Þêrîn Saado -parisLi ber dîwarê biyaniyê
Dergûþa êþan
Di hejînim
Bi vedenga hInasên
Bê deng
Stirana hêviyên
Bê hêvî
Dilorînim
Penaberim ..
Kirasê jiyaneke
Bê jiyan
Bi teþiya dilê melûl
Dirêsim
Bi ser bedena hûrdeman
Dadikim
Di agirdana
Omîdên kuþtî
Û bîranînên
Sêwî û derbeder
Hestên min di sotin
Ji xewnerojan þiyar dibim
Li ber dergehê
Berbangeke dûr
Tenê rondik dikarin
Agrê di dil de
Sar bikin
Û þewata birînan
Bikewînin
Ji ber ku
Ez penaberim ..penaberim ....!!