Xizan Țîlan xoțewîsta sîngsedef
ez te ji wîzewîza pêlên bareța felekê
dipirsim
tevna hezkirin û bêrîkirina te
bi pîzotên agirê dilê kewgirîn
dihûnim
ji keziyên porê te ya mircanî
bêhna qurnefîlan
difûre
bêyî te
ez bûm çûka hêlîn wêran bûyî
û țeveder mayî
bîranînên temenê zû kal bûyî
xwîn vedirițin
ma tu çi bûyî bûka bin perda
vețartî û fedîyok
wek Mecnûnê li Leylaya xwe digerî
ez jî
li nav toza çolistanên xewle
li țopa bêhna henasa te ya germ
digerim
her țev
meya sewdaseriya te
dinoțim
di mestbûna xwe de
wek perperikan li dor bejna te
ya fîdanî semaha ferițteyan
digerînim
were
bi ramûsanên xunava lêvên sor
birîna êțên bêderman
bikewîne
bi țewqa awirên efsûnî
țevistanên tenêtiya wêran
bibiriqîne
bi hîqehîqa kenê țîrîn û țad
qêrîna dergûța nava min
ațt bike
li dûrî hesretkêțiya te
gewriya xeyalên bêdeng
di îskeîska kelegirînê de
fetisî
her roj li ber sîtavka neynikê
pore janêțên bêçare țê dikim
ez ê
bibim çarçoveya wêneya
țewq û țemala rûyê te ya nûranî
li nav rûpelên deftera tî û birçî
te bikim helbesteke qet ji bîr nebûyî
li ser têlên tembûra xeyîdî
te bikim awaza kilameke bi țan
û țuhret
tu
periya îlhama derûniya min î
horiya baxçeya bihuțta min î
xuțexuța pețkên barana hewța
koz û kulfeta min î
rengê keskesora asoya
xewnên min î
roniya heyva giyanê yekțevî yî
malxirabê êdî bese were
hiț û aqil di serê min de
gêj û sersem bûn
min hemû dergehên demsalan
ji hatina te re vekiriye
de were xoțewîsta min
de were
2024-03-13
Stockholm