Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Pêþgotina hejmara 18an ya kovara (W)

 


 Xwendevanên Hêja
Careke din merheba,
Bi þîrînî û xweþikahiya zimanê kurdî em cejna we ya Qurbanê û Sersala we pîroz dikin û hêvîdar in ku xweþî û baþî her tim hevalên we bin.
Di vê hejmarê de jî me hewl da ku kovareke têrnaverok bigihîjînin ber destê we. Jixwe di hejmara berê de me mijara dosyeyê wek “Bingehên Nûjeniya Wêjeya Kurdî” dabû xuyakirin. Me dosyeya xwe amade kir û em pêþkêþî we dikin. Lê bi baweriya me divê ev nîqaþ hîn berfirehtir bê kirin. Ev him ji bo xwenasîn û xwezanîna me; hem jî ji bo pêþeroja me girîng e.


Divê em bi cîranên xwe re, bi der û dorên xwe re bidin û bistînin. Ev pêdiviyek e û divê pêk were. Lê li aliyê din divê bi tu awayî bi zanebûn, an jî bi nezanî em nekevin bin nîrê hizirîna hinekên din. Her yek bi navekî (hinek çepgir, hinek lîberal, hinek oldar û hinek jî qaþo rewþenbîr) dixwazin qenciyê(!) bi me bikin. Ev mijar dibe ku rasterast têkildarî wêjeyê xuya neke, lê bi rastî qada ku herî zêde bandorê lê dike wêje ye. Tiþtê ku em dixwazin bê fêmkirin ev e. Dibe ku hinek kes wek me nefikirin jî. Û xwediyê helwesteke din bin. Lê nîqaþ pêdivî ye.
Mijareke din ya ku em dixwazin bînin ziman jî pirsgirêkên sererastkirinê (redeksiyonê) ne. Bi rastî di serî de me nizanibû ku wê ew qas zorê bide me. Lê bergeha nivîsan û nivîskaran çi qas fireh dibe (ji her perçeyên welat û derveyê welat jî nivîs tên) ev pirsgirêk jî xwe dide der. Jixwe hûn ê jî vê yekê di nivîsa Ezîzê Cewo de bibînin. Ev bi tenê mînakek e. Tevî ku em dizanin tiþtê me kiriye zêde rast nîn e û wê bê rexnekirin jî ji ber ku me soz dabû me dest neda nivîsê. Lê bi tenê ew nîn e. Gelek angaþtên ku dibêjin “mafê kovarê tune dest bide nivîsa nivîskar” tên bilêkirin.. Wek me berê jî diyar kiribû em ê li gor pîvanên heyî nivîsan redekte bikin. Di weþanekê de ne mimkun e ku bi çend awayan nivîs bêne weþandin. Di jiyana civakî de em eþîr bi eþîr ji hev perçe bûne, ne hewce ye ku em vê perçebûna xwe di rastnivîsê de jî pêk bînin.
Xwendevanên Delal,
Di vê hejmarê de Deham Ebdulfettah bi lêkolîneke derbarê Eliyê Herîrî de, Azad Zal bi “Wêje, Dinyaya Wêjeyê û Taybetmendiyên Wêjevan”; Arjen Arî bi “Mahr”; Receb Dildar bi lêkolîneke li ser navên mehan; Aynan Meretowar bi nirxandina “Hemû Demsal Payiz in” ê; Omer Dilsoz “Di Her Sînî de Sînemek Þîn e”; Pisîka Li Ber Baranê ya Hemingway bi wergera Sîdar Jîr, “Çeka Mêrkuj Polê Berxan”  ya Ronald Dahl bi wergera Aydin Rengîn; Þevger Çiya bi çîroka “Êþ”; Azad Ronakbar bi “Sêbareyeke Evînê”; Memê Þivan bi “Pîrejin”ê; Bi nasandina Dengbêj Evdirehîmê Fîsî Hilmî Akyol; bi hinek Xweþgotinên kurdî Zekî Akdag û Omer Dilsoz, Îlhamî Ozer, Fevzî Bîlge, Sîpan Xizan, Dilxwaz Herdem, Feratê Dengizî jî bi helbestên xwe cih girtine.
Her wiha, Jan Dost, Ronî War, Ezîzê Cewo û Behlûl Zelal bi nivîsên xwe; Dilawer Zeraq û Arjen Arî jî bi riya hevpeyvînê beþdarî dosyeyê bûne.
Heta hejmareke din bimînin dixweþiyê de....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark