(Qamiþlo - Enteriyê / welatê me) iroj 28/9/2007 li Qamiþlo / taxa Enteriyê, 2 malbatên kurdî - kû arîþeyek civakî di navbera wande rûdabû - li hevhatin, û neyartiya ku 15 salan dinavbera wande domkiribû, bi dawî anîn, ev li hevhatin li ser destê komîteyek xêrxwaz pêkhat, komîte jî ji van kesayetiyan pêkhatibû (Hacî silhedin ji gundê kêþikê, Sebriyê eliyê ehmed ji gundê girdêm, Heswê çep ji gundê Tildarê, Hacî beþîr ji gundê Kevrê dena, Casmê þêxê).
Herdû malbatên li hevhatîn, Malbata mer`ê , û malbata Diwîþ bûn.
Civîna Lihevhatinê dibin 2 konê mezin de hat kirin û hijmareka mezin ji xelkên devera Qamiþlo û gundên wê ji kurd û ereb û fileh û cihû lê amedebûn, di nav wande sekertêr û serkirdayetiya partiyên kurdî û serok êl û kesatiyên olî jî hebûn.