Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dezgeha Al Meda heftiya xwe ya çarê li kurdistanê girêda

 

Al Heyat-welatê me


Di bin çavdêriya  serokê Herêma Kurdistanê de rêzdar Mesûd Berzanî,dezgeha  (Al Meda) ya Hunerî, Rewşenbîrî û Ragihandinê heftiya xwe ya carê ya rewşenbîrî li Hewlêra paytext pêkanî . ev heftî ya pêşiyê ye ku dezgeha Al Meda piştî ketina rêjîma Beas di hundirê Iraqê de girêdidê .

 
 

Di vê mehrecana rewşenbîrî de bêhtirî ji( 500 ) pênc sed rewşenbîrên Iraqî, ji hundirê Iraqê û ji derveyî wê berhev û amadebûn, û herweha rewşenbîrin Ereb û biyanî jî beşdarî kar û çalakiyên wê bûn .
êmnahî û aramiya rewşa ewlekariyê ya ku îro li Herêma Kurdistanê peydabûyî û cihê xwe girtî bû egerê helbijartina Herêma kurdistanê ji bo girêdana vê heftiya rewşenbîrî berfereh, her ewê aramî û êmnahiyê hişt ku ew hijmara boş û mezin ji wan rewşenbîr û mêhvanan jî beşdarbibin û evê yekê rengvedaneka erênî da heftiyê û kar û barê wê bi rengekî rêk û pêk bi rê ve çû .
Herdîsanê kesên ku serperiştiya kar û bar, pilan û bernamê vê heftiyê amadekirîn û deynayîn, xwestin ku ev heftî bibê bergehekê hevkarî yê berfereh û berdewam ji kar, lêvegerandin û lêpirsînê re di tevî warên ku cihên xwe di bername û rêbaza karê heftiyê de girîn, û her xwestin ku heftî bi şêwayekê seranserî vekirî bê li ser tevî warên ramanên rewşenbîrî û yên girêdanên wê, bi siyaset, aborî û çivakê re hebê û li ser tevî aliyên huner û afrandinê jî bi tevî şaxên wê ve, yên ku ji helbest, çîrok, şano, mozîk, sînema, stran, û dîlanan pêktên .
di rûniştina pêşî de sê pirojeyên rewşenbîrî yên giring wek : avakirina Civata Bilind ya Rewşenbîrî, Sindoqa Geşepêdana Rewşebîrî, Mala Helbestê li Iraqê hatin pêşkêşkirin û rûnişvanên heftiyê gihane hev û bi hev re biryara avakirin û dest bi kar kirina wan standin .
tişta balkêş di çalakiyên heftiyê de ew rûniştin û hevdîtina yekser û ew dan û standina di nav bera rewşenbîrên Ereb û cemawerê Iraqê de pêkhatî, û kesên ku di wê rûniştinê de beşdarbûn ev bûn : Ebas Beydon, Muna Feyad, Taha Xelîl, Husên EbdulRizaq, EbdulIlah Ehmed , Kerîm Mirwe, Şewqî Celal û kesin dî jî, tevaya kesên amade di dan û standinê de li ser rewşa kêmketî ya ku çanda fermî ( Rismî) tê de dijî axivin, li ser kar û kiryarên rêjîman yên bê ser û ber ku di derheqa rewşenbîran de dikin dan xuyakirin, û herweha li ser nêrînên şaş û bilindkirina dirûşmin kawî û bawî û paşketî ji serdemê û hewildanên hin rewşenbîrên Ereb ku wan dirûşman di gerînin yan jê xwe di pişt wan de di veşêrin û bi teybetî nêrîna ji gelê kurd û çanda wî, yan bi giştî nêrîna rewşenbîrên hevsarkirî bi bîr û ramanên berteng û Aydîyolocî ji mafê kêmnetewan re yên di tevaya welatên Ereban de dijîn .berdewam di heftiyê de, pir kar û çalakiyên mozîkî, hunerî, şevên helbestê, pêşingehên pertûkan, piştgiriya kom û tîpên hunerî û şanogerî û herweha piştgirî û alîkariya rewşenbîran, hunermendan, helbestvan, nivîskaran, wergêrkaran, yarîvan û derhêneran jî hate xwestin û pêşinyarkirin .
lê belê tişta herî xuya û berçan di nêrîn, beryar û şîretên hevdîtin û dan û standina heftiyê de daxwaza avakirina baregayê ( Mala Erebî Kurdî ya Hunerî û Rewşenbîriyê ) li bajarê Hewlêrê dest pê ware kirin û hêvî hatekirin ku şaxên wê li bajarên dîyên Iraqê werin vekirin, û serokê Hikometa Herêma kurdistanê rêzdar Nêcîrvan Berzanî rûberê (10 000) kêlomitrên çarguşe Erd ji avahiya Mala Erebî Kurdî re li Hewlêrê terxankir û herdîsanê rûberê (5000) kêlomitrên çargoşe yên dî jî, ji avahiya ( Navenda Netewî ya Lêkolînan ) re li Helêrê hate destnîşankir, û li ser daxwaz û nêrînên serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî û li peyî dûvçûn û bikaranîna serokê Hikometa Herêma Kurdistanê rêzdar Nêcîrvan Barzanî dest bi karkirina vekirin û danana bajarekê ragihandina azad li kurdistanê hate kirin,  tevlî wê jî biryara pêkanîna pêşengeheka nêvdewletî ji pertûkan re bi alîkariya di nav bera wezareta rewşenbîrî li herêma kurdistanê de û weşanxane û dezgehên rewşenbîrî yên kurdistanê û dezgeha Al Meda ku bi destpêka sala bê de werê kirin.
 ji şîret û daxwazên heftiyê yên giştî lêgera ji bo girêdana heftiyê her sal bi rengekê berdewam û heftiyê dupatkir giringî û pêwîstiya rengkirin û tevilheviya miletan û pêkve jiyan netewan, vekirin û dan û standina wê bi tevî warên rewşenbîrî, raman û afrandinê, lênihêrtin û  li berçavgirtina weke ku heye û cihgirtiye li ser rûyê erdê .
beşdarên heftiyê tevan li hevkirin û gihane hev ku geleke heftî bimînê bergehek hevkariyê yê berdewam û dezgeha Al Meda ji bo lidûvçûn û bikaranîna bername û şîretan û amadekirina berwext ji kar û barê heftiya pencê re û lidûvketin û lidûvçûna avakirina Civata Bilind ya Rewşenbîrî û damezrandina Mala Helbestê li Iraqê û xurt kirin û serastkirina dahatî û berhatiyên Sindoqa Geşepêdana Rewşenbîrî hate destnîşakirin. heftî derfetek bû ji hevdîtin û gihandinê re di nav bera rewşenbîrên Iraqê yên di hundir û yên ji ber ve de,û dinav bera wan û rewşenbîrên biyanî de jî .
hêjayî gotinê ye ku nivîskar û helbestvan Taha Xelîl,nivîskar û helbestvan Loqman Dêrikî û derhênerê şanogerî Mano Xelîl ji kurdên Sûriyê beşdarî kar û çalakiyên vê heftiya rewşenbîrî bûn.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark