Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke sivîl ku wê îro roja pêncşemê 15/16.08.2024 li bajarê Tiflîsê paytexta Gutcistanê bi beşdarbûna 70 mêhvanî ji 16 welatan lidar bikeve".
Her wekî ku Mamosta Hejar da zanîn ku ev konferans bi amadakarî û înîsiyatîfek sivîl 100% bi serpiştiya çend navendên Kurdan li komarên Sovyêta berê tê lidarxistin ji wan "Enstûtuya Kurdî ya Qefqasyayê, Fonda Pêşvebirina çanda Kurdan (Almaty), Encûmena Hemahengî, Komeleya Ronahî ya Kurdên Gurcistanê û çend navendên din".
konferansê Kurdên Qefqasyayê, dê bo heyamê dû rojên li seryek
15/16 tebaxê bi beşdariya 26 akademîsyen û nivîskar û çalakvanên civakî
yên kurd ji 16 welatan ji bo gotûbêjkirina bîrûrayên neteweyî
"Perspekîfên Neteweyî" ku li ser çar tewerên zanistî (4 panel" ku dê bi
awayekî akademîk gotûbêj li ser wan mijaran bibe.
Li gorî çend
zanyariyan li ser zarê Mamosta Hejar şemal ku ev 4 panel bi giştî hatine
amadekirin li pênase û dîroka Kurdên Qefqasyayê û rewşa îro ya "ziman,
keltûr, ol, perwerde, malbat û pirsgirêkên civakî û siyasî û istratijya
kurdên Qefqasiya ...".
Tê zanîn ku piştî helweşandina Yekîtiya
Sovyêt, ev yekem konfrenas bi vî rengî tê lidarxistin, bi taybetî piştî
yekem konfrenasê "kurdolojî", ku sala 1934an li Ermenstanê hatibû
lidarxistin.
Lê cudahiya vê konferansî ku 100% bi înîsiyatîfek
sivîl e, bêyî hîç alîkariyekî ji dewlet û wezeratan û partiyên siyasî, û
ku dê her dû salan ev konferans bête lidarxistin.
Kurdên Qefqasyayê û konferansek bo bîrûrayên Neteweyî
Demê
em berê xwe bidin dîroka Kurdên Qefqasyayê, nemaze li serdemê Yekîtiya
Sovyêtê de (1922-1991), dê bibînin ku rolek wan yekcar mezin hebû di
warên cuda cuda de, û bi dehan navdar û akademîsyon û bilîmet û
kesayetiyên mezin dibînin, gelek stêrên geş hene di asmanê zanîn û
zanistê de, bi taybetî ku Yekemîn Komara Kurdî li ser parçezemînek
dîrokî û cografî ya Kurdistanê bi navê (Kurdistana Sor 1923-1927) li ser
destê Kurdên Qefqasyayê hatibû damezrandin, zêdebarî ku yekem karwanê
"kurdolojiyê" ji kurdên Qefqasyayê di sala 1934an destpê kiribû, ku bi
sedan lêkolîn û reşnivîs û deqên Edebî û zimanzanî û dîroknasê li ser
destê wan hatine nivîsîn, herwisa ku yekemîn Elfbêya Kurdî ya Latînî di
sala 1928an li ser destê Prof. Erebê Şemo hatibû tomarkirin.
Miketê
kurd yê Kurdistana Qefqasyayê bi dirêjiya dîrokê xizmetek û roleke
mezin di warên curbicur yên rewşenbîrî, zanistî, akademîsyon, edebiyat û
zimanê kurdî de pêşkêşkirine, û roleke wan pêşeng bû di parastina
nasnameya neteweyî de heye.
Her li ser mijara konferans, di
peyameke hevbeş de; min û Mamosta Sebrî Resûl li ser navê Yekîtiya
Nivîskarên kurdistana Sûriyê pîrozbahiya konferans kir û daxwaza
serkeftinê ji karê we yê pîroz re xwest, ku hêviyek mezin li ser
hewldanên we yên ji bo yekrêzî, komkirin û rêxistina mala kurdî li
komarên Sovyêta berê têne girêdan, û hêviyên mezintir li ser vî
konferansî tê girêdan ku kurdên Qefqasiyê bikaribin bi heman rola xwe ya
berê rabin bo parastina nasnameya neteweyî.
Goman di wê yekê nîne ku
ev ezmûna pêşeng û karê nuha dibe dê bibe xaleke din ya geş di dîroka
Kurdên Qefqasyayê de û herwiha dê bibe wane û mînakek bo tevaya gelê
kurd û kurdistanê, ku dê encamên gelek baş bîne pêş û li dawiyê bikeve
di xizmeta civaka kurdî de wekî destkeftek neteweyî ne tenê jibo Kurdên
Qefqasyayê lê herwiha jibo tevaya Kurdistanê û tevî Kurdên li
diyasporayê dijîn.