Ehmed TahirBeko te çikir?
Xeyrî te çikir?
We çi bi serê me kir?
Îsal wek par e
Par wek sed sal e
Her ev çîrok e
Her ev hal e
Genmê we çandî
Sinbila val e
Îro,hezar Beko
Gel hezar Xeyrî
Tovê wan lidar e
Pir jîr û zîrek in
Bazirgan in
Em xistin bazar e
Ser me dilîzin
Ser hestê me dimîzin
Bi çend
Gotinê tewþ û val e
Berê me dan çiravê
Lingê me xistin davê
Hezkirina welat kuþtin
Xwîna me tev miþtin
Bûne dostê neyar e
Sed derew û teþqel e
Li me dikin rojan e
Lome nabin ji gur
Mî kuþtin
Li vir û li wir
Beran li pey kerê
Me vedgerînin
Dema berê
Hem êl û hem ol
Îro em bûne fûtbol
Di nav dest û linga
Li me çûn sed gol
Barê giran
Aqilê sivik
Ne hesp e
Ne xwarin e
Ji bo çin e
Axur û tivig
Mêrik bi taxim û hevsar e
Xwedî piþk û par e
Ser piþta me siwar e
Cem dijmin û neyar e.