Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hejmara nû a (33)an ji kovara Hawara Nû derket

 


  Hewlêr-Kurdistana Iraqê
Hejmara nû a (33)an ya werzê yekem 2008 ji kovara Hawara Nû a hizrî-ramyarî-çandî ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî, li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê bi herdû zimanên erebî û kurdî derdikeve, kete ber destê xwendevanan de.
Hejmara nû gellek babet û sêmînar û helqeyên lêkolînî ên ko Kombenda Kawa ew di dema bûrî de saz kiribûn, bi xwe digire.
Di gel sergotara hejmarê a bi sernavê: "Giringiya ewlekariya neteweyiya Kurdistanê", belge-dokûmentên kongirê duyemîn ê Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê di kovarê de cî digirin.


Her wisa, deqên hemî sêmînerên helqeya lêkolînî a ko Kombendê ew sazkiribû di navbera 28-31/10/2007an de bi navnîşana "Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa ewlekariya neteweyî" di hejmara nû de cî digirin. Ew ji 12 sêmîneran pêkhatibû ko bi têrûteselî ronahiyê dixine ser hemû aspektên pirsa ewlekariya neteweyî û giringiya parastina ezmûna Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke ciwan û navendeke xebat û têkoşîna neteweyî kurdî û bizava rizgrîxweziya Kurdistanê.
Her weha, deqên korrên heftane yên Kombendê di hejmara nû de cî digirin, nemaze korrên rêzdaranMihemmed Mela Qadir û Seedî Ehmed Pîre li dora" Rêkeftinnameya stratejîk di navbera PDKê û YNKê de", tev li sêminerên helqeya lêkolînî a bi sernavê" Guherîna demogirafiyaya Kurdistanê" bo rêzdaran Prof.Dr.Xelîl Îsmail û Hesenê Medenî û Newzad Karakecî.
Di beşê Kurmancî-Latînî- yê hejmara nû de ev babet û mijarane cî digirin: Li Sûriyayê, hemû di ezmûnê de ne- ya birêz Selah Bedredîn, beşê 10mîn ji lêkolîna ser zimanê kurdî û taybetmendiyên wê- ya birêz Hesen Huseyîn Denîz, û serpêhatiya "Reşo û Zeyno" ya rêzdar Nûredîn Agirî.
Ji bo agahiyên bêtir, navnîşana kovarê a enternet eveye:
www.hevgirtin.net

Sergotar:

Giringiya ewlekariya neteweyiya Kurdistanê

Di bin bandora proseya nûzayînê ya bi jan ku navçeya rojhilata nêvê têde derbas dibe û netebatiya li welatên Kurd lê heyî, nemaze li Îraqê.

Her weha, li gor rola pêşeng a berçavkirî ya tevgera rizgarîxweziya neteweyî a demokrat a kurd bi taybetî li Îraqê. Di warê proseya guherîna demokratîk û şerê li dijî terora tundrew ya Îslamî û neteweperest û şovînîst, tevlî serxistina proseya siyasî a aştiyane bê bikaranîna tundûtûjî û zorê li hundir bi alîkariya civaka navneteweyî .
Lêbelê hindek astengên micid li pêşiya hêzên guherînxwaz de hene, nemaze hêzên gelê Kurd li herêma Kurdistana Îraqê a federe.

Kurd li herêma Kurdistanê rastî astengên here mezin tên, ne tenê ji aliyê endamên hevbendiya Îraqî di hikûmet û parlementoyê de tevlî hevpişkên wan yên berê di nav refên opozisyona niştimaniya Îraqê de, lê her weha ji aliyê bermayên rêjîma jinavçûyî û girûpên çekdar û rêxistina Qayidê.

Ji aliyê din ve, biveya rêjîmên cîranên Îraqê, nemaze Îran û Sûriyê û Tirkiyayê. Van rêjîman herdem hewil dane, didin ji bo tunekirina ezmûna herêma Kurdistanê bi hemû şêweyên leşkerî û aborî û yên dinê.

Bê guman, pêwîst e em li berxwe bidin û rêveçûna xwe bidomînin. Di destpêkê de, divê bunyadgeriya Kurdistanê bête bihêzkirin da ku bikaribe li dijî teqîn û binpêkirinê, raweste. Tevlî parastina ewlekariya neteweyî û peydakirina pêwîstiyên berxwedan û kartêkirinê.

Diyar e ku Kurdistana Îraqê di vê qonaxê de rola bingeha tevgera kurdî dilîze, ji aliyê siyasî û manewî ve. Parastin û pêşvexistina ezmûna wê erkekî kurdistanî giştî ye.

Ji ber ku dewrûbera herêmê a mirovî û cografîk dirêjahiya neteweyî a stratejîk pêktîne, proseya kartêkirina erênî dibe erkekî serekî yê tevahiya hêz û aliyên Kurdistanê di vê qonaxa nazik û giring de. Pêwîst e danûsitandin û hevdîtin û alîkarî bi hemû şêweyên lêgal û rewa were destpêkirin û bihêzkirinê. Armanc jî ewe ji bo çareserkirina aştiyane ya doza Kurdî û dozên neteweyên kurdistanê û bi serxistina proseya demokratîk di çarçoveya lihevhatina niştimanî li her welatekî. Her weha, bi mebesta bihêzkirina aramî û tenahiya sivîl û hevjiyanê di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî û mezhebî li jêr saya azadî û wekhevî û dûr ji zordarî û sêwana rêjîmên, despotîk û totalîter û terorê de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark