Ey þêx Maþûqê Xiznewî Wey rêberê ol û dewlet Ey zanayê dîn û hem duneywî Tu Kurd bû ev bû tuhmet ! * * *
Ey þêx Seîdê demê Te jixew kirin þiyar em Ey tîra serê rim ê Te em kirin însan em ! * * * Ey þehinþahê bê tac Et Rustemê kurê Zal Eniya bilind wekû ac Ax û ax û nale nal... * * * Ey þêx Maþûqê dîndar Te sax kir Þêx û Qazî Nikarin te ew bi dar Vaye têt serfirazî * * * Ey teyrê fireh çeng Wey Nemrûd û Herekol Ey leheng ê þer û ceng Wey þêrzadê di bîngol * * * Ey lawê Zab û Xabûr Xanêxanan û þêxan Netirsa tu jihedê þûr Xaç û daxan û mîxan * * * Ew dest û laþê tahir Bêmirêsan bêmirês kir Hemî durr û cewahir Zikreþan binpê dikir * * * Her ku ewan lê dixist Çol û çiya digiriyan Agir ewan vêdixist Di dilê bav û diyan * * * Her ku mûyek hildikirin Ji wê riha pak û tahir Ewa agir gur dikirin Nizanin çi ye agir ?! * * * Ew miwên ku radikirin Ala welêt pê di dirûn Her ku wan ew radikirin Riwê ezmên dibû xûn.. * * * Her ku mûyek radikirin Þehîdik pê sax dibû Av ku bi te dadikirin Pakrewanek radibû * * * Ew ilm ê teyî mezin Bê havil bû ji bo wan Tu Kurd bû mane zanin Ey þêxê bazê Kurdan * * * Tu Kurd bû þêxê Kurdan Ji çavsoran re xêzek sor e Li nik wan pîs û qirdan Kurd nabe bêyî gore !! * * * Tiwî serok û serwer Ji boyî me derwêþan Zêr û mircan û gewher Saxkerê kerb û êþan * * * Dilê te ey dil mezin Hembêz kir dîn û dewlet Hero hero hin bi hin Nêzîk kir tiji me dewlet * * * Ne wek te Þêxê senan Xandimdim ê çengzêrîn Ne Þêrko û ne Geylan Ne Ferhad ê di Þêrîn .. * * * Nezan ku dikujin zana Li vê dema bênamûs Zanim te tif kir wana Pîs û gend û bênamûs * * * Dengvedan tolê dixwaze Balindeye xwe li nêv singa me dixe Vaye canê te di gaze .... Sîlake xwe li bin guhê me dixe * * * Xanî .. Feqe ...û Cizîrî Tev þiyar bûn ji xewa xwe Hatin derve bi girî... Da silavkin þêxê xwe ... * * * Þêxê jîndar bo wan got Negirîn ! Mêrxas na girîn Ewî dilê wan pê sot Hîn bêtir wan da girîn * Jê re gotin : ev çi ye ? Ka rî û þaþ û cubbe ! Jê re gotin : ev çi ye ? Ka zend û mil û qubbe ! * * * Tev bûn fidayê welêt Lew ez mame bê kiras Neviyên omer kurên Zêd Bi min kirin ev çiqas !! * * * Zêr î zer î tu seyda Li jêr û jor zemîn î Tê bê li cejn û eyda Ey lawikê Metîn î * * * Her sal roja Newrozê Wê diyar be canê te Ji bîr nakin vê dozê Ta roja hatina te * * * Te gul anî li ber me çand De avê bidinê te got Erdê xwîna te mijand Ew bû ew gula me got * * * Berê Seyda gotibû : "Xwîn narije badîhewa″ Wî jî ceger sotibû Kew bû li nêv mêkewa * * * Þêxê min ! Þêxê þêxan Tu sax î qet namirî Tiwî serdarê þêxan Mûm î ! qet venamirî * * * Te ol û dîn paqij kir Ji fen û fûtên dizan Te Islam bi ronahî kir Li nêv xaka Kurdistan * * * Te got : olek alemî ye Ev dînê pak û temîz Ji bo gelan hemî ye Ev dînê zîzî ezîz * * * Te got : roja we bihîst Ciyê Kurdan tê nîn e Zanibin tev bûye lîzk Ji lîzkan dûr ne mîne ! * * * Ey Þêxê Kurd ê serfiraz Wa ye al lite pêçan Ey tabûta tije raz Têþe îro dil û can... * * * Þêxê min wey dilê min Evê bibhîze û þa be : Ne dîn davên canê min Ne jî dewlet ...de rabe ! * * *