Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Koma Dêrika Hemko şahiya serê sala nû lidarxist

 


Di bin çavdêriya rêxistina Dêrikê ya Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(Yekîtî) de, li roja çarşembê rêkevtî( 2-1-2008) ê, koma Dêrika Hemko û Komeleya Ciwanên Kurd bi başderbûna nûner û berpirsên Guropên rewşenbîrî û çalakvanên mafên mirovan û herweha birrek ji rewşenbîr, nivîskar, parêzer, xemxwarên kurdayetiyê, kur û keçên deverê şahiyeka hemereng li bajarê Dêrikê lidarxistin.


piştî rawestandina kêliyeka bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê, pêşkêşkarê ahengê mamosta EbdulCebar xêrhatina mêvana kir û xêrhatineka teybetî li nûner û berpirsên dezgeh û saziyên rewşenbî û civakî jî kir û ji mêvanên beşdar re şeveka xweş û bextewer xwest.
Di peyî re stêreka geş ji Koma Dêrika Hemko strana ((Ez keçim keça kurda me)) bi dengê xwe yê xweş û zelal dilê mêvanan xweşkir û bêhna wan fereh kir. Pişt re Komeleya Ciwanên Kurd jî ji aliyê xwe ve xêrhatina mêvanan kir, serê sala nû ya zayînî li mêvanan pîrozkir  û daxwaz kir ku  hêvî û omîd di sala nû de ji tevaya hêvîdaran re werin pêkanîn.
Paş re şev di nava şîraniya hingivê kewaran û hêviyên dildaran de,bi pêlên omîdên evîndaran re, bi qevdek helbestên ciwan û bergir ji kaniya helbestên helbestvanê dilgerim û nûhatî Azad Hemo, mêvanên beşdar di şeveka sar de li pêla bayekê gerim siwarkirin û li nava gulîstan, çiya, çem û rûbarên welêt, tevlî dengê bilûra hunermend Ronaz û tembura hunermend Îmad li kevî û beravên deryayeka omîdan geran . di bere û her di nav re birûskên pîrozbahiyê, birûska Guropa Dêrikê ya çanda kurdî, birûska Tevna Çand û Huner li Dêrika Hemko,birûska Baxên Jinên Dêrikê û rojnama Newrozê jî gihan destê komîta amadekar û naveroka van birûskan ji aliyê wan ve hatin xwendin .
Dawiyê Koma Dêrika Hemko xwest bi straneka xwe vê ahengê bi domahî bînê, hunermend Isam Ebas bi dengê xwe yê ciwan û şêwazê xwe yê hunersaz strana ((tu li kû ma)) pêşkêş kir û di peyî re pêşkêşkarê şahiyê mamosta EbdulCebar xwest şevê bi dawî bikê, lê hin kesên beşdar û bi teybetî aliyê çavdêr û peywendîdar xwestin ku ev şeva xweş berdewam bimînê û derfetê bidin mêvanan, guhbidin dengê wan, xwestin  ku eger pirs yan pêşinyar û yan jê gotin hebin bila berî dawîbûna şevê ji mêvanan re pêşkêşbikin. di vî alî de mamosta Bavê Comerd çend helbest ji helbestên seydayê Cegerxwîn xwendin, û herwisa helbestvan Ednan Çaço, helbestvan Ehmed Ebo Şihab, helbestvan Melevan, helbestvana navdar û çeleng Evîn Şikakî parçen ji helbestên xwe ji mêvan re diyarkirin .
Dawiya dawiyê Gato hate birîn û heşt mûm piştî sala duhezarê hatin vemirandin ,şîraniya serê sala nû hate belavkirin û pêre komîta amadekar û serperiştyar hêviya saleka geştir û xweştir ji tevaya miletê kurd re xwest û hêvîkir ku divê salê de armancên miletê kurd di wekhevî û azadiyê de bikevin qûnaxeka nûtir û bilindtir de,nêzîkbûn û hijêkirin di nav miletê me de werê pêkanîn û jiyana vî miletî di sala 2008 ê de bi xal û nîşanên pêşveçûn û serkeftinê bixemilin.
Dêrika Hemko: 2/1/2008 ê
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî




















 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark