D. Ebdulhekîm BeşarÊdî em nema hewceyî şirovekirinê û anîna belge û nîşanan in ji bo em diyar bikin ku rêveberiya li bakurê rojavayê Sûriyê di bin fermandariya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de ye, bi riya endamin ku navê Kadro li wan tê kirin. Ew kesên ku kêmtirîn karîna zanistî li rex wan tune ye ku wan bighîne asta rêvebirina dezgeh û saziyên sivîl. Piraniya wan dem û salên dirêj li çiyayên Qendîlê bûrandine û perwerdeya leşkerî ya şerê girîlayî dîtine, di civakeke edyolojîk û leşkerî ya girtî de, ne guncayî bi giyanê serdema nû re ya li ser bingeha xebata siyasî ya aştyane û danûstandina bi çandên cuda re ava dibe.
Bi vî mêjiyê edyolojîkirî yê tundûtûj, çanda redkirina nerînên ne
wek yên xwe û nezanîyê di civaka kurdî de diçînin. Ji ber ku ev rêxistin
ji dema çêbûna xwe de û ta niha jî kar ji bo dûrxistina gêncên kurd ji
zanîngeh û dibistanan û hemî dezgehên zanistî dike. Wan davêjin çiyê,
mêjiyên wan dişon û li gor çanda dûrketina ji zanînê û civaka sivîl wan
perwerde dikin. Û cihê mixabiniyê ye ku îro dezgehên bakurê rojavayê
Sûriyê di bin fermandariya van kesan de tên birêvebirin.
Li vê derê
pirsek xwe dide pêş, gelo gendelî û bêserûberiya rêvebirinê û tunebûna
kesên teknoqrat tenê sedemên bobelata ku xelkê me yên li bakurê rojavayê
Sûriyê tê de dijîn in ,an sedemin din ên cewherî hene? Lewra divê mirov
zanibe gelo têkiliya PKK bi gelên deverê û bi taybetî gelê kurd re çawa
ye? Dema em li kiryar û riftarên wê dinerin, em dibînin ku ew nikare
karên hevbeş bi ti alî re bike, her weha ti taybetmeniya kurdî di
projeyê wê de tune ye. Duruşm û siloganên dervî çarçoveya dîrokê
hildide. Destwerdanê bi awayekî beloq di perçeyên din ên kurdistanê de
dike û rêzê li taybetmendiya wan nagire. Dijatiya ala kurdî û sembolên
kurdan ên dîrokî dike.
Ev dateyên bûrî, nîşan in ku ev rêxistin dûrî
hêvî û armancên gelê kurd e, alavek demikî ye, ne di xeta bercewendiyên
kurd de ye, kar û bizavê ji bo şêwandina rewaya kêşa kurdî dike,
dijminan ji gelê kurd re çêdike , dihêle xelk di riya tirsandin û
gemkirina azadiyê re têkrvin bin siya edyolojiya wê de û di rêya rewşa
desfakto re ecindeyên xwe yên taybet pêk tîne. Lewra xwe nabîne beşek ji
vî gelî û ji bercewendiya wî re kar nake, ew tenê gelê kurd ji xwe re
bikar tîne.
Armanca serke ji rêvebirina PKK ji deverên bakurê
rojhilatê Sûriyê re ew e, bikaranîna xelkê deverê ji bercewendiya
projeyê xwe yê edyolojîk re, ne ji bo xizmeta gel e. Berovajî vê yekê,
ev rêxistina edyolojîk wek hêzeke dagirker a demikî kar dike ji ber ku
ew zane hebûna wê ne berdewam e, rola wê bi dawîbûna erkê ku pê hatiye
spartin bi dawî dibe. Li ser vê bingehê ew wek veberhênerekî keysbaz e,
yê ji bo armanceke demikî dixebite. Mirov kare riftar û kiryarên vê
rêxistinê di van xalan xwarê de çarçove bike:
Bikaranîna xelkên
deverê û talankirina xêr û bêra welatê wan, ji bo kişandina pereyan ji
rojhilatê Ferêt bêyî ku bercewendiyên xelkê li ber çavan bigre. Bêyî
were bala wê ku ev siyaseta feqîrkirina xelkê dê ne tenê di warê debara
jiyanê de bandorê bike, lê belê ew dê di warê çandî û exlaqî de jî
bandoreke xwe ya mezin bihêle, ji ber ku birçîkirina civakê faktera
sereke ya nezankirin û paşxistinê ye. PKK qata navîn a ku bingeha
pêşketina civakê ye li rojhelatê Ferêt nehiştiye. Du qat tenê mane, yek
jê bazirganên cengê yên pêve girêdayî ne û abûriya deverê di dest wan de
ye, qata dî jî xelkên hejar û feqîr in, ên ku zarokên wan ji ber
hewcedarîya abûrî dûrî xwendin û zanînê dikevin û dibin nêçîr ji PKKê re
, ku zarok û gênc nifçê herî sereke ne ên ku ew bazirganiya xwe bi wan
dike.
Wan nûciwanên keç û law ji bercewendiya Qendîlê re dike leşker,
ji ber ku ti projeyê vê rêxistinê yê sivîl û aram li bajar û bajarokan
tune ye. Herdem armanca wê afrandina şer û pevçûnan û bêserûberkirina
civakê ye.
Ev yek diyar dike ku ti projeyê wan ê kurdî û nejî
niştimanî tune ye. Lewra nikarin wek saziyeke sivîl li bajarên Tirkiyê
wek tevaya rêxistinên din ên siyasî yên cîhanê ji bo bercewendiya gel û
xizmeta wî kar bikin. Gelek caran derfet bo wan peyda bûne ku karê
siyasî li bajaran bikin, lê ji karê di nav xelkê de reviyane, ji ber
zanin ku ew nikarin karê siyasî yê xweû dûrî çanda gefxwarin û
tundûtûjiyê bikin.
Serdema şerên girîlayî û tundûtûjiyê çûye, êdî
karê siyasî yê aştyane yê dîplomatsî bûye nîşana serdema nû, ew alava
bidestxistina maf û destkeftên gelan e.
Li gor tiştên bûrî, em
dibînin ku têkçûna rewşa xizmetguzarî, sepandina bacên mezin li ser
xelkê û kambaxbûna rewşa abûrî ji ber talankirina xêr û bêra deverê,
istiratîciyek e , dê ta demeke destnîşankirî bidome û bi mana PKKê û
rêveberiya wê re bimîne. Ji ber vê yekê vê rêveberiya qehreman biryara
destnîşankirina nirxê genim da bi awayekî ku kêmtir e ji nirxê mesrefa
ku lê çûye. Rêveberî wek bazirganekî keysbaz û çavbirçî yê hewcedarbûna
xelkê derfet dibîne tevdigere, ku wê bi van kiryaran ziyaneke mezin
bighîne xelkê û bihêle ku milet bêhtir penaber û koçber bibe. Lê heye ku
ev rêveberî ji encama fişara gel û mangirtinan û diyarkirina nerazîbûnê
û ji bo kêmkirina hêrsa milet, ev rêveberî nirxê kirîna genim hinekî
bilind bike. Lê wê istiratîciya wê ya sereke her bimîne miştina xêr û
bêra deverê mîna bazirganekî keysbaz ên xwe nabîne beşek ji vî miletî,
ji bo danhev û komkirina pereyan kar bi her awayî dike, xwe ji
koçkirineke ji nişkav e amade dike, wek ku carên berê kadroyên PKK li
gelek deveran kirine, piştî dema girêbestên wan ên wek fabrîkeyeke
ewlekarî ya ji aliyê kesên wan fînanse dikin ve tên rêvebirin bidawî
hatine. Rastiya dîrokê dibêje ku pêşeroja girûpên demkî yên ku xwe li
ser miletan bi darê zorê sepandine tune ye, tenê karê bi wan hatiye
spartin pêk tînin û bedelê wî karî jî maf û rûmeta milet e (PKK nimûne
ye).