Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî þevbêrka xwe ya heyvane li darxist

 


Bi berheviya jimarek ji berbijar û rewþenbîrên devera Dêrika Hemko,Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî þevbêrka xwe ya heyvane li darxist.
Di þevbêrkê de, mamosta Hêmin Mendanî mijarek di bin navnîþana (Dîmoqrasî : pênasîn , dîrok û ravekirin) de ji beþdaran re pêþkêþkir.mijar bi zimanê kurdî yê ciwan û bilind hatibû nivîsandin û herweha bi zarekê xweþ û þêrîn ji aliyê mamosta ve hate xwendin.


Mamosta Mendanî babeta xwe ji pênasîna Dîmoqrasiyetê wek têgehek siyasî û ramyarî ku çawe di dîrokê de ev rengê xwe yê dawî girtiye daxuyakirin, û herdîsanê hêman û bingehên serekî yên dîmoqrasiyetê di çend xalan de rahênerkir û pêve çû û derbasî nava kêmasî û lêgirtinên dîmoqrasiyê û herwisa baþî û mifayên wê jî berçavkir  û bi ferehî li ser rawesta û ravekir.
Di dawiya de mamosta mijara xwe bi nerxkirin û hilsengandina dîmoqrasiyê bi dawî anî.
Piþt re gengeþe û danûstandin li ser naveroka mijarê bi germî di navbera beþdaran de pêket û babet bi nêrînên wan hate zengînkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Girûpa Dêrikê heyvane van rengê simînar û þevbêrkên rewþenbîrî û toreyî amadedikê û birek rewþenbîr, xemxwar û guhdêrên çanda kurdî di wan þevan de berhev dikê,ji ber armanca Girûpê ewe, ku bikaribê di bin dest û darê pêstûrî û zordestiya vê demê de pilatformên derbirînê avabikê û derfetê li pêþberî nêrîn û ramanên cuda û cor bi cor vekê,dawiya dawiyê mebest jî ku jîngeheka rewþenbîrî ya saxlem peydabibê û tevî nêrînan cihên xwe tê de begin,lihevbibanin û ji hevderbibin.

Dêrika Hemko: 8-11-2007 ê

Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark