Ebdilbaqî ElîMijara peywendiya di navbera sîyasetmedar û rewženbîran de, an jî di navbera ramyar û desthilatdaran de, ne mijareke niwe, ji mêj ve di nivîsên rewženbîr û nivîskaran de ku nakokiya dîrokî ya di navbera rewženbîr û desthilatdaran de nîžan didin xwiya kiriye.
Dîrokê di nava rȗpelên xwe de, gelek bûyer li ser têkiliya rewženbîr û siyasetmedar di žaristaniyên mirovatiyê yên cihê de tomar kirine, lê ev têkilî ne yekser bi xeteke rast hatiye, belê ketiya nav xirecir û herik û herikbûnê de, li gorî xwezaya desthilatdariyê û îdyolojî û ramana ku rewženbîr dipejirîne hatiye ristin ȗ hȗnandin.
desthilatdarî çiqasî demokratik be, ev têkilî ewqas saxlemtir dibe û
di bin desthilatdariya totalîter û dîktator de ber bi xerîbiyê ve diçe,
ȗ dîrok bi mînakên ku vê yekê pižtrast dikin tijȋ ye.
Tižtê ku bi
zelalî di civaka meya kurdî de tê dîtin ev e ku tevgera siyasî ya Kurd
weke ku tê xwestin rewženbîrên Kurd nagirtine xwe, em dibînin ku
rewženbîr ji siyasetê vekižiyane, tenê wekî žêweyek rexnegirtinê an
tinazê beždar dibin, ȗ jibo têgihiștina sedemên vê yekê leza gengežeyên
li ser çand û siyasetê, û pirsgirêka têkiliyên wan bi hev re, di van
demên dawîn de, zêde bûye, çendȋn simȋnar hatine lidarxistin ku têde
çendȋn nerȋn ȗ ramanên curbicur hatine șirovekirin ȗ gengeșe li ser çend
mijaran hatiy kirin,lê vê nȋqaș ȗ gengeșeyê pîvanên xwe yên rastîn ne
girtiye ȗ encama wê ya tê xwestin ne hatiye bidestxistin, ji ber go
gihandina encamên ku naveroka kûr a vê pêwendiyê bi cih bînin, nîqaž ȗ
gengeșeyek têr ȗ tesel pêwȋste.
Lê ya bê guman ew e ku nerîn û raman
çiqas ji hev cuda bin jî, siyasetmedar û rewženbîr di du xetên paralel
de birêvediçin, tevî ku têkiliya di navbera wan de têkiliyek nezelal û
tevlihev e, têkiliyeke bi guman û bêbawerî û hin caran jî bi nakokî,
hebûna herduyan jî pêdiviyeke žaristanî û civakiye, xalên nakokî û
rikberiyê di navbera wan de çiqas hebin jȋ, pêwȋstiya herduyan jî bi hev
heye.
Sedemên dûrketina rewženbîrên kurd ji siyasetê:
Li vir em dikarin hin sedeman bênine rojevê:
-
Siyasetmedarê nexwendî û nezan her dem hest dike ku ew ji hêla
rewženbîr ve di bin metirsiyê de ye Ji lewra ew hewl dide ku wî di nava
partiyê de bê rol ȗ control bike, an jî wî bi rêya amûreke siyasî ji
holê rake,ȗ heger ew rewženbîrekî bindest û kêmdiramet be, bi hesanî tê
kontrolkirin û ew zû bi zû kedî dibe, ȗ bibe amûrek nerm ȗ mȋtinkar
lihember her rewženbîrekî Rewženbîrê çalak û dilsoz di destê
siyasetmedar de bi wȋ digihêje armancên xwe û projeyên xwe pêk tȋne, ȗ
rikber ȗ nehesê xwe dižikîne.
-
hin rewženbîr hene ku tevlî çînên civakê dibin ȗ ew bala xwe ya herî
mezin didin ser pirsgirêkên gel ȗ êža belengazan ȗ çînên bêguhdan, lê di
heman demê de komeke din a rewženbîran jî heye ku di navbera xwe û
gižtiya gel de talde ȗ astengiyan datînin ȗ tenê guhdididin hȗnandin ȗ
ristina têkiliyên pragmatîk bi rejîma desthilatdar ȗ biryarderan re Ji
bo parastina destkeftiyên xwe yên elîta civakî ȗ wergirtina postên pile
bilind di nav rejîma desthilatdar
de.
Çend xalên çareseriyê:
ta
em bi karibin çareseriyekê ji kirîza têkiliya dinavbera rewșenbîran ȗ
siyasetmedaran de bibînin em dê çend xalan destnîșan bikin:
-
pêdiviya me bi têkiliyek saxlem û zelal a di navbera rewženbîr û
siyasetmdard de heye, têkiliyeke temamker û înteraktîf, ku rewženbîr û
siyasetmedar li hev bikin ȗ rola xwe parve bikin ȗ rewženbîr jî rola xwe
ya siyasî ya aktîf bibîne,
- serpêhatiyên mirovan li her
cih û demê diyar dike dema ku îdyolojî bibe karsaz, rewženbîr dev ji
ramana xwe ya resen û prensîbên xwe berdide xebata siyasî dibe bi guman ȗ
tê red kirin, ji lewra pêdiviya me bi rewženbîrekî resen ȗ rasteqîn
heye ku nȗnerê wijdanê civakê be, çav ȗ nebza xelkê be, xweragir ȗ
berxwedêr be, xwe ji destkeftên desthilatdarî dûr bixe, bêyî ku di birca
xwe ya fîl de dûrî beždarbûna jiyana siyasî bimîne, lê di navbera wî û
siyasetmedar de veqetînek hesabkirî hebe,bi aktȋv di pêșkêșkirina
pirojeyên avakirin ȗ pêșxistina civakê de beșdaiyê bike, pirogram ȗ
pilanên geșpêdanê saz bike, ȗ cȋbicȋkirina wan bisipêre siyasetmedaran.
Di encam de:
Polîtîk
ango siyaset cureyek çandê tê dîtin Jiber ku siyaset pêwîstî bi zanînê
heye, çand ramana rênîžandana civakê ye, û siyaset jî felsefeya
rêvebirina avakirina neteweyê ye,ȗ ta mirov bibe konevan ango
siyasetmedar divabe bizanibe li derdora wî çi çêdibe ȗ têde têkeve
peywendiyan ȗ rola xwe têde bibȋne, lê siyaset bi tena serê xwe nikare
mirovekî bike kesayetek qayîm, bi bandor û xwedî rol, ger ku ew bi
zanînên mirovanî ne tijî ȗ têr be, ango li vir zanîn çêdibe, ji lewra
polîtîk û çand ji aliyê zanînê ve bi hev ve girêdayî ne.
Siyaseta ku
ne li ser bingehê çandê be, ji sohbetên bê wate pê ve ne tižtekî dine
ango siyaseta bê zanîn û çand qerebalix ȗ lewleweke valaye, ȗ çand jȋ bi
xwe nikare ji civakê dûr be, jiber ger weha be wê weke çand xwe winda
bike û bê wate bibe.
Ji ber vê yekê Ji hev veqandina rewženbîr û
siyasetmedar xeletiyeke mezin e, xizmeta pêvajoya rizgariya netewî û
civakî nake,ȗ pêwîstî bi parve kirina rola siyasetmedar û rewženbîr heye
ku konevan žert û mercên herêmî û derdorê û tižtên ku di qada
navnetewleyî de diqewimin li ber çavan bigire, rewșenbîr jî bi rola
težwîqkar û avadaniyê rabe, pênûsa xwe bi zelalî û bê veșartin bi kar
bîne.
Rewženbîr û sîyasetmedar her du bi hev re wek baskên balindeyê ku di bilindahiyên mezin ên mirovahiyê de difire.