Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Min fr bike

 


Cankurd
07.11.2007

Hosteya evînê,
min fêr bike,
           çewa ez hezbikim…
Min fêr bike,
çewa ez engejinekê hembêz bikim…
Vaye min ûr û mertalê xwe danî
Min tivinga xwe ikand
…û peyva cengê ji ferhenga xwe hilanî...


Niha,
           dem a min ji evînê re heye
                     …û hosteyekî evînê li ba min
                                           ji te pêve tune ye…
Erê,
min fêr bike
Çewa ez tayek gula Cûrî
             bidime destê xanimekê
Min fêr bike
Çewa ez danîim li gel yarekê
             li quncekî çayxaneyekê
                      an jî li ber maseya dewatekê…
Hosteya evînê,
min fêr bike
çewa ez zeviyên xwe,
              bi helbestên liyaniyê (1) biçînim
çewa ez nameyek yara xwe,
                    bi dengê bilind bixwînim…
Berî niha ez fêrdibûm kîn û nevînê (2)
            ez fêrdibûm ceng û rijandina xwînê…
Niha,
Ez reviyam ji nav rêzên lekerê gengeiyê
                                       û pevçûnê…
Niha,
Ez dixwazim ji nû dest pêbikim bi fêrbûnê…
                                   û bi hemî awayên hezkirinê…
Hosteya min,
min fêrbike,
çewa ez bi xanimek qonaxa jorîn re
                            bikevime yariyên bin nivînê
çewa ez ji bîr bikim wan hezar sal ên tenahiyê
                              di sengerên qersî yên erî da
min fêr bike,
çewa ez ji ser xwe bavêjim tirsa evên cengê
                                             û wan tîrên di dilî da…
min fêr bike,
çewa carek dî,
       ez vegerim hiyariyê
              û bigerim wekî jîndarekî
                            wekî mirovekî
                                          ku hezdike ji vê jînê
                                                                   û ji  xweiyê….


--------------------------

(1)   Liyanî: Eq
(2)   Nevîn: Kurh

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark