Dr. Ebdilmecît Þêxo
Li ber destê vê sibê, hevalê dilsoz kek Ferîd Xoce ez bi koçkirina dawî ya hevalê min Edîb agahdar kirim, min tavildanê di dilê xwe de got; hey wex, min dixwast îro carekê bi wî û diya Pêþrew re bipeyvîma, lê sed carî mixabin daxwazî û hêviya min bi giyana wî re pakrewan bû .
Min navbera maweyekê û maweyekê bi hevalê xwe re deng dikir, tevî min zanî bû ku rewþa wî pir xerap e, ewî nikanî bû bi zelalî û rind bipeyviya, lê dîsan min bi mebest bi wî re ser rewþa Kurdistanê deng dikir, ewî jî bersiva min mîna mirovekî ne pir nexweþ û bi hêviyên geþ dida min, lê min dizanî ku tenderusta wî giha ye kîjan pileyê, lewra jî, çavên min pir caran di ber axiftinê re dilop diherikandin, eger ez germtir di bûm, min yekser digote wî, keko! ez kanim bi xûþka Leyle re(diya Pêþrew ) re deng bikim, bi vî awayî min ne dixwast hevalê xwe pirtir bêþînim û hestên wî yên nazîk bixermiþînim. Ez nikanim di vê kurte serxweþiyê de li ser hevaltiya xwe û nemir Edîb ya ji sala1969 an de destpêkiri bû bipeyvim, serboriyên me bi hev re gelek in, ez nikanim bi ferehî û kuranî hestên xwe hûnim zimên, ez niha bi zimaekî melul û dilekî þikestî çend peyvên xwe di vir de rêdixim. Pirsgirêkeke din, pir min dêþîne, ku ez ji ber sedem û rewþa malê nikanim herim silava dawiyê bidim hevalê xwe û ramusanekê di dilê xwe de biçînim. Ez hezar carî lêborînê ji hevalê xwe nemir dixwazim, ez hezar carî lêborînê ji heval û gelê xwe dixwazim, ku ez nikanin îro û siba û du sibe bi Pêþrew, Zeredeþt, diya Pêþrew û hevalên xwe re firmêskên hevaltiyê, birayetiyê, û hezkirina 40salî bibarînim.Ez ji dur û pir ji dur de çavên hemûyan radimusim, û dibêjim birayê min Edîb nemirî ye, ewa di dilên me hemûyan de zindî ye.
|