Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Bêzarbûyîna Ziman (2)

 


Siyamed Sîpan Uðurlu

Em xwe bera nav rûpelên pirtûkên olî û pîroz didin. Di destpêka her pirtûkên pîroz de bahsa wate û rola ziman tê kirin, ev dibe Quran, Zebûr, Încîl anjî Tebar dibe. Di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ger civakek zimanê wê di xeterê debe, civak bi xwe di xeterê deye.Li gora vê tezê ziman herwiha dibe klîta bawerî û hemû olan jî.


Bi hezaran zarava û zimanên cûr be cûr bi dagirkeriya netewa xwe bandor li heremê anjî li cîhanê kiriye. Wek mînak ku zimanê îngîlîzî niha di cîhanê de zimanê têgihiþtinê û zimanê polîtikayê be, ev koka xwe ji dagirkeriya wan digre.

Dema mirov difikire ku ziman tineba, ewê Feqê Teyran nikarîbû „Ay Dîlberê“ ji feqe û teyrên xwere bigota, wê Dildar nikarîbû evîna netewî di sirûda netewî „Ey Raqîp“ de xûya bikira, wê Ehmedê Xanê destanên xwe nikarîbû bigîhanda roja me, wê Cîgerxwîn di bîranînan de bêzar bima û di fikran de winda biva. Ziman li gora rastiyên li jor jimartî bingeha dîrokê ye jî, bê ziman me nikarîbû bahsa dîrokê bikira.
Kanî em zaravayên zimanê zêrîn, zimanê çivîkan nas bike:
Çend zarava ji zimanê Kurdî yên herî zêde tên axaftin wusa ye:
1. Kurmancî li Kurdistana Bakur û Kurdîstana Baþûr-Rojava tê axaftin.
2. Soranî an jî Bahdînî an jî Kelhûrî li Kurdîstana Baþûr û Lûrî bi hindikî li Kurdîstana Rojhilat û Baþûr tê axaftin.
3. Zazakî an jî Dimilkî an jî Kurmanckî û Þikakî li Kurdîstana Bakur tê axaftin.
4. Hewramanî an jî Goranî an jî Hewramî li Kurdîstana Rojhilat û bi hindikî li Kurdîstana Baþûr tê axaftin.
Belê zimanê me ewqas dewlemende, ewqas bi þax û bere. Di zimanên din de, ji bo tiþtekî gotinek anjî bêjeyek heye, lê belê di kurdî de carna xwe digîhîne çar, pênc bêje yan.

Hevalno dema mirov dipirse: „Ziman çiye”, bersiva sereke ku mirov digre ewe ku ziman alava fahkirin, alava têgihiþtinê ye. Raste ziman amûra Komûnîkatîonê ye, lê ne tenê ev, ziman wek me li jor jimart herwiha di nava olan de, di nava mîtolojiyê de, di nava têgihiþtina xweda û evd de, ziman alava mirovahiyê ye.
Ziman herwiha tê wateya çandê, tê wateya sembola civakan. Gelekî ku zimanê wî di xeterê debe, pêþeroja wî de xeterê deye. Bi qûrtasî têkçûna ziman, têkçûna civakê, têkçûna gelekî ye.

Otoasîmlasyon di roja me de dijminê Zimanî herî mezine. Otoasîmlasyon tê wata bi xwe „Xwe-Helandin“, dema mirov bêyî zext û zoran dev ji zimanê xwe berde, sedem wek mijarên bê wate þermbûn û fedî be, mirov bahsa otoasîmlasyonê dike. Wek mînak jî mirov dikare Ewrûpa nîþan bide. Dema mirov li ewrûpa biçe mêvandariya malbatek welatparêz, mixabin ji bilî tirkî û elmanî qebeqeba tu dengan nayê. Heyra herî mezin ewe ku mirov pîþtî pirsê, bersivek wusa bigre: „Heval ez bi Kurdî nikarim xwe îfade bikim“. Pîþtî bersivek wusa, ku wek þeqamekê li rûyê te dikeve, tiþtê tê aqlê mirova serkeftina otoasîmlasyonê û serkeftina pîskolojîke. Rastî dema mirov bersivek wusa digre, mirov dixe nav þermek ku dikare mirov bi gûlpekê bifetisîne.

Em Kurd dibê êdî vî kirasê þermê, vî kirasê qirêj û gemarî ku di nava xwe de Kurdîtiyê wenahewîne ji xwe bikin û cilên Kurdî bavêje ser hestên xwe yî netewî.



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark