Ebdilbaqî ElîPirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin?
Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin?
Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane?
Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne.
xweda mirov cubicur ȗ ne wek hev afirandine ,bi hemȗ reng ,deng ,zar ȗ zimanan çêkirine ,ȗ her komeke mirovan di vê cîhanê de xwedî çanda xwe ya taybete.
ger xweda bixwesta wê cîhan bi tevayî yek netew ,yek ziman
,çêkiribane lê pirnetewî ȗ pir ziman ȗ her wiha hemerengî bi giștî irade
ȗ daxwaza xweda ye ȗ ciwanî ȗ xweșikayiyê dide jiyanê ,ȗ eva simbola
hemerengiyê ye ,ȗ jiyan pêkve berdewam dibe.
ev cudahî ȗ newekheviya
mirovan bi çend reng ȗ cureyan diyar dibe wek: rengê çerm ,ol ȗ mezheb ,
çand ȗ ziman, etnîk û netew,….hd
digel van cureyan çîn ȗ qad jî
cudahiyê dike navbera mirovan de ,di navbera hejar ango pirolîter ȗ
sermayedaran de ,Jiber ku wek tê gotin her asteke civakî ramanekî di
pejirîne ( ji her qadekê re ramanek heye (
ligel wê jî nexșeyên siyasî ȗ dabeșkirina ciyografî jî cudabȗnekê têne holê ȗ bîr ȗ baweriyên ciyawaz di çesipîne.
Bê
guman pirjimarî bi wata hemerengî ȗ ciyawazî diyardeyeke xweristiye di
hindor civak ȗ komelgiha parçikirî dinavbera çîn ȗ qadan de, ku li gor
saman ,raman ȗ edyolociyê ji hev cudane ,digel cudabȗna li gor ol ,ziman
,netew yan li gor cudabȗna civakî ȗ regezî wek jin ȗ mêr yan li gor
cureyên kar ( bazirganî ,çandin ,çêkirin ) yan jî karê destekî ȗ
mêjî….td .
pirjimarî ne piroblem ȗ arîșe ye ,xemleke civakiye ,civak
bi pêkhateyê xwe zengîn dibe ȗ di çarçoveya siyasî de jî pirjimarî
nifșek ji dewlemendiya niștimaniye,belê carna ev pirjimarî ȗ pêkhateyên
curbicur wek problem ȗ arîșeyan li hember desthilata civakê derdikeve
dema ku ew ciyawazî ȗ hemerengî berhemin nêgetîv wek têkdana aramî ȗ
aștiya civakê bi xwere tîne ,nakokî ȗ rikberî serî hildide ,kîn ȗ
zikreșî peyda dibe ,șer ȗ pevçȗn ,ta ceng ȗ șerên giran ȗ mezin jî
derdikevin holê.
Ji mêjve nakokî ȗ rikberî dinavbera nifș ȗ cureyan
de heye ,wek nakokiya helwest ȗ bîrȗbaweriyan dinavbera oldarî ȗ bê
oliyê de ,di navbera rastî ȗ çewtiyêde ,ligel nakokiya çînî ya dinavbera
sermayedar ȗ pirolîtaran de ,….
Ango Pirjimarî ȗ hemerengiya
civakî pêdivî ȗ pêwîstiyeke dîrokî ya komelgeha mirovane ,ȗ di pirosesa
demuqratî lîbîral de mirov dikare bi bawer be ku pejirandina hevrikiyê ȗ
aliyên dijber ,vegustin yan zîvirandina desthilatê ku bingeha civakî ya
beryardar ȗ hevpișk fereh dike ,pirjimarî ȗ hemerengî di damezirandin ȗ
sazkirina șepêlên çandî ,tevgerên civakî ,sendîge ȗ yekîtiyan ,yan
partiyên siyasî ȗ komelên curbicur de diyar dibe. ȗ giringî ȗ pêwîstiya
avakirina hevbendiyan jibo kișandina raya giștî ȗ komkirina dengan serî
hildide.
Ji lewra giringe mirov alavên pêkvejiyanê pêkbîne da ku
jiyan bi awayekî xweș ,bê giriftar birêve biçe. ȗ hevpejirandin riya
rast ȗ dirist ,belê gerentiya pêkvejiyanê ye.
Ger komelgeh bixwaze bi
aștî ȗ aramî bijî divê her kêșe ȗ piroblimên navxweyî bi rêya diyalogê
çareser bikin ,desthilat ȗ rêveberiyê bi aștiyane veguhêzin ,ȗ desteser
bikin ,yek bide dest yekî ,her yek desthilatê bi mafê herkesî nasbike ȗ
bi çesibîne ,bi bawer be ku kesek ji mirovan ne jêderê rastî ȗ heqîqetê
ye ,belkî rastî ȗ heqîqet bi tevayî ne li cem kesekiye ,her yek hin ji
rastiyê ȗ hin ji șașiyê jî li cem wî heye.
ȗ jivir pêwîstî ȗ
giringiya diyalog ȗ gotȗbêjê der dikeve ,çareserkirina nakokiyan bi riya
diyalogê baștirîn ȗ çaktirîn çareseriye ,belê belkî mirov dikare bibêje
ku diyalog ȗ giftȗgo take çareya rast teqîneye jibo giriftar ȗ
pirobleman.
Diyalog alavek aștiyane ji alavên rêvberiya nakokiyên
civakê ,alava çareserkirina piroblim ȗ kêșeyane ,pirosesa veguhestin ȗ
tevlîhevkirina nerînê dinavbera hêzên siyasiyên hevdij di lașê her
rêjîmê de ye ,lê ta ku diyalog bi ser bikeve ,bi sȗd ȗ mifa be ,têkeve
xizmeta pêkhateyên civakê bi giștî de , maf ȗ bercewendiyên hemȗ aliyan
diparêze ,ȗ nakokî ,piroblem , ȗ kêșeyan çareser bike divê çend mercên
despêkî civakî ȗ siyasî yên erênî têde pêkbên, ji wan: erê kirina
pirjimêrî ȗ hemerengiya siyasî di çarçoveya sîstema siyasî de ya ku
desthilatê bi riya hilbijartinên zîvronek vediguhêze , qedexekirina
tekrewiyê ȗ giritina desthilata tekane ȗ kesayetî jibal kesekî yan
girȗpekî yan rêxistinekê ve yan ta desthilatê bixwe ve jî.
Biserketina
diyalogê pêwîstî bi hebȗna çanda danpêdanê bi nerîna dijber ,rêzgirtin
li derbirrîna piraniyê ,hebȗna çanda lêbȗrîn ȗ nefret kirina tond ȗ
tîjiyê heye,
ȗ pêdiviye mirovatî ,dadmendî ȗ wekhevî pirensîba herî
bilind be di diyalogê de, divabe mirov tev xwe bispȇrin diyalogeke
vekirȋ berfereh ,ligel ragihandineke azad ,hemereng û pirjimȇr ya ku
nûneratiya tev çȋn û ūepȇlȇn civakȇ bike.
vekirina asoyȇn azadiya
gotin û derbirȋnȇ,û veguhestina raman û biryaran ,û avakirina maseyȇn
danûstandin û gotûbêjȇn civakȋ yȇn rȇzdar û rexneyȇn akadîmî yȇn
zanistî, ji mere giringin ,jibo lihev gihiūtin ,naskirin û pejirandina
taybetmendiya herkesekȋ ȗ her cujre komên mirovan.
Vêce mirov
dikare bibêje ku kengî diyalog bȗ bîr ȗ baweriyek civakî çesipandî ȗ
yasayî ȗ bi bihayekî siyasî bilind hate nirxandin ,hingî mirov dilniya
dibe bi çareserkirin ȗ rêvebrina civakê bi rêyeke aștiyane bê tund ȗ
tîjî.