Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hejmara 17’emîn ya kovara (W) DERKET!

 


  KOVARA W weşana enstîtuya kurdî ya amedê ye!
weşanên enstîtuya kurdî ya amedê bı kurdî ne!
enstîtuya kurdî ya amedê bı weşanên xwe dıxwaze ku zımanê kurdî bı hêsanî bê têgıhîştın, bê fıkırîn, bê nıvısandın û bê xwendın!...
 “zımanê kurdî zımanê me ye/ zımanê kurdî hebûna me ye!...”
enstîtuya kurdî ya amedê bı weşanên xwe yên nımûne dıxwaze bıbe xızmetkar jı zımanê kurdî re!...


sergotar

Merheba
Payîz hat û bi payizê re çend nivîskar û wêjevanên me yên hêja jî wekî pelên daran yên ku di payizê de diweşin yek bi yek ji nava me bar kirin û tevlî karwanê koça dawî bûn. Mirinên li welatê me her tim bê wext bûne û li dû xwe xemgînî û dilêşî hiştine. Di demeke kin de çend nivîskar, ferhengzan, lêkolîner û rewşenbîrên me li dû hev çûn ser dilovaniya xwe... Wek roman-nûsê hêja Mehmed UZUN, nivîskar û ferhengzanê hêja Salah Saadallah, lêkolîner û zimanzanê birûmet Ordîxanê CELÎL... Em jî vê hejmara Kovara Wyê diyarî giyana wan a pak û rind dikin.
Vê payîzê  ji aliyê siyasetê ve jî sorbûn û germahiyek bi xwe re anî. Wekî her car dîsa agirê şer li Rojhilata Navîn tê gurkirin û dîsa li ser xaka me, li ser daw û doza me kurdan benê xenîqê tê jidandin. Şûr ji kalanan hatine kişandin, çavên guran sor bûne, guhên roviyan bel bûne û li ser xaka me halana şer tê lidarxistin. Şatika hewara şer li dar ketiye dîsa....
Di bin siya halana şer û çavsoriyê de me xebatên xwe domand û bi hêviya ku başî, xweşî, şadî û bextewarî li welatê me bibare me hewl da ku bi naverokeke wêjeyî ya rind em derbikevin pêşberî we...
Di vê hejmarê de me wekî dosye mijareke balkêş û girîng girte dest. Qada ku wêjeya Kurdî tê de aj daye û nîhal û şax vedaye girte nava rûpelên kovarê... Medreseyên Kurdî...
Di medreseyan de (her çiqas li ser bingeha perwerdehiya olî bin jî) gelek wêjevan û hozan û helbestvanên hêja derketine. Bingeha Wêjeya Klasîk a Kurdî li medreseyan hatiye danîn. Lê hê jî Wêjeya Klasîk a Kurdî bi dorfirehî nehatiye vekolandin. Ev jî bi zanîna bingeha medreseyan gengaz e. Nivîskar û wêjevanên me yên nûjen zêde haya wan ji wêjeya klasîk tune ye, ya jî zêde girîngiyê nadinê; ji aliyê din ve jî nivîskar û wêjevanên me yên nifşa medreseyan jî zêde bi çêyî li wêjeya nûjen nanihêrin. Ji ber vê me bi vê mijarê xwest ku qet nebe derî lê vebe û nifşên nûjen û nifşên klasîk bi hev bihesin...
Xwendevanên delal;
Di vê hejmarê de jî me xwest ku em kovareke têr û tijî bigihînin ber destê we. Di vê hejmarê de Serwet DENÎZ, Arjen ARÎ, Adar JIYAN bi nirxandinên xwe; Qado ŞÊRÎN, Ehmed TARÎ, Amed Çeko JIYAN, Recep DILDAR, Ronald DAHL, Evdile KOÇER, Ronî WAR, Omer DILSOZ, Kamran Simo HEDILÎ bi çîrok û hêçanên xwe; Tevfîk YAŞLI, Ezîz XEMCIVÎN, Îlhamî OZER, Cîhan ROJ, Mizgîn AYDIN bi helbestên xwe û Hîlmî AKYOL jî bi berhevkariyê ya Zargotina Kurdî dibin mêvanê we. 
Dosyeya me ya vê hejmarê ji aliyê Azad ZAL - Omer FÎDAN ve hate amadekirin û bi nivîs û helbestên xwe Ayhan MERETOWAR, Merdan NEWAYÎ, Zeynelabidîn ZINAR, M. Reşîd IRGAT, Kerem SOYLU, DILKANÎ, Mele XALIT û Melayê Cizîrî dibin mêvanên we.
Me di hejmarên berê de diyar kiribû ku em ê bi tenê kesan wekî dosye negirin dest; em ê heyam û berhemên ku li wêjeya kurdî bandor kirine jî bigirin dest. Di hejmara 18’an de  em ê li ser “Bingehên Nûjeniya Wêjeya Kurdî” bisekinin û wekî dosye bigirin dest. Yên ku di vê mijarê de gotina wan hebe û bixwazin beşdarî vê nîqaşê bibin dikarin nivîsên xwe ji me re bişînin...
Bi hêviya ku aştî û bextewarî para we be û wêjevanên me bi xweziyên nîvcomayî û hesreta welatê xwe ji nava me bar nekin bimînin di xweşiyê de....

Naveroka Hejmara 17’emîn
* Sergotar /Edîtor - 2
* Qedrî Can, Omer Seyfettîn û Çend Pirs  /Serwet DENÎZ - 3
* Sê Nav: Hesarî, Seyda, Cegerxwîn /Arjen ARÎ - 7
* Mîrateya Hevpar A Mirovahiyê: Wêje / Adar JIYAN - 11
* Lottoyê Kurdistan Rizgar Kir / Qado ŞÊRÎN - 13
* Îşareta Bi Xeter / Ehmed TARÎ - 14
* Levketin / Amed Çeko JIYAN - 17
* Şeva Hinê / Recep DILDAR - 19
* Zilamê Başûrî / Ronald DAHL - 21
* Em Dikin û Nakin Tiştekî Jê Fam Nakin / Evdile KOÇER - 54
* Sar / Ronî WAR - 55
* Lê Lê Nelorîne: Heyranbêjên Gundên Me jî Nemane / Omer DILSOZ - 56
* Lehengê Numareya 8’an / Kamran Simo HEDILÎ - 57
* Qêjîna Guvernîca / Tevfîk YAŞLI - 58
* Jiyana Tentenekirî / Ezîz XEMCIVÎN - 59
* Agir û Xwelî / Îlhamî OZER - 60
* Mirî Tên Jimartin / Cîhan ROJ - 61
* Gulan Nehêle / Mizgîn AYDIN - 62
* Dengbêjek û Lawijek / Hîlmî AKYOL - 64

Dosye –  Wêjeya Kurdî û Medrese
* Amadekar: Azad ZAL - Omer FÎDAN - 27
* Wêjeya Kurdî û Medreseyên Kurdan / Ayhan MERETOWAR - 28
* Ji Hundir ve Zanîngehên Qedîm; Medreseyên Kurdistanê / Merdan NEWAYÎ - 31
* Medreseyên Kurdî / Zeynelabidîn ZINAR - 34
* Medreseyên Kurdistanê / M. Reşîd IRGAT- 38
* Fermana Bo Melayên Bêmi’aş / DILKANÎ - 39
* “Di Medreseyan De Zimanê Kurdî Û Wêjeya Kurdî Bi Xwezayî Hatiye Parastin” / Hevpeyvîn: Azad ZAL-Omer FÎDAN-Serwet DENÎZ - 40
* Gazina Ji Felekê / Mele XALIT - 49
* Li Ser Medreseya Kurdî Lêkolînek / Kerem SOYLU - 51
* Çend Serpêhatiyên Medreseyan / Berhevkar: Omer FÎDAN - 52
* Gilor Be Dibe
* Hêstira Pîr
* Def’ul Bela

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
e-mail: enstituamed@hotmail.com
Tlf/faks:
(0412) 237 43 16
Navnîşan:
Huzurevleri Kalem Sk. No: 32 Kayapinar / DIYARBAKIR
WEB:
www.kovaraw.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark