Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî ) di bizav û pêşketina çapemeniya Kurdî de.. Xelek:13,(hej.26.27.28)

 


Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

(1-Eliyê bitenê (çîrokbêj),2-Kûsî û rovî(Hesen Şiyar),(hej.26).3-Rovî û  gor(çîrokbêj),4-Ziyareta Melîkê Misirê (Smainê Serhedî),5-Mezinê  êlê Elo bî, wê îşê  êlê  çilo bî(Ferhadê Xerzî)6-Bêbextî( Bişarê Segman) (hej.27).
Hesen Şiyar di çîroka (kûsî û rovî )de  bi kurtî weha dinivîse:Carekê  Kûsî û roviyek bûne destbirayên hev,kûsî ji rovî pirsî,çend  hunerên te hene?
Rovî got:Hezar hene û rovî ji kûsî pirsî,lê li cem te çend  hûner hene ?


Kûsî got:Tenê sê hûnerên min hene,rovî got:Emê hevaltiya hev di nêçîrê de bikin,li gor vê sozê;ew herdu çûn cem rezekî,lê sênca li rex rêz bilind bû û neqeb tê de tune bûn,kûsî nikanîbû li cihê kaş xwe  derbaz bikira,rovî dixwast derbaz bibe,lê wî jî nikanîbû.Kûsî ji rovî pirs kir,kanîn hunerên te? Rovî got:Bi şingîna davê hemû huner ji bîra min  çûn,tu ji min re dermanekî peyda bike!Kûsî gote rovî:Tu xwe bavêje mirinê,eger xwedanê rêz  hat,ewê te ji davê  derxe û tu bazde,rovî welê kir û ew rizgarbû.Piştî çend rojan  ew dîsan çûn cem rêz,lê  dîsan rovî xwest di qulê re derbaz be,lê dav pêve peqiya,kûsî dîsan gote rovî,te digot:Ez xwedanê hezar huneran me,  tu bi hunerkê tenê xwe ji davê derxîne!Rovî got:Tu huner nayê bîra  min,ez di bextê te de me Kûsî got:Di gund de roviyê mala Axê heye,siba gava xwedî hat mal,hema tu bike kûzte kûzt,dêla xwe bihejîne û serê xwe  têxe  nav herdu jenûyên wî,ewê bêje  qey tu roviyê  axayî ,ewê zû  lingê te  derxe  û te bike hembêza xwe û te  bibe nav rêz û te li wir berde.
Rovî şîret û pendên Kûsî girt, ewî welê kir û ew rizgarbû.Piştî çend şevan ew dîsan çûn  derdora rêz,vê carê  dîsan qulek  din di bin dîwêr de hebû,li wir  dewsa xxxxxxx ava zivistanê hebû,kûse hat û ew derbazî nîvîbû û bi rovî re got:Ez ketim bextê te,zarokên min hûr in,tu min rizgar bike!
Rovî got:Eger min kanîbûya,minê xwe rizgar bikira,lê dav teqiya bû,rovî bê tirs li pişta  kûsê  sîwarbû û ew çû nav rêz .
Kûsî got:Apê rovî  tu ji min re jî  tirî  hûne!Rovî  gote kûsî:Temenê te îşev tenê ye, tuyê tirî çi bikî? Rovî têr tirî xwar û bang li kûsparêzim ?? ê kir  û gotê:Kûsî!Cihê çêliyên xwe ji min re bêje, belkî ez wan biparêzim,Kûsî zanîbû ku rovî dixwaze çêliyên wî bixwe,lê kûsî gote rovî,were!Ezê cihê xwe û yên çêliyên xwe di guhê te de bêjim.
Gava  rovî  guhê xwe  danî  ber devê  kûsî,ewî bi zerp  guhê rovî  xiste  devê  xwe  û serê  xwe kişande  qilika xwe,rovî  nikanîbû  xwe  ji davê  derxîne.
Di sibehê de  mêrik  hat  û dît  guhê rovî  di devê  kûsê de ye  û kûsî di davê da ye,ewî yekser rovî serjêkir û kûsî ji davê derxist û got:Weyla kûsiyê min,mala te  ava  be,te ji min re  ev rovî girt, niha rez,rezê te ye,hema tu  bixwe !
Yanê; em li vir kanin bêjin,tevî rovî li her derê,li her cihekî bi derew û xopanên xwe  nasdar in,rovî di vir de bi xwe li xwe naye ku ew xwediyê  sed  huner û derewan e, lê kûsî tenê  xwediyê  sê huneran e,li dawiyê kûsî  kanîbû bi derew û hunerên xwe rovî  ji rêkê bêxîne,bixopîne û zora wî jî bibe,dêmek em kanin bêjin ne herdem rovî û mirovên mînanî  roviyan kanin bi derew û pîlanên xwe  hevalên xwe bixopînin.
Di vir de çîrokbêj dixwaze bi mirovan re bêje:Ewê ku xwe mîna roviyan xapînok,virîn û derewçîn dibîne,lê ne herdem ew kane zora mirovan bibe,yanê em kanin bêjin: Ne tenê  derew mirovan rizgar dikin,lê aqil û hiş di jînê de rola serekîn e û ew cihekî gelek bilind di civakê de distîne. 
Çîrokbêj di çîroka (rovî û gor )de dibêje:Rojekê rovî birçîbû,ew li çolê digeriya,gurekî ew girt,rovî keniya û gor bi wî re got:Ezê te bixûm,tu hîn dikenî,rovî gote gur:Ez hêvî dikim tu zûka min bixwî,gur ji rovî pirsî,rewşa te çawa ye?Rovî got:Di dema lawaniya min de,min pir gunehên biçûk û mezin kirine,min ji Mela pirsî,wan bi min re gotin:Eger tu neçî Hecê, guneh li ser te ranabin û Mela dibêjin:Eger mirov ji dil de berê xwe bide Hecê û eger ew li kû bimre,heca wî tête pejrandin,vêca  eger tu niha  min bixwî jî, heca min tête pejrandin û ezê rûspî biçim pêşberî Xwedê.
Li vir dilê gur bi rovî şewitî û ewî ji rovî  pirsî;tu ji dil de  diçî Hecê ?Rovî got:Erê! Gur ji wî pirsî,tu min bi xwe re nabî wir?Rovî got:Erê,ezê te bi xwe re bibim û ezê hîn alîkariya te jî bikim,gur li pêş  diçû û rovî jî li pey wî diçû û herduyan berên xwe dane Hecê,lê dem jî hîn Buhar bû,ew rastî mêrgekê hatin,hêştirekî di nav de giya dixwar,lê hêştir gur dît û bûye  firihîna wî,rovî  gote hêştir,tu bê edeb î,gur mezinekî lawiran e,ewî berê xwe daye Hecê, Hêştir got:Rast e,rovî jî got:Belê!Hêştir pirs kir,hûn min jî bi xwe re nabin Hecê ?Rovî got:Belê !
Hêştir jî bi wan re çû,hêştir  têr av  û giyayê Buharê dixwar,lê gur jî  tobedar bû,ew  pêz  naxwe,lewra  ewî di rojekê de  bi rovî re got:Ez ji nêzara nema kanim ,rovî  gote wî,berê me li mala Xweda ye,guneh bi kêrî me nayê,lê belê  em hêştirê  têxin  di siya  olê??? , gur got: Qenc e. 
Rovî bi hêştir re got:Tu şev û roj  avê,giyayê  vedixwî  û dixwî, lê ew camêrê han birçî dimîne û ev ne layiqê mezinahiya wî ye.
Hêştir pirs kir:Tu çi dibêjî?Rovî got:Emê salên xwe bijmêrin,kî ji me biçûktir e,emê wî bixwin,hêştir got:Qenc e. 
Hersê rûniştin,gur gote rovî,tu  çend salî yî?Rovî got:(cihê tu lê sekinî bî,ji me zêde ye,em mijûl  bibin).
Gur got:Ez nizanim,lê diya min gotiye,di sala ku Midyat ava bûye,di wê  sale de  ez  bûme,rovî  giriya û got:Te birînên min axivandin,di wê salê de  du kurên min mirin û herdu jî bi jin bûn.Gur gote rovî tu çiqas mezin î !!
Lê hêştir di dilê xwe de got:Ev şêwra yanê; xwarina min e,hêştir tenê 20 salan dijîn û ewî got:Ez nizanim salên min çend in,lê  diya min ji min re  gotibû:Wextê min sol ji te re kirîbûn,min temenê te di bin sola te ya ku di aliya rastê de nivîsîbû.Gur gote rovî,tu rabe bixwîne,rovî li bin lingê hêştir nêhrî û bi gur re got:Serê te xweş,wê salê her du kurên min mirin,çavên min tarî bûne,ez qenc nabînim.Gur got:Ev karê min e,min pir xwendiye,ew herdu dîsan  çûn  cem  hêştir,hêştir lingê xwe rakir û bi hêz li gur xist,herdu çavên gur derketin,mêjiyê wî di guhê wî re derêxist.
Rovî welê dît,ew keniya û giriya,hêştirê gote rovî:Mirov ne şîna te dizane û ne şahiya te dizane.Rovî got:Xweda dizane û wek têye bîra min,ku gur berê xwe daye mala Xweda,giriyê min ji bo wê têt,wekî  xwendina wî  tête bîra min,ey teres te kînga di xwendegeha  sor de xwendiye?!!Vêca  kenê min bi te têt,Xweda bela te daye te.
Çîroknivîs bi vê gotinê çîroka xwe bi dawî tîne û dibêje:Çîrok  çû deştê,dê û bavê me çûn  buhiştê.
Dîsan û mîna di pir çîrokan de hatiye,rovî herdem virek,dubarecî û hunermendê  derewan e,ew derewan li gur dike û bi derew bi wî re dibêje:Ezê herim Hecê,eger tu min bixwî jî,ezê herim buhiştê.Gur nirîna xwe guherî û bi dilovanî bi rovî re peyivî,rovî û gur bi hev re diçûn Hecê,lê li ser rêkê hêştirek jî bûye hevalê wan û ew bi rêve baş diçêre,lê gur jî sund xwariye ku ew pêz naxwe,lewra bi rovî re got:Ez birçî me,lê rovî bi hêştir e got:Kî ji me biçûktir e,emê wî bixwin,lê hêştir li gur xist û çavên wî deranîn,li vir rovî kenî û dagrî jî,hêştir eşkere bi rovî re got:Mirov ne bêzariya te zane û ne jî şahiya te zane,rovî gote hêştir,gur dibêje:Ezê herim Hecê,lewra ez digrîm û bi bîra min tê ku ewî gotiye:Min li dibistana sor xwendiye,lewra jî ez bi derewên wî  dikenim,li dawiyê em dîsan dibînin ku çawa rovî dikane pir lawirên mezin û hêzdar jî bixopîne.    
Smaînê  Serhedî  di çîroka xwe (ziyareta  Melîkê Misrê )de  dibêje:Siltanê Misrê ziyaretek li ber qesra xwe avakiribû,Sultên jî biryar istandibû ku kî di ber vê avahiye here,divê ew li ber wê raweste û li ber xweda biger û her kesê ku li ber xweda negere,ewê were kuştin,lê beriya kuştina wî,ew dikane du tiştan daxwaz bike û divê ew jî bi cih werin,lê du daxwaz  awerte ne û ew nayên xwastin.1-Xwestina azadiya xwe.2-Rabûna ser textê Sultên,lê ewî du nobetdar jî li ber ziyaretê danîbûn.
Rojekê solbendekî nexwende bê xwendina ayeteke Xweda di ber avahiyê re derbazbû û nobetdaran ew girt û ew birin cem Sultên,Sultên bi mêrik re got:Du daxwazan ji min bike!Solbend got:Deh hezar dînar ji zarokên min re bişînin û bi rastî jî yekser  dînar ji zarokên wî re şandin 2-Beriya ku ez bimrim,divê ez bi çûyekî stur sê lêdanan li her yekî ji we xînim.1- Lêdanên sivik.2-Lêdanên navîn.3-Lêdanên xurt,lê ezê ji Melik de  destpê bikim.Melik û wezîrên xwe  bi hev şêwîrin,çareserî ne dîtin û hrdu wezîran bi solbend re gotin:Emê dîsan çend hezarên din ji mala we re bişînin,lê solbend ji şert û mercên xwe danegerî.
Solbend lêdanek bi hêz li Melîk xist,Melik ket erdê û ew bê hiş ma, lê paşê hişê wî vegerî serê wî û ewî ji solbend pirsî: Ev kîjan derba bû 1-Ya sivik,yan navîn,lê ya xurt bû?Solbend got:Ez bi xwe jî nizanim,lê eger min lêdana dudiyê li Melik xist,ezê zanibim ew kîjan derba ye,sivik e yan giran e.
Melik got:Eger ew derba ku li min xistiye ya sivik bû,ezê bi ya bi navîn bimrim.Melik çû cem parêzvanên perestgehê û gote wan:Kê ji we re gotiye ku vî camêrî li ber ziyaretê dua(lavij) ne kiriye,hûn ji vir herin! Hûn virek in.Solbend ji aliyê Melik de hate berdan,lê Melik ev pîrozgeh (ziyaret) daye hilweşandin.
Di vir de em kanin ji xwe pirs bikin,gelo kî ji van kesayetiyan hişmend û şehreza bû?Sultanê Misirê,lê solbendê belengaz? Bê gûman em dibînin ku Sultanê Misirê pir destlatdarekî nezan,zordar û ne dadmend bû,lê li hember wî, solbendê belengaz pir şehreza bû,ewî zanîbû çi bixwaze û çi mercên giran li pêş Melîkê nezan deyne,ewî bi lêdana yekê ya sivik re Melik sergêjî kir û Melik mirina xwe bi çavên xwe dît,lewra ew ji biryara xwe vegerî û nopetdarên ziyaretê virek,vêbext derxistin û bi wan re got:Kê got ku vî camêrî li ber ziyaretgehê ayetên Xweda nexwendine!Hûn derewçîn û virek in!Bi vî rengî ewî xwe ji lêdanên solbend rizgar kir,li aliyê din jî solbend kirasê tirsê ji xwe avêtibû û bi wêrekî li Sultanê setemkar dixist û ewî bi lêdanên xwe Sultan neçar kir ku  ew fermana xwe şûnda vekşîne û xwe ji mirinê rizgar bike. 
Lê em  di hejmara (28) an de kanin  tenê kurteçîrokekê  di bin vê navnîşanê (Kîso û kîvroşk) de û bi pênûsa çîrokbêj(sernivîserê Ronahî) bixwînin.Di vir de weha hatiye:Carekê Kîso û kîvroşk şert kirin û gotin:Kî berê giha filan girî û yê ku li şûn bimîne,ewê filan tiştî bide yê ku li pêş gihaye,Kîvroşk  got:Ez bi lingên xwe bawer im,min çi demê xwest,ezê bighînim cihê destnîşankirî,ew herdu li hev hatin,Kîso yekser dest bi çûyina xwe kir û berê xwe daye armanca destnîşankirî,Kîso bi meşa xwe ya pir hêdî,hêdî gihaye cihê destnîşankirî,lê Kîvroşk li vir çêrî û li wir çêrî,av vedixwar û ew li hin cihan jî radizî,lê gava ew ji xewê şiyar bû, ewî dît bûye êvar, ew yekser ber cihê destnîşankirî beziya, ewî li wir dît ku Kîso li wir paldaye,Kîvroşk li xwe poşîman bû,lê dem qediya bû. 
Çîrokbêj dixwaze bi rêya vê kurteçîrokê nameyeke pir kêrhatî ji xwendevanên xwe re bişîne û bi vê çîroka naskirî li deriya kesên berhemdar û çalakvan xîne û ji wan re bêje: Hûn jî mîna kîvroşkan  nebêjin:
Em jîr  û jêhatî ne,em li vir rawestin û emê li wir jî rawestin,emê  karên xwe îro bi şûnxînin,emê îro seyranê bikin,emê siba pêşwaziya mîvanan bikin,emê sê siba herin  mîvandariya hevalên xwe,emê paşê di karên xwe de berdewam bikin,emê dîsan beriya mirovên qelsok bighînin armancên xwe.Lê çawa texmîna Kîvroşkê şaş derket û Kîsoyê lingiran beriya wî gihaye armanca destnîşankirî,herwisa jî mirovê qelsok û ne jîr jî dikane  hêdî,hêdî beriya mirovê zane û xewhez bighîne armanca pîroz,li dawiyê em kanin bêjin ev çîroka jî mîna pir cîrokên din gelek kêrhatî û sudar e. 

Efrîn,28.06.2024

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark