Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Spas Ji bo xebata we û xwedê bi we re be

 


  Lewend Hisên

          Ji xwepêşandana pêşî ya ku di destpêka çerxa 21ê hat bikaranîn di 10/12/2002ê de li paytexta dewleta Sûryê li bajarê Şamê, jê û virede, hejandinek mezin bû di hundirê rêxistinên siyasî yên Kurdistana sûryê de, bandora ewê xwepêşandana ku partiya Yekîtî kir, bê goman hişt ku êdî endamnên ewan rêxistinan pirsek giring bikin: Gelo heya kengî emê xebata xwe bi tenê bi şêwayekî belavokî bikin, ew weşanên ku ne tenê miletê Kurd naxwênê, lê belê dengê me na gihînin desthilatdariya Sûryê bi xwe?


          Helebt encamên ewê heja ku xwepêşandanê kir, bi kerwanan endamên rêxistinan bê hêvîbûn ji partiyên xwe, û xwe dîtin li derveyî rêxistinan, li hember vê kiryarê jî, Yekîtî karîbû bi dehan hevalên xweyî berê vegerînê rêzên partiya xwe, ew jî nîşana kar û xebata kiryarî bû.
          Bi vê pêngavê jî gelek girûpên serbixwe, xwe hişkere kirin û xwe damezrandin û diyarkirin ku wê piştevanên çalakî û hemî karên ku li dijî rijêmê bête kirin, ji bo standina mafê gelê Kurd, di eynî demê de jî dengê Şêxê Şehîdan Şêx Maşûqê xeznewî jî bilind bû.
          Partî yeke-yeke tevî ewan xwepêşandan û kobûnan bûn, ev fereh bûn, bû cihê tirsê ji aliyê rijêmê ve, rijêmê hewl da ku vî karî rawestîne, pilanek wênekir li dijî gelê kurd di roja înê de, 12/3/2004ê, lê ew pilana lê qulibî, û gelê kurd bi serhildanek dîrokî rabû di roja 13/3/2004ê li bajarê Qamişlo, lê hîn rawestanek bi hûrî û lêkolîn li ser ewê Serhildana pîroz nehatiye kirin.
          Piştî ewê Serhildanê, tirsek kete dilê serkatiya hin rêxistinan û xwe dûrî çalakiyan kirin, ji ber vê jî bi sedan hevalên wan xwe ji partiyên xwe kişandin, hin jê li malên xwe rûniştin û beşê mezin tevî partiyên çalak bûn.
          Li hember evê guhertinên di rengê xebatê de, rijêma Sûryê jî, ne tenê lê temaşekir, lê hêdî-hêdî dest bi pilanên xwe kir, ew pilanê sereke, ya ku li dijî evan destkeftiyan ev bû: ji hundur pilan gereke, helbet hêdî-hêdî ew pilanên xwe bi rê ve dibirin, pilana yekemîn û giring, rêxistinên partiyên çalak yên derve bûn, bi taybetî yên li ewrûpa, û di vê pilanê de bi serket û karîbû ji hundurê ewan partiyan, biryara rawestandina xwepêşandanan li derve standin.
          Bi wan pilanên dezgehên parstinî re, û serkeftiyên wan re, endamêm ewan partiyên çalak jî, bi goman li rewşa partiyên xwe temaşekirin, û ev rewş avêtin ber xwendin û lêkolînê, ew jî bi 2 nerînan derketin:
1ê- pêwiste em xebata xwe berdewan bikin, ji bo duristkirina rewşa partiyên xwe û berdewamiya hemî xebata aştiyane (xwepêşandan- girev- kobûn.. û yd).
2ê- li gor serpêhatiya me, tu sûde nîne ji avakirina partiyên çalak re, rijêm ji me bi hêz tire û hemî pirojeyên me wê hilweşînê, ya raste ewe ku em karekî rewşenbîrî bikin.
          Bi van herdû nerînên serekî, ew xebatkar û li gor baweriyên xwe xebata xwe berdewam dikin.
          Ji bêlî ewan herdû nerînan, nerînek din û bê ku diyar bike, yan jî xwe tevî rêzên ewan koman bikin, xebata xwe di hundurê partiya xwe de berdewam kirin, li gel hişkerekirina nakokî û cudabûna helwestan di hundirê rêxistina xwe de, ew nakokî hişkerekirin li ser rûpelên malperên Internêtê.
          Ya herî balkêş ew bû ku hemî partiyan, ew daxuyanî û bangên ewan komîtên jêrîn, rexne kirin û ji wan xwestin ku piroblemên xweyî navxweyî di rêxistina xwe de çareser bikin, mebesta partiyan jî ne ku ji bo parastina yekîtiya ewê partiyê bû, lê ew ditirsiyan ku ev kiryar û rewş li cem wan jî destpêbike, ji ber ku hemî partiyên rojava girekin ji pirobleman, û dibe ku di kîjan demê de bi teqin di ruwê evan serekên kevneşop de.
          Hêjayî gotinê ye, ku ew partiyên meyî (çalak) xwe dûrî kar û xebata celdan kirin, ew jî diyar bû di xwepêşandana 2/11/2007ê, ku PYD kir li dijî gefeyên rijêma Turkiyên li ser başûrî Kurdistana bi mehna hebûna bingehên lêşkerî yên PKK ê, di wê xwepêşandanê de, ew partiyên (çalak) beşdar nebûn û PYDe bi tena xwe kir li gel piştevaniya hin girûpên serbixwe. Bi rastî ne tenê beşdar nebûn, lê di eynî dem de lihevhatina Dêrika Hemko kirin di navbera Kurd û Filehan de, pêrejî hin partiyên din, civata komîta xweyî bilind di wê demê de kirin.
          Di vê rewşa aloz de, pêwiste ev dengên azad û serbixwe, rola xwe xurt bikin, ji bo her kes cihê xwe di rêzên xebata kurdayetiyê de bigrê û bi mêranî li dijî pilanên rijêm û dezgehên parastinî raweste, û ji bo guhertin û nûkirin bi serkevê, divêt em xebata xwe berdewam bikin, heger em jî wek ewan xebat karên berê bê hêvî bin û dilsar bin, yekser em rê li pêşiya pilanên dijminan vedikin, lê divêt em wek demê bin, ji ber ku dem dema rastî û demukratî û hişkerebûnê ye, cihê dizeka û şevreşan têde nîne, tîşkên rojê hemî kuncikên tarî ronî dike, pêwiste em ji serekatiya tevgera xwe re bi mêranî û bê dudilî bibêjin: Spas ji xebata weyî 50î salî re, ku sal bi sal bav û kalên me di gotin xwezî bi par, ji partiyekê we kir zêdeyî 10 partiyan, êdî bese ji we re.

Tirbespî 14-1-2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark