Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (2)

 


Luqman Silêman
hevind@nefel.com

Çavê Remezan çûne pişta guhê wî aqil di serê wîde nema li mêvana nêrî gote: Hisên ka wê namê bide min. Hisên name da destê wî go tê çibikê.
Remezan deynekir name xwe berda berîka xwe go: ev çi mêrin yê ku ez ji bo wa berdim mêvanê xwe qey ev min nas nakin bavo ma ev çi ker kur kera ne ev ne axa û begê berê ne û nejî hikumetin ma bi çi aqilî ji min di xwazin ez berdim mêvanê xwe dûvre ew li welatekî ne û ez li welatekî me û ez ne nan xwarê wame ez ne gundiyê wa me ne ez wa nasdikim ev bi çi aqilî dibêjin ka berde mêvanê xwe kêlîkî ma sekinî go A niha hûn bi rastî dibêjin wa ji min xwestiye ez berdim we ez dibêjim hûn laqirdiya li min dikin piştî vê gutinê Remezan li rûyê teva nêrî, hemî mane sekinî lê çavê wa dibêjê raste wa ji te xwestiye ku tu berdê me ji mala xwe...


Pîreka Remezan li eywanê ye û guhdarî wa dikê lê Remezan nizanê ku Emîna dengê wa dikê Remezan da xwe rabû hate ber derê odê li wa zîvirî go: we go navê wa çiye kesî deynekir kêlîkî mane sekinî her yek li benda yê diyê ku ew bêjê lê kes ne axivî.
Pîreka Remezan zanî wê Remezan ji odê derkevê jibo ku Remezan wê ne li eywanî bibînê pêde nexeydê û ne bêjê tu qelewîzê li me digrê bi xar Emîna derbasî oda dî bû gote bûka xwe kezî kurê Felekê hineka ji amê tere şandiye dibêjin berde mêvanê li mala xwe û heger tu ber nedê wa em çi bikin tu gazinda ji me nekê lawo ma ev kîne va çi kiriye ma qey va ev keçik revan diye. Felekê go: wa weylê jinamê ma wê ev qas zilam vê keçikê bi revînin. Emîna go: ma ne xwe va mêrin kuştine, kezî kurê Felekê te ji Ebdo ne pirsiye va çikiriye ta ku bazdane, tê bîra min bavê Min digo mêrikê Turk nanê wî li ser kaba wiye ev bê bavê Turka tiştekî bi me nekin.
Felekê go: jinamê ma mirov di wêrê pirsekî ji kurê te bikê. Emîna go: yadê ma wê li kî werin mane ev bû bîst û pênc salê mine ez gihame amê te ez ne wêrin pirsekî jê bikim.
Remezan ji odê der ket Hisên go: Remezan. Remezan go belê: xêre
 Hisên go: emê îşev ji vir herin çê tire em ji were bibin bela em nehatine ser êşiyê ji were çê kin.
Emînê gote: Felekê tu dengê wa dikê wa wê herin Felekê go: ka bisekne ka wê amê min çi bêjê.
Remezan axavtin ji devê Hisên girt go: bawerke piştî vê namê min nehişt hûn ji mala min herin û tiştê ji wa tê ber texsîr nekin dera destê wa heriyê ber lingê xwejî bixnê û ez hêvî dikim hûn nema vê mijarê ji min re bêjin.
Emîna gote: bûka xwe yadê mane Remezano nahêlê camêra herin wê ev mêrik belakî ji mere çêkê.Felekê go: bihna xwe fere bikê ta êvarî Ebdo û Şikrî hatîn ez û te emê ji wa re bêjin ka ewê çi bêjin wa amê min çû ber dikanê ka li dûv wî here ka bê tu tiştekî jê fêm nakê.
Remezan vegera ber dikana xwe lê ew tengijî ye hatiye dagirtin ji xwe re go: ez sax li dinya yê û hin ji min bi xwazin ez berdim mêvanê xwe ji malê Qey ez ne Remeazno me bavo.
 Remezan di kulmek avde di xeniqê hingî bihna wî tenge li ser kursiyê xwe rûnişt kuf kufa wiye pîreka wî hat li cem wî rûnişt û jêre go: Remezano xêre mehdê te ne xwe şe qey çi di wê kaxezê debû ta ku tu wesa adizî. Remezan zîq li nav çavê wê meyzand lê deynekir Emînê go: Remezano yê bê hesabê bê hesabjî di çê tu biya min û biya xwedê bikê destûra wa bide wa camêra dibêjin emê herin bila herin ser oxira xwe nanê Turka li ser kaba waye me bela wa nîne, zarokê me hûrin ma qey ku şevekî ji va werin bi serme de bigrin wê kî bêjê çi.............
Remezan go: Emo Emo te vê carê ev gotin got careka dî nebêje bi wî xweda yê ez û tu dayî ez bi bînim tu carek dî vê mijarê bi minre vekê tu nema nanê min dişkînê û rabe ji cem min here berî ku ez te bidin ber dara, here binêre ka çi ji mêvana re divê ji çakî ji qehwakî....
Emînê da xwe rabû çû odê ji Felekê re go: min ji tere nego mirov nikarê pirsekî ji wa bikê.
Felekê go: qey amê min bi te de xeydî.
Emînê go:Yadê min pêre dirêj bikira wê li ber wê dikanê ez bi dama ber dara, xeyîdî berda min go ji vir here û carek dî vê mijarê bi minre veneke here binêre ka çi ji mêvana re divê.
Felekê go: deka dergûşa lawik bi hejîne ezê herim çakiî ji ware çêkim belkî amê mijî vexwê wê bihna wî fere bibê.
 Emînê li ber dergûşê rûnişt û dergûşê di hejînê û di bere lorîka ji lawik re dibêjê ta ku lawik bi xew ve çû Felekê jî ça çêkir û bire ji mêvana re û qedehek anî gote xesûya xwe vê qedehê bibe ji amê minre belkî bêna wî fere bibê.
 Emînê rahşite qedeha çayê û bire ji Remezan re dî wa Remezan bi tinê li ber dikanê rûniştiye serê wî di ber deye di pûnijê Emîna go: wa Remezano yê te bibînê wê bêjê qey deynê vê qa dinya yê li tene mal ava  tiştê xwe dê kirî betal nabê va min ça ji tere anî ka ve xwe belkî bêna te fere bibê. Remezan serê xwe rakir go: belê ça we ez venaxwim Emîna şûşa çayê danî ber wî û li cem wî rûnişt dilekê wê dibêjê jêre bêje dilekê dî dibêjê na jêre nebêje wê cardî berdê te.
Remezan go:te ça da mêvana.
Emînê go: belê min ça danî ber wa û ez hatim Remezanjî şûşa çayê vexwar bi go gotinekî bi Emînê re baxivê şûşa vale da destê Emîna û jêre go: we çi şîvji mere çêkiriye va diniya êvare.
Emîna go: ew seropiyê do te anî min ji Felekê gotiye deyne ser agir.
Remezan go: de rabe here arî bûka xwe bike çê tir tu li cem min rûniştî ew di xwazê Emînê ji cem wî herê çêtire ku gotin motina bêjê û ew pêde bi xeydê.....
Piştî ku Remezan ji odê derket Hisên go: gelî hevala hûn mal bata Xalibo  ji min bihtir nas dikin ka çi qasî destê wa di hikumetê de dirêje û ew dikarin çi bikin.
Xoce go: hevalê Hisên ev hevalê rûniştî tev wa nasdikin ev mal ta dawî girê danê wa bi hikumetê re hene lê em çibkin ev biriya ya teye,ez nizanim heger tiştin li cem havala hebin ew dikarin bêjin û berê xwe da wa hevalê rûnitî go: gelî hevala hûn çi dibêjin we dî hevalê Hisên nama wa xwend em herin em li vir bimînin.
Hemiya li hev nêrî bê ku kes ji wa baxivê Mihemed Emîn Xoce gote: Hisên heval li benda biriya re tane.
Şikriya pîreka Hisêne ewjî indama komîta navendiye go: ez bim emê ji vir herin çêtire ku em ser êşiyê ji vê malê re çêkin wa hûn dibînin îro çend roje em di ser çavê wa dene bi qedir û qîmet vê ce em belana ji ware çêbikin wê li ser me giranbê heger ku hûn bi A min bikin emê îşev ji vir herin.
Hisên go: başe lê ka ev qas heval wê bi kude herin û tu di zanê ku em kesî nas nakin heger hin ji we kesê dî ji bilî vê malê nas bikin piştî reş bikevê erdê emê herin wirjî çendakî bi mînin ka bê xwe dê ça we çê dikê..........
Şikriya go: yanî em li vir bi mînin.
Hisên go: na ez ne wesa dibêjim lê ez di xwazim em cîkê dî ji xwere bi bînin em nû ji vir derkevin ez na xwazim em ji vir herin bê ku em zanibin emê bi kude herin.
Şikriya go: deka ne xwe emê bimînin ta êvarî dibê ku zarokê wîjî werin  dibê ku ew me bi bin cîkî yan mala dostin xwe yan ew karbin me bişînin Şamê di rêna re hûn çi dibêjin gelî hevala teva.
 go: başe...      
Êvarî piştî şîva xwe xwarin Hisên gote: Remezan ez di xwazim tu û ev hevalê rû niştî himî li min guh darbin.
Hemiya lê nêrî nemaze zarokê Remezan, Ebdo û Şikrî Xorşîd çimkî ew  nizanin çi çê bûye çavê wa ma li Hisên ka wê çi bêjê Hisên go: ez hêvî dikim hûn ji min fêmbikin ez nabêjim hûn di tirsin gerek em bi aqilê xwe baxivin ne bi dilê xwe ji ber dema ku em li pey dilê xwe herin emê bi kevin gelek şaşiya ê me berî niha ev tişt bi mere çê bûne û em pey dilê xwe çûne û em poşnam bûne ji ber ku me bûhayê wê giran daye ji lewma ez dibêjim ka werin em bi aqilê xwe bi fikirin û em bi hevre bi fikirin ka em çibkin hûn me dibin cem malin dostin xwe yan mirovin xwe yan hûn me dişînin Şamê çêtire ku em li vir bi mînin û ji were bibin bela dema ku hûn tiştekî ji va ji mere bikin wek ku cardî we em di mala xwe de xwedî kirîn ev ne pîsatiye û ne tirse ev mêraniye ma mêranî ewe hema mirov kuştinê bikê heger em bifikirin bêjin mêranî eve, ev ne mêraniye mêranî ewe ku tu zanibê çawe xwe ji dijminê xwe bi parêzê û karê xwe bikê lê xwe ne xe destê dijminê xwe de bê ku te sûde kirbê ji dijminê xwe bihtir.
Remezan xwe ne girt û axavtin ji devê Hisên girt go: gelî hevala Mamoste Hisên xweşk daxivê û di xwazê ku ez jêre bêjim rabin ji mala min herin di vê zivistanê de lê ka ezê tiştekê dî ji were bêjim çêtir ji çûnê? Hemî mane sekinî Hisên go: ka bêje ka tê çi bêjê!
Remezan go: emê ji îşev pêde nobedariyê li xwe bigrin çekê me hene ta ku hûn birê ketîn hûn çi dibêjin.
Hisên li hevalê xwe nêrî û gote: Mihemed Emîn Xoce hûn çi dibêjin? Ebdo go: ka çîrokê ji mere bêjin em nizanin hûn li ser çi daxivin û li Şikrî nêrî go:Şikrî ma tijî weka min nizanê yan ji tere gotine!Şikrî go: na ezjî nizanim li ser çi daxivin!
Şikriya go: ezê ji were bêjim çîrok çiye îro namek ji bavê were hatiye û tê de ji we di xwazin ku hûn berdin me ji mala xwe.
Şikrî go: birî go: tu çîrokê ji mere bêjê ka bêje ew kîne yê name şandine ji bavê minre û çawe şandine!
Şikriya go: name dabûn bavê we.
Remezan go: ez nizanim ew kîne û ez wa nasnakim lê îro ez li ber dikanê bûm lawikek hat go: xalo zilamekî ev nama ha damin go: bibe ji Remezanê Kebreş re weleh ez nizanim ew lawik kurê kî ye ê ez li we geram hûn herdû jî ne li mal bûn min ew name da Mamoste Hisên wî xwend û ji mire go: va wilo ji we di xwazin û xwiya dikê heval wa nasdikin Ê ji hingî de dibêjin emê ji mala we herin û ez nahêlim ew herin ji ber yekê weka Kemalo, ka kemalo di karê çibikê û ka ev Kemalo kiye. Ebdo gote: bavê xwe mane ji xwe di hizûre tede gotin ya teye lê kuştina me li ser ya waye ma em mirîne,ma we jin revan dine yan we diziya wakirye dûvre ew li ser xetêne û em li bin xetê ne ew li welatekî ne û em li welatekî ne ya wa çiye ta ku ew ji me di xwazin em berdin mêvanê xwe xwiya dikê ev mêra li ber xwe nabînin Remezan go: ka we go: çi?
Hisên go: li ser çi?
Remezan go: wek min ji were got emê êvara nobedariyê li xwe bigrin da dilê we bi kevê cîde Hisên cardî berê xwe da hevalê xwe go: hûn çi di bêjin gelî hevala.
Hemiya bi yek dengî gotin tiştê tu bêjê ewe.
Hisên go: başe emê nobedariyê li xwe bigrin ta ku xwedê çêkê.
Remezan gote: Kurê xwe Ebdo de her tivingê bîne û li serê bên nobedariyê li hewşê bigre.   
Hisên axivî bi rengekî fere li dora mijarê çû û hat di xwazê wa qanih bikê da Remezan destûra wa bi dê Remezan go: hevalê Hisên bi bûre ezê gotina te bi şekir bi sekinînim Hisên ho: femo Remezan go: ez dizan tu di xwazê ji min re bêjê emê ji vir herin ez hêvî dikim tu nema vê mijarê vekê ji ber ku ez nahêlim hûn ji mala min herin ku ez zarokê xwe jî li ser we bikim û wa me li hev kir ku em nobedariyê li xwe bigrin ica ji mere li ser tiştek dî ba xive.
Bi va gotinê Remezan ew mijar hate girtin lê dektora Şikriya pîreka Hisêne ewê dest bi axavtinê kir lê li ser rewşa civaka kurd li ser xetê û go:

Ta heftiya werê û xeleka werê em binêrin ka wê Remezan çibkê


 BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (1)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark