Dr.Phil.Ebdilmecît ŞêxoDi van hejmarên jorîn de;em dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20). Em di hejmara (20 )ê de dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin: Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de weha dinivîse:Gundek xerap hebû;tê de dîkek û tajîk hebûn,carekê dîk çû ser dîwarekî û li wir bang da,lê roviyek nêzîkî wî jî hebû û ewî dengê dîk bihîst û bi dîkê re got:Muxtar! Were min qonax bike!Dîk ji rovî re got:Hema li pişt dîwêr gizîr heye,ewê te qonaxî bike,rovî kêf kir,ewî got:Belkî li pişt dîwêr mirîşk hene,lê ya rastîn li pişt dîwêr tajî razaye,gava rovî giha cem tajiyê,ewî dît ko melekmot li wir paldaye,rovî bazda û ew kete qulekê,ewî dît ku roviyek din di wê qolê de heye,lê roviyê ku di qolê de bi wî re got:Ha bira çi bêhnefişk li te ketiye?
Ewî got:Destbirakê min heye,ewî ez ezimandim (vexwandim)lê ewî henek li
min kirin,ez ji wî aciz(bêhnteng)bûm;lewra ez hatim û ez ketim vê
qulê,ta ku ez bihnekê rehetiya xwe bistînim,lê roviyê qulê got:Tu
destora min bide ku ez dêla(dewsa)te ve herim û tu li vir bêhna xwe
vede, li dawiyê û bi kurtasî tajîyê li rovîyê xist,rovî li erdê dirêj
kir û kete ser zikê wî,heta ku rovî temam bû,lê rovî hîn digot:Heneka
me ke Lo! Em ji vê kurteçîroka zargotinî pir tiştên matmayî dibînin;rovî bi
dîk re dibêje:Muxtar! Lê wek em zanin ku herdem rovî xapînok in,lê em di
vir de dibînin ku rovî ji aliyê dîk de hatiye xopandin;dîk rabû û rovî
bi derew dişîne pişt dîwêr,rovî texmîn dikir ku li pişt dîwêr mirîşk
hene,lê ewî li pişt dîwêr dewsa mirîşkan, tajî dît, ew pir tirsiya û
reviya û xwe di kurtekê de veşart,lê ewî li wir roviyek din dît ku xwe
veşartiye li dawiyê; tajiyê li rovîyê xist û ew perçe,perçe kir,lê
dîsan ew naxwaze bawer bike û xwe jar û qels bide xûyakirin,tajiyê ew
perçe,perçe kiriye û ew hîn bi tajiyê re dibêje:Heneka neke ! Sibhiyê
Diyabekirî di çîroka (fermana gur) de dinivîse:Carekê gurek hebû, ew
di çiyan de rûnîştîbû,ew pir perîşan û jar bû, ew ji birçîbûna re hindik
mabû bimra,lê rojek hate bîra wî ku ew ji çiyê bête xwarê û ew dakete
deştê,ewî li wir gurek qelew dît,gurê qelew bi gurê jar re got:Te xêre
birayê gur,tu di vê belengaziyê de yî?Gurê jar got:Tu mepirse bira!Ez ji
bêxêriyê çiyê,hindik maye ku ez bimrim,lê tu çawa yî ?Gurê deştê
got:Kêf kêfa min e,ev rezên li ber çavên te hemû li ser hesabê min
in,xwediyê rêz rêdan dayê min û fermanek bi dest min de heye ku ez her wextê kanim herim nav rêz û zikê xwe têr bikim. Gurê
jar ji gurê qelew re got:Birayê dilovan!Tu min bike hevalê xwe û ez jî
bi te re herim nav rêz,ew herdu çûn nav rêz,lê xwediyê rêz ji wî gurî
dilreş bibû,lewra ewî du seg li ber holika xwe girêdabûn,lê gava segan
ew herdu gur dîtin,ew har bûn,gurê deştê bazda û yê çiyê,yê birçî û qels
nikanîbû mîna hevalê xwe bireviya,lê herdu seg gihane roviyê çiyê û li
wî xistin,gurê jar gazî hevalê xwe dikir û digot:Hevalo ez di
helaketê de me,tu zû were û zû fermana rêdana xwe aşkere bike û wê şanî
çavdêrên rezan bike ! Lê gurê xurt pir dibezî û bi gurê jar re digot:Tu bide dû min,ev hukumeta bi zimanê fermana rêdana ji min re nizane.Hej.20 Em
di vir de dibînin çawa gurê qelew xwe li pêş gurê jar dipesine û
giraniyekê dide xwe û nabêje ez jî mîna pir dizan bi nehênî derim nav
rezan,lê li aliyê din helwesta wî li hember havalê xwe yê jar pir erênî
û dilsozane bû,ewî dixwast hevalê xwe jî têr xwarin bike,lê derewê wî
pir zû aşkere bû,belkî ewî dixwast bi derewa xwe,hevalê xwe ji xwediyê
rêz netirsîne ta ku ew jî wêribe bi wî re here nava rêz û mîna wî
têr tirî bixwe û ew ji mirinê rizgar bibe,mirov di vê çîrokê de hest
dike ku gur ji hevalê xwe re ji pir lawiran dilsoztir e. Di hejmara
(21) ê de ev çîrokên jêrîn hene:1-Ciho û kurê têcir.2-Hirç û Şivan
(Jandar Mîrzengo),) 3-Osman Sebrî nivîsareke dirêj mîna çîrokeke wêjeyî
di bin navnîşana (şîna jinekê li ser gora Birho) diweşîne.4-Çîroka
tarîxî:Keça Klêopatrê (Bişarê Segman). Çêrokbêj di çîroka (Ciho û
kurê têcir) de weha dirêse:Bazirganek pîr hebû, ewî bi lawê xwe re
got:Ezê bimrim û piştî ez mirim,divê tu herî cem wî bazirganî Ciho,ew
nasê min e,ewê te fêrî bazirganiyê bike,kurê bazirgan çû cem Ciho û
bi wî re got:Ez lawê dostê te me,ewî şîret li min kiriye ku ez werim
cem te,ta ku tu şîretan bidî min ku çawa ez bazirganiyê bikim? Bazirgan
bi wî re got:Tu here bi hemû perên xwe dûvên roviyan bikire û wan bibe
bajarê Cizîrê û tuyê sudek mezin ji wan bibînî.Lawik çû û Ciho
kêfxwaş bû ji ber ku ewî dixwast lawê dostê xwe bixapîne û perên wî
bê sud winda bibin,lawik çû û bi hemû perên xwe dûvên roviyan kirîn û ew
çû bajarê Cizîrê û ew di xaniyekê de danîn,lê tu kesî dûvên roviyan ne
kirîn û lawik bê pere dimîne û nikane kirê malê jî bide,lawik derket
derve û li ber dîwarekî rûnişt û dagrî,hakim di ber re derbazbû,ewî dît
ku lawik dîdegrî,ewî ji lêwik pirsî; ji bo çi tu digrî?Ewî got:Rewşa min
dijwar e û hîn got:Ciho şîretek li min kiriye û ez li gor şîreta wî
ketime belayê . Hakim çû mala xwe û kesek şand pêy wî, lêwik û bi wî
re got:Dûvê ku te bi çerxekê kiriye tuyê her yekê ji wan bi 5 çerxan
bifroşî!Di sibeha din de hakim rabû û delalek berda nav bajêr û got:Hemû
Cihoyên ku li bajêr hene, divê pênc dûvên roviyan bi xwe ve bikin û yê
ku bi xwe ve neke, paşê Mîr serê wî jêke.Ciho tevda rabûn û çûn cem lawê
bazirgan û hemû dûvên roviyan kirîn,lê ewî sond xwar ku ew careke din
bi Cihuyan ne şêwire . Em dîsan kanin hin rastiyan di çîroka borî de sercil bikin;Bazirganê Kurd hevalê
xwe yê Ciho di pêvajoka bazirganiyê de baş nasnekiribû,yan jî bazirganê
Ciho kanibû baş rastîya hindirê dilê xwe veşarta û bi rûyeke din bi
hevalê xwe yê Kurd re bazarganî bikira,lê li aliyê din jî; jarbûn û
kêmhişmendiyê bazarganê Kurd jî tête diyarkirin,lewra ew lawê xwe pêşda
şîret dike ku ew bi hevalê wî yê Ciho re bide û bistîne, ewê riya rast
di bazirganiyê de destnîşanî wî bike,lê vaye me dît,nirîna bazirganê
Kurd pir şaş bû,yanê eger hakimê bajêr fermana kirîna dûvên roviyan ji
aliyên Cihoyan de dernexista,bazirganê Kurd wê ji birçîbûna re bimra,lê
li aliyê din jî mirov têdighîne ku hakimê bajêr jî pir bi wijdan bûye û
ew bazirganê biçûk ji mirin û belengaziyê rizgar dike. Lê em di
hejmara (22) an de dikanin van çêrokên jêrîn bixwînin: 1-Çûk û
pêrî(çêrokbêj.)2-Sewîlê Sofî.(?)3-Cebraîl Nemrûd û dexsok(Qadirê
Ferman).4-Merik î dîn e(Xelîlê Genco).5-Jina kêmxwarin.(Pirbêj). Çêrokbêj
di çîroka (çûk û perî) de weha dinivîse:pîrek hebû çû ser tenurê ku
nên bipêje,lê agir bi wê re vêneket,di wê demê de çûkek hat û bi pîrê re
got:Striyek di lingê min de heye,tu wê derxe û wê deyne ser çavê êgir û
wê agirê te vêkeve,pîrê strî ji lingê çûkê derxist û ewa danî ser êgir
û agir vêket,pîrê nanê xwe lêxist,çûk ber bi wê ve hat û bi pîrê re
got:Ez striyê xwe dixwazim,pîrê gote çûkê:Ezê ji te re piştek Strî û
Qirş hûnim.Çûkê got:Na!Ez ji dewsa striya xwe heft nanan ji te
dixwazim,pîrê heft nan dane çûkê û ewê nanên xwe bir û çû,ewê dît
kodek şîr li ber şivên e û ew şîr bê nan dixwe,li vir çûkê gote
Şivên:Kuro! Bi min re heft nan hene û tu cirnekê paqij bike û emê vî
nanî tê de hûr bikin û şîr têxin ser û emê bi hev re bixwin.Şivên
bi ya çûkê kir û ew herduyan bi hev re xwarin. Di pişt re çûkê bi
şivên re got:Ez heqê nanê xwe ji te dixwazim,şivên ji çûkê pirs kir,tu
çi divê ?Çûkê got:Ez heft beran û berxekê ji te dixwazim,ev heqê nanên
min in,li dawiyê şivên heft beran û berxek dane çûkê,çûkê ew birin û
çû gundekî din,lê li wir dewatek hebû,li wir dîk û mirîşk
diqewirandin,çûkê gote wan:Ezê heft beran û berxekê bidim we, ew rabûn
heft beran û berxek gurandin û paşê çûkê got:Ez heqê van ji we
dixwazim,lê wan jî bi çûkê re gotin: Te ew dane me ta ku em wan ji
dewatê re biqewrînin,vêca emê ji bo çi heqên wan bidin te ?Li dawiyê
çûkê bûk ji nav wan revand û ew bi çolê de çû,lê li wir şivanek dît û bî
wî re got:Tu bilûra xwe nadî min?Ezê vê bûkê bidim te,şivên got:Belê û
bilûra xwe dayê,çûkê rahêjte bilûrê û çû ser latekî û got:
Çirt,mirt,min strîk daye bi heft nanan û qurşek daye bi heft beranan û
berxekî û min heft beran û berxek daye bi bûkekê û min bûk dayê bi
bilûrekê û li dawiyê ez li ser latekî û kes nîne serê min hûr
bike!Şivên rahişte kevirekî û li çûkê xist,çûk mir û şivên bilûra xwe
vegerand. Lê çîroknivîs Pirbêj di çîroka xwe ya hunerî(jina
kêmxwarin)de dinivîse:Mirovek ne dewlemend hebû,lê têr nan ne dixwar,ew
pir çikûz û destgirtî bû,ewî dixwast jinekê hûne,lê ewî xema lêçûna
malê û jinikê dixwar,ewî digot:Ez dixwazim bizewicim,lê ez belengaz im,
ji min re jineke kêmxwarin pêwîst e.Di wî bajarî de keçkek şehreza
hebû,ewê bi bavê xwe re got:Eger ew min bixwaze,ezê bêjim erê!Lê tu
tenê razî be bavo! Bi ser vê de jî keçikê hin şîret li bavê xwe kirin ta ku ew bizanibe çawa li mêrkê xwezgêncî vegerîne . Rojekê
mirovê çikûz çû mala keçkê û rewşa xwe ji bavê keçkê re got,lê bavê
keçkê got:Keçkên min tev kêmxwarin in û nemaze ya mezin,ew bi hewayê
(bê) dijît,mêrik dilxweş bû û keçik mehir kir û wan herduyan berên xwe
dane bajarekî din û li wir xwestin meha hingivîn derbaz bikin,jin û mêrê
xwe li odekê peya bûn,lê di demên taştê û şîvê de;mêrik diçû derve û bi
perên hindik nan dixwar û li jina xwe jî ne dipirsî,lê eger mêrê wê
diçû bazarê,ewê bang li lawikê hotêlê dikir û ewî ji wê re xwerinên
bijarte û giranbuha dihanîn,lê piştî çend rojan; ewan biryar istandin
ku ew vegerin mala xwe,lewra mêrik hesab ji hotêlê xwest, ji wî re
hesab anîn,lê ew pir bû,mêrik li kaxezê nêhrî û pirs kir,ev çî ye û
got:Min kînga di odê de xweriye !!? Hotêlcî got:Belê te ne xweriye,lê
xanima te xweriye,mêrik çû cem jina xwe ji wê pirsî û got: Ev çi bazar
e? Jinikê got:Belê ez di mala bavê xwe de bi bê dijîm,lê ji roja ku ez
hatim cem te,ez qul bûme,hewa nema di min de disekine,lewra ez girarê
dixwim. Mêrik ji jinikê hezkiribû,ewî hinekî çekir mala êqil û deng ne kir lê wî bi rêve dev ji nemerdiyê berda. Gelo
mirov dikane çi ji vê çîrokê têbighîne û çi sud û waneyên civakî di
vir de hene ?! Eger em bixwazin gelek bi kurtî baweriya xwe bêjin,em
dibînin bavê keçê kanîbû bi derewek servekirî mirovê çikuzî bixapîne û
keça xwe pêşkeşî wî bike,li aliyê din jî keç jîr û bi qaserî xwe bû,ewê
yekser bi mirovê çikuz razî bû,lê ewê li hotêlê waneyek mezin daye mêrê
xwe,lêçûnên mezin li hotêlê kir û her xwarinên xweş û buha xwarin û bi
mêrê xwe re digot:Ez nema kanim hewayê bixwim,ewa nema di zikê min de
disekine, mêrê çikuz neçarbû hemû lêçûnên hotêlê bide,lê me dît tevî ku
keçikê mêrê xwe rind xopand, lê dîsan mirovê çikuz ji jina xwe hez kir û
ew nema miqrisiyê dike.
Dumahîk heye Efrîn,29.05.2024
|