Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Leyla Zana ! Xaziya tu xka min ji d bav ba

 


Dr.Ebdilmecît êxo

Beriya çend rojan min axivtina te, ya ku te di kongira "civaka dêmokrat" de li Amedê goti bû, di malpera  "Azadiya Welat de "xwend, te pir hevokên watedar û giring anî bûn zimên; mîna "Kurd ne têrorîst in ", "tu Kurdên bi eref erê birayê xwe nake.", "hêzên cîhanê ta niha ji bilî komplo, fend û fêlan li dijî gelê Kurd nakin…", "me welatê tu kesî dagîr nekiriye", "divê Turkiyê li Emêrîka, Sûriyê, û Îranê negere, çareserî li Turkiyê ye", "lê hevoka  ku gelek bala min ber xwe de kiand, û ez  ji ber shabûnê bi girî  kirim ev bû;" KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM".


Erê xanim Leyla Zana! Ez li ser hemû nirînên te yên jorîn ranawestim, ji ber ku her hevokek ji wanan li nik min dibe navnîana mijareke taybetî, derbirîn û nirînên te yên siyasî cihên pesnê ne, te siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn pir bi kurtî li pê guhdarên xwe rêxistin. lê dîsan ezê vegerim ser hevoka te "KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM" eva gotina te tijî felsefe ye, ewa bi naveroka xwe gelek watedear e, bi pir alî ye. Te nameyeke zor giranbuha arastî du aliyan kiriye, yekem, ji dijminên Kurdistanê re û tu dixwazî di wê de  ji wan re bêjî; va ye, zîndana we LEYLE ZANE  netirsandî ye, gefgurên we yên rojane li dijî welatpêrz û dêmokratîxwazan , vîna  LEYLA ZANE natewandîye û nikane wê  bitewîne û hevgirêdana wê bi gelê xwe  re sist nake. Her weha jî tu hîn ji wan re weha dibêjî; eger LEYLA ZANA ji  wer e dibêje; ya herî tirsonek ez im, lê dîsan ewa ji bo welatê xwe ji mirinê jî natirse,  ango  LEYLE ZANE ji  dagîrkerên Kurdistanê re yekser jî û ne yekser jî dibêje; yanê er û  çekên we kêa kurdî li Kurdistanê çareser nakin, dermanê pirsgirêka me tenê atî ye, dîyalogên dêmokrat û dadmend in.  Ya duhem te  nama xwe ji Kurdistaniyan re,  mêr û jinan re, ji keç û lawan re andî ye; tu  bi me hemûyan re dibêjî; va ye LEYLE ZANE ewqas sal di zîndana  toraniyan de raketî bû, ewqas  destlata Turkan bê rûmetî li wê kiri bûn, lê dîsan  ewa niha dengê xwe ji bo azadiya gelê xwe bê tirs bilind dike, yanê ewa rasterast ji gelê xwe re dibêje; hûn dibînin, çawa " êr, êr e, çi  jin e çi mêr e".Yanê dîsan  TU! LEYLE ZANE ! bi vê  hevoka xwe ya zêrînî, bê tirs û li ber guhên wan, qehremantî û pêdarîyê di hestên  Kurdperweran de diçînî û wireyên têkoînî li nik wan bilind dikî..Vêca çawa tu Kurda herî tirsonekî ??? Ez zanim tu dixwazî ji dijminên Kurdan re weha bêjî ku "Kurdên tirsonek tunen in" ,"Kurd jî dixwazin li ser axa xwe mîna miletên din bi azadî  bijîn ", " Ewanan ji bo rûmeta welatê xwe ji mirinê re jî amede ne…"…Lê erê Xanima têkoer, tu ne Kurda herî tirsonek î, tu  êra me yî, tu zimanê hîm û latên Kurdistanê yî, tu sîwana  netewperestan î, tu lehenga zîndanan î . Eger ez çiqas di derbarê te de bêjin, dê hemû peyv û pesnên min li hember tîpek ji tîpên hevoka te ya jorîn û ya ez gelek bi girî kirim " EZ KURDA HERÎ TIRSONEK IM Û EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM " ji ber xwe ve erm bikin û dê serên xwe bi rêzdarî li ber wan tîpên zêrîn re bitewînin. Li dawiyê dîsan  ez dubare dikim, XAZIYA TU XÛKA MIN JI DÊ Û BAVÊ BA…"

 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark