Zagros osman
Şeva bûrî min di xewna xwe de Hirçek dît, Gewdê wî bi qasî ê Fîlekî Taylendî bû, Serê wî ji ê Gayekî mestire bû, Sinbêlê wî ji Pirça Nêrîyekî pantir û dirêjtir bû, Hirçê me ji Sêrkê reviya bû, daketibû Kolana Tik Tokê bi Kurdî dipeyivî, qala siyaset û miyasetê dikir, ji naveroka Mijara wî xuya bû ku ew ji hêla Hirçên selefî ye, min baş li Gotara wî guhdarî kir, min dît Hevalê me xwe berda kur û dûr, wek ku rê xweş dike da ku a dilê xwe bibêje, Dostikê me ji Sêrkê reviya ye ne ji bo rizgar bibe, lê ji bo Bêhiş û Kawikan bixapînê taku dijberiya Israîl bikin û piştivaniyê bidin Filestîniyan.
Hirçê bê pirç pêde çû û wusa got: Israîl komkujiyên ku li ser Kurdan
hatin kirin [Enfal.Helebçe.kuştina Berzaniyan] wek cînosayd nepijirand,
herweha guhnada Kurdistana Baur û ya Rojhilat, û piştgirî nade
avakirina Dewleta Kurdistan, Hirço dibêje û dirêj dike, lê a kenê mirov
tîne dema dibêje: Îran û Heşda Şa`bî êrîşî Kerkukê kirin, ji bo çi
Israîl Firokê xweyî cengê neşand taku berevaniyê di ber Kerkukê bike, û
li Hêzên Îranî û Iraqî bide taku ji Kerkukê vekşin, Hirço dîsa dûbare
dike: Israîl çi ji bo kurdan kirî ye heta Kurd piştivaniya Filestîniyan
nekin, yawooo Gotinê wilo bêserî ji Devê mirov derdikevin ku piçek mejî
di serê mirov de hebe, vêca nizanim ku Hirço bi rastî Hirçe an ku
Hinekan ew şandî ye taku Kurdan qayil bike ji bo Filestîn di ser
Kurdistanê re bigrin.
Hirço van sedeman dike mehne ji bo Kurdan dijî
dostaniya Israîl sor bike, û ji wan bixwaze ji bo piştivaniya
Filestîniyan bikin, ji ber ku Israîl ti carî piştgiriya Kurdan nekirî
ye.
wek hun dibînin Hirço di vir de bi locîkekî siasyî durust
diaxive, locîka (berjewendiyên hevbeş) têwate çê nabe Kurd piştivanê
Israîl bin ji ber ku Isarîl ti qencî bi Kurdan nekirî ye, ok emê li gor
vê locîkê herin, eger Hirço lêpirsînê li Isarîl dike ji ber ku
piştigirî nade Kurdan, divê bi heman locîkê lêpirsînê li Filestîniyan jî
bike, û bipirse: ka gelo Filestîniyan çi qencî bi kurdan kirine çi
piştivanî pêşkêşî wan kirine, lê Hirço wusa nake, lê kêmasiyê Israîl
derbarê Kurdan de diyar dike, û Gunehên Filestîniyan der heqê Kurdan de
vedişêre, û hema wilo bê şîrovekirin ji Kurdan dixwaze ku alîkarê
Filestîniya bin.
na Hirço efendî na lîstika Te bi hesanî li ser me
nameşe, çilo Te kêmasiyê Israîl ji hêla Kurdan de diyar kir, ezê jî
gunehê Filestîniyan di derbarê Kurdan de eşkere bikim, emê bêjin: Israîl
ti qencî bi Kurdan nekir lê wê ti xerabî jî bi wan nekirî ye, mirov
dikare bibêje, Israîl ji bo Kurdan ne Doste û ne Dujmine, an ku bê alî
ye, Ti dibêje pêdivî ye ku Kurd piştgiriyê bidin Filestîniyan, başe ka
bêje me gelo Filestîniyan çi qencî bi Kurdan kirine, çi piştgirî dane
wan da ku Kurd qenciyên wan li wan vegerînin.
Hirçê bê pirç de
fermo bike qenciyê ku Filestîniyan bi Kurdan kirine bijmêre, ez şert
dikim ku Ti new qenciyekê bibîne, lê belê Tê gelek xerabî û bêxetiyê wan
di derbarê Kurdan de bibîne, çiko Filestînî tim û tim Hevalbendên
Neyarên Kurda ne, û hînjî piştgirên Dewletên Kurdistan dagêrkirine, û
Dostê Sitemkarên ku Kurdan qir dikin.
ew kî bûn ê ku Sedam Husên
pîroz dikirin dema ku bi kîmawî Helbça tune dikir, ew kî bûn ê ku navê
Kurdistana Başur kirin Israîla Duyemîn, ew kî bûn ê ku pesnê Tirkî dan û
Erdogan pîroz kirin dema ku Artêşa Tirk Efrîn Serkaniyê û Girê sipî
wêran kir, û bi100ên Hezaran Kurdê van navçeyan çolkirin, û xaka wê
dagîkirin, ew kî bûn ê ku li ser axa Efrînê Rûniştgehên (Mistewtenat)
erebkirin û tirkirinê ava dikin, ma ne Filestînî bûn.
Hirço Efendî
şerme ji bo Te ku Ti kêmasiyên Israîl dijmêre, lê xerabiyên ku
Filestîninyan bi Kurdan kirine Te ne anîziman, gunehê Filestînîyan
mrstire çiko ew tim û tim Hevalbendên Dijmin û Dagikerên Kurdistanê ne,
loma a durust ku Kurd Hevalbendê Israîl bin.