Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêþbirka kurteçîroka kurdî.
Di ahengê de, lîsteyeke kurt ji sêzdeh çîroknivîsên kurd yên ji deverên cuda cuda yên Kurdistanê hate ragihandin, û di nav de sê serkeftiyên pêþîn ku bi xelatên darayî hatin xelatkirin: serkeftiyê yekem Salih Demîcer li ser kurteçîroka xwe (Berxa Kovî), yê duyem Raman Hesê li ser kurteçîroka xwe (Sêdara Spîndarê) û ya sêyem: Mîdiya Berkat li ser kurteçîroka xwe (Maça Dawiyê).
Her deh serkeftiyên din li pey hev hatin: Vejîna Kurd bi
kurteçîroka Soz, Merwa Brim bi kurteçîroka MARÎ SÎLÊST, Zehra Ehmed bi
kurteçîroka Payiza Bîranînan, Þemis Enter bi kurteçîroka Qewartina
dilekî, Osmanê Ehmed bi kurteçîroka Bagera Þeytan, Mihemed Emîn Sadûn bi
kurteçîroka Bazirganê Kayê, Ebdirihman Ebdo bi kurteçîroka Hêviyên
þewitî, Raperîn Hesen Gulkewî bi Kurteçîroka Ji Ronahiyê Leztir, Bêhzad
Qadirî bi kurteçîroka Þeqam û Fehîma îbrahîm bi kurteçîroka Pêlên
Mirinê.
Deqên nivîsînê yên hatîn di lîsteya kurt de wisa nîþan
dide ku kurteçîroka kurdî bi gavên baþ pêþ dikeve û ev yek mizgîniya
asteke hunerî geþ dide.
Ji ber vê yekê Nûnertî bi kêfxweþî
pîrozbahiyê li çîroknivîsên vê lîsteyê û li serkeftiyan dike, herwiha
hêjayê gotinê ye ku hindek deqên bihêz yên din hebûn tevî sernekeftina
wan, bi hêviya serkeftinê bo wan di derfetên din de dixwazin.
Hêjayê
gotinê ye ku ev Pêþbirk ji aliyê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan li Ewrupa di 19ê Sermaweza sala borî de hatibû ragihandin, û
roj encamanên pêþbirkê di 8ê Hezîranê destnîþan kiribû, di heman demê
de, komîteyeke Nirxandinê ji sê nivîskaran (Fewaz Ebdê, Qado Þêrîn,
Xemgînê Remo) hate pêkanîn, ku bi destpakî û bêalî karên xwe encamdan û
alîkariyek mezin heta roja ahengê jî pêþkêþ kirin û karê xwe, ku kar û
keda wan hêjayê spasî û rêzgirtinê ye, herwiha spasiya kesayetî û aliyên
piþtevan jî hate kirin, û spasiya Komla Aso jî hate kirin li ser
hevkariya wê ya bêsinor.
Aheng bi beþdariya hejmarek ji
çîroknivîs, nivîskar, romannivîs, helbestvan, zimanzan û kesayetiyên
rewþenbîr hate lidarxistin, û serkeftiyên lîsteya kurt bi rêzgirtin
hatin xelatkirin di nav sê xelatên darayî bi kujmê (300,200, 100) dolar,
ku ji aliyê Nûneratiyê hindek nivîskarên navdar hatin spartin bi
xelatkirina serkeftiyan, û navbireke mûzîkî ji aliyê hunermendê
dengxweþ Mesûd Þingalî û grûpa wî hate pêþkêþ kirin, herwiha ji ber
sedemeke tekînkî hunermenda dengxweþ Gulistan Sobarî nikarî tevlî ahengê
bibe, lewra em ji hunermenda hêja daxwaza lêborînê dikin.
Lîsteya kurt ya kurteçîrokan:
- Salih Demîcer - Berxa Kovî (Rojavayê Kurdistan).
- Raman Hesê - Sêdara Spîndarê (Rojavayê Kurdistan).
- Mîdiya Berkat - Maça Dawiyê (Rojavayê Kurdistan).
- Vejîna Kurd – Soz (Rojavayê Kurdistan)
- Merwa Brim - MARÎ SÎLÊST, (Rojavayê Kurdistan).
- Bêhzad Qadirî – Þeqam (Rojhilatê Kurdistan).
- Zehra Ehmed - Payiza Bîranînan, (Rojavayê Kurdistan).
- Þemis Enter - Qewartina dilekî, (Rojavayê Kurdistan).
- Osmanê Ehmed - Bagera Þeytan, (Rojavayê Kurdistan)
- Fehîma Îbrahîm - Pêlên Mirinê, (Baþûrê Kurdistan)
- Mihemed Emîn Sadûn - Bazirganê Kayê, (Rojavayê Kurdistan).
- Ebdirihman Ebdo - Hêviyên Þewitî, (Rojavayê Kurdistan).
- Raperîn Hesen Gulkewî - Ji Ronahiyê Leztir, (Rojavayê Kurdistan).
09.06.2024
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa