Wenda Þêxo

Bihna hezarên helbestan
Tîbûna qamiþlo naþkînin
Û hezarê dîtir
Di xwîna minde tevdigerin
Û birîna derman nakin….
Kerba ku hat
Serdana nivîna min
Di þeveke tarî û dijwarde
Hez û bihriyê ku li balgiha min didan
Êþ û arazê min tev radikirin….
Ez bi tenê bûm
Li ber bahozê
Þax guliyêmin diþkestin
Þeveng hatemin
Geh dikenim
Û geh di barim
Bi hêz û ser bilindî….
Wê kî van birînan derman bikin?
Ji hêrîþên hovane
Ku di tariya þevêde
Diyar dibin….
Ji vî temenê mina leylanê
Di reve
Û ji rise giyanê min
Serxweþdibe
Di vemana þahî û xweþiyande….