidine ber hindek dewletên hevsoyî ku di her parêzgeheke wan de zankoyek serbixwe he ye bi hemi ta û kolîcên xwe, mînak: Îraq.. Û astengîne din jî disekinin di rêya şêyana texne fereh de ji xwendekaran ji bo berdewamkirina wergirtina zanistî, jê (wek mînak): ziyadbûna bar û xerciyên veguhestinê û bicihbûnê ji parêzgehekê bo yeke din û nemaze yên dûr, û nebûna xaniyên zankoyî ji bilî rêjeyên mêjerî.. derfetên têkrayên qayilbûnê  yên bilind – di gel awarte û mêjeriyan ji sihwanevan û zaroyên berpirsên mezin re – di amojgeh û zankoyan de da radeya ku nahêle gehiştina xwendekarî boyî tayê ku dildike bi wêneyeke kiryarî, ev jî dihêle ku ew di zankoyên taybet de bixwîne (bervekirî, hevkêş, migirtî, û yên din) ji zankoyên nû vekirî, ev jî texne fereh jê bêpardike û mila texne din giran dike bi xerciyên mezin, di demekê de ku xwendin li ba hindek dewletên hevsoyî cihê guhdan û piştevanya bihtir e, û xwendekar di qonaxên xwendina xwe de heyvaneyekê destine, pê xerciyên wergirtina xwe ya zinistî dinixwême, mînak: herdu dewletên Turkiye û Îraq, ên hevsoyî welatê me..                   
Ji layê pîşesazî de:
    Tevî pirbûna dahatên aborî yên pêwîst ji çandiniyên pîşesazî û sîm û petrolê, û tevî pirbûna destê karkirî erzan, welatê me dimîne li paşmayî di biwarê pîşesazî û sîmkirinê de di pîvana bi temenê welêt re û bi berhevkirina hindek dewletên hevsoyî.. çimkî welat pêdiviyî binemayên bingehîn e ji bo avakirina pîşesaziyên pêwîst, ji bilî çend pîşesaziyên sivik wek zeytên darûberî û hişkkirina meyweyan û kodkirina wan û çêkirina benîştî û sabûnê û mehkeronê û çendên din.. û ji dadmendiyê ye em bihînine zimanî destpêkirina bi avakirina kompaniyên pîşesaziyên bihevxistina pêdiviyên malê, û di vê dawiyê de bi hindek kompaniyên bihevxistina parçeyên otomobîl û motoran alîkarî bû, ew jî ne sûrî ne..
  Û sebaret bi sîman, nemaze petrol, ew hîn di velokoronê û berhênanê de pişta xwe hildipesêre kompaniyên biyanî yên amerîkî û europî.. û tevî pirbûna embarkiriyê yedekî, û tevî besbûna pêjorên berhênanî ji bo nixwêmandina pêdiviyên welatî û biwarên delametkirina wî, dimîne welat di neşêyaneke herdemî de ye ji gazê û mazotê û carine benzene, tevî bilindbûna nirxê wê, û tirs he ye ji bilindbûna nirxên ardû yên din di rojên hindik ên tên de, û xuya ye xendiqînên zêde ê sekinîna xelkê li dûv hev li ber binkeyên sûtemeniyê di îçê zivistana sar de ji bo têra xwe ji tiştê ku wan diparêze ji sermaya berdewam di vê sale de bi dest bixin.
Ji layê çandiniyê de:
  jevcudayiyek şaristanî ye ku welatê me û piştî bêhtirî şêst salî ji serbixwebûnê tê pilekirin di qonaxa tevderbasiya herdu durveyên çêrînê û çandiniyê de, ango welatê me hîn çandinî ye bi herdu beşên xwe: lawirî û daruberî, tevî vê yekê jî ew guhdana pêwîst nabîne ji layê desthelatdaran û berpirsan ji bo pêşxistin û nûkirin û çavdêriya pêwîst bo navtêdan û pêşkevtinê, mîna hindek dewletên hevsoyî – Turkiye wek mînakekê – yên qerên diravî bê fayîz û pêwîstiyên tiştane (gubre û tov) pêşkêşdikin bi miftî ji cotyaran û berhemhinêran re, û bi berdewamî kardikin ji bo bilindiya nirxên berhemên wan bi wêneyeke rastexwe an di rêya bazirgan û berevanan re..
    Lê yê li welatê me dibe ti rûyî ji danberhevê hilnagire, çi ji layê nirxan de û çi ji layê alîkariyê de, belê dibe ku carina berovajî be, dema ku dewlet berhemê berhemhinêran dikirre bi nirxne dakevtî û gubre û tovî jî difiroşe wan bi nirxne zor bilind, di gel berdewamiya bilindbûna nirxên ardû û sotemeniyê, ev jî bar û xerciyan ziyadike. Tiştê seyr  ew e ku embarkiriyê genim û ardî têrî pêdiviya nangehan nake ji 111 rojan pêve (ev e yê ku rêçanên ragehehanî yên fermî li Sûriyê belavkirine) ango gefên birçîbûnê hene, di gel merbendên din ên çodar ku çalakî û vîna cotyaran sinordikin, wek yaseya têkeliyên çandinî ya nû xardibe bi ser bercewendiya samandaran de, û ewanî afirandiye di navbera samandaran û cotyarên destdanser ji herêmên parêzgeha Hesikê. Û werzedarî jî di vê parêzgehê de hindik e, û pîsoleyên kirrîn û firoştinê di vî biwarî de qayilbûna layên desthelatdar divên, û carna qayilbûna hemi tayên ewlekarî, tevî wezareta bergiriyê, bi behaneya ku ew parêzgeheke sînorî ye (û ya rast ew e ji ber ku xwedî piraniyek kurd e),di gel destûrkarî û biryarên ku rûbera pemboyî sînordikin û çandinîne din disepînin û çandina rûberên fereh ji darên biberhem qedexedikin, ne wek parêzgehên din, çi ku zaxiya axê tê de alîkariya çandinê dike ji bo curene ji meywe û fêkiyan (ji bilî mizremeniyan)..
Dûmahî:
   Hemû astengiyên licihmayî, ew ên têkrayî hemî biwarên jiyanê, û girijiyên komdibin bi demê re û bi rojan re û di îşkan de ziyadibin, nemaze dema hevdemiya livîna ramyarî ya civaka navdewletî bi livîna ramyarî ya niştimanî re li hinder, ji bo di rêkefta praktîk de hêzeke din bide di rexê hevkarî û hemahengiya şêyanên hemî tex û şevengên niştimanî yên ziyandar, da bisekinin li ber kar û berpirsyariyên xwe yên ji nû de serhildidin, û pişkdariyê dikin di leziya amadekirin û paldana mîkanîzm û karê guhertinê bi pêş de ji layê wan hêz û şevengan, ji bo peydakirina pêdiviyên avakirina dewleta maf û yaseyê li ser bingehne ji dad û demoqrasiyê, da hemi di mafan û erkan de wekhevbibin û karbikin ji bo peydakirina alavên geşepêdana aborî û pêşkevtina zanîstî wek veguheztinek cureyî di hemi biwarên jiyanê de li welatê me –Sûriyê – li ser rêya digelçûna şaristaniyê û pêşveçûnê û pêşxistinê..
--------
Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê- hijmar (90) sibat 2008

Jibo xwendina babetên vê hijmarê, li vir bitikîne

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark